Gel li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji bo gerîla daket qadan

Li gelek bajarên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji bo şermezarkirina êrîşên dagirker ên dewleta Tirk û xwedîlêderketina berxwedana gerîlayan gel daket qadan.

Şêniyên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê êrişên dewleta Tirk a dagirker şermezar kirin, piştgiriya xwe ji hêzên gerîla re eşkere kir û banga hevgirtina li hemberî êrişên dewleta Tirk kir.

DIRBÊSIYÊ

Têkildarî mijarê saziyên sivîl ên navçeya Dirbêsiyê daxuyaniyek da. Daxuyanî ji aliyê hevserokê Meclisa Malbatên Şehîdan Salim El-Salim ve hate xwendin. Bi sedan şênî û endamên saziyên sivîl beşdarî xwendina daxuyaniyê bûn. Daxuyanî li pêşiya meclisa navçeyê hate dayîn.

Di daxuyaniyê de hate gotin ku dewleta Tirk hewl dide gelê Kurdistanê ji ser xaka wî qir bike, lê gel xwediyê ax û dozê ye û hewldanên dijminan têk çûn.

Her wiha hate destnîşankirin ku hikumeta AKP`ê ku dest bi hemleya leşkerî kiriye, ji ber ku li hember berxwedana Heftanîn û Garê û li pêş çavên hikumeta herêma Başûrê Kurdistanê û Iraqê, têk çû.

Her wiha hate tekezkirin ku lehengiya gerîlayan dê hemû êrişên dewleta Tirk ên li dijî Herêmên Parastinê yên Medyayê têk bibe.

Di daxuyaniyê de bang li gel û tevgerên siyasî hate kirin ku bi rêya pêkanîna yekitiyê û parastina destkefiyan destekê bidin gerîlayan.

HELEB

Şêniyên taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê yên Helebê bi armana şermezarkirina êrişên dewleta Tirk li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê daketin qadan.

Bi sedan şêniyên her du taxan li pêşiya hola civînan a li aliyê rojavayê taxa Şêxmeqsûd kom bûn û dest bi meşê kir. Di meşê de dirûşmên silavkirina berxwedana şervanan hatin berzkirin û wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatin hildan. Meş li çerxerêya şehîdan a li aliyê rojhilat veguherî mitîngê.

Di mitîngê de endamê Meclisa Giştî ya PYD`ê Mistefa Hemo axivî û îşaret bi dema êrişa dewleta Tirk a li ser Herêmên Parastina Medyayê kir. Hemo diyar kir ku êriş di salvegera Komkujiya Ermenan û komkujiya li Qereçoxê de pêk hat û armanca wê têkbirina destkefiyên Kurdan e.

Mitîng bi dirûşmên silavkirina berxwedana şervanan bi dawî bû.

ŞEHBA

Bi bi sedan şêniyên kantona Efrîn û Şehbayê li gundê Til Sosin kom bûn. Şêniyan wêneyên şehîdan, wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û pankartên "Bi rihê berxwedana Garê em ê dagirkeriya Tirk têk bibin û Garê ji bîr nekin" hildan.

Meş ji gundê Til Sosin dest pê kir û ber bi Kampa Serdem ve çû. Meş li qada kampê veguherî mîtîngê. Di mitîngê de endamê Meclisa Malbatên Şehîdan Hesen Birko axivî û komkujiya ku dewleta Tirk di 2017’an de li Qereçox pêk anî, bi bîr xist.

Hesen Birko got: " Dewleta Tirk a dagirker di salvegera Komkujiya Ermenan de êrîşî Herêmên Parastinê yên Medyayê kiriye.”