Ji Berxwedana Kobanê heta 'Doza Kobanî'

Berxwedana Kobanê bi çi rengî dest pê kir û bi milyonan mirovî çawa dan pey? Serketina Kobanê çawa pêk hat? Dewleta Tirk piştî serketinê çima êriş bir ser piştevanên berxwedanê? Îsmet Şêx qala pêvajoya ji Berxwedana Kobanê heta 'Doza Kobanî' kir.

Hevserokê Meclîsa Leşkerî ya Kantona Kobanê Îsmet Şêx Hesen ji ANF'ê re qala berxwedan û serketina dîrokî ya Kobanê û êrişkariya dewleta Tirk kir.

Li ser destpêkirina Berxwedana Kobanê Îsmet Şêx Hesen got, "Sala 2011'ê Kurdan di nava Şoreşa Sûriyeyê de para xwe nedîtin. Lewma Berxwedana Kobanê dest pê kir. Mîna bi dehan şoreşên li Kurdistanê, di şoreşa Sûriyeyê de jî Kurdan para xwe nedîtin. Ji ber ku ji şoreşê re negotin bihara gelan, lê gotin 'Bihara Ereban'. Ev tê çi wateyê? Şoreş kirin guhertina kursiyê. Şûna Beşar wê bê guhertin û ew ê bikevin şûna wî. Lê belê zilm û pirsgirêk wê mîna berê bimînin. Kurdên Rojavayî ku para xwe di nav de nedîtin, piştî ku xwestin weke tevgereke azad para xwe di nava şoreşê de bibînin, Şoreşa Rojava pêk anîn. Li dijî zilm û zordariyê rabûn ser piyan. Bi vî rengî me navê Bihara Gelan li vê şoreşê kir."

'DI ŞEXSÊ KOBANÊ DE XWESTIN KURDAN BIQEDÎNIN'

Piştî ku me di nava vê şoreşê de para xwe dît, komên Îslamî yên tundrew (OSO, Cephet El Nûsra, Ehrar El Şam û hwd.) êrişî me kirin. Destpêkê êrişî rojhilatê Kobanê û Girê Spî kirin. Êrişî malên Kurdan kirin û teqandin. Berî wê êrişî Serêkaniyê kirin, piştre jî êrişî hin deverên Efrînê kirin. Xwestin ku Kurdan tune bikin. Çima xwestin Kurdan tune bikin? Ya yekemîn, ji bo Kurd nebin xwedî maf, Tirkiyeyê piştgirî da wan. Li gorî Erdogan eger Kurd bibin xwedî maf, wê gefê li wî bixwin. Ji ber ku li nava Tirkiyeyê 25 milyon Kurd hene. Kurdên li wê derê di nava zext û zilmê de ne. Her kes bi vê zane, lê ji nedîtî ve tê.

Ji ber vê yekê komên tundrew piştgirî ji Tirkiyeyê wergirtin û li Serêkaniyê, Efrînê û Kobanê êrişî me kirin. Armanca êrişa li ser Kobanê ew bû ku pêwendiya navbera Cizîr û Efrînê bibirin. Her wiha taybetmendiyeke Kobanê heye. Ji ber ku Rêbertî yekemcar hatibû wê derê û îdeolojiya azadiyê dabû gelan. Di şexsê Kobanê de xwestin Kurdan biqedînin. Di vê çarçoveyê de êrişî Kobanê kirin. Nêzî 3 salan Kobanê dorpêçkirî bû. Yên ku li ber komên tundrew rabûn gelê sivîl bû, zarokên me bûn, YPG-YPJ bûn. Ji xwe derfetên hêzên me tune bûn. Bi çekên ferdî şer dikirin."

'XWEDÎDERKETINA GELÊ BAKURÊ KURDISTANÊ BANDOR LI SER HEMÛ GELAN KIR'

Îsmet Şêx Hesen bal kişand ser bandora Berxwedana Kobanê li ser tevahiya herêmê û got, "Gelê Bakurê Kurdistanê dema ku çav li berxwedana Kobanê ket, yekser rabû ser piyan. Ji ber ku dema êriş li ser Kobanê çêbû, ev êriş bi navê DAÎŞ'ê nebû. Rast e belkî me weke DAÎŞ pênase kir, her kes bi vî rengî dibêje, lê belê êrişên li ser Kobanê weke şîrketekê hate kirin. Mînak; li Mûsilê dema ku şer qewimî hikumeta Iraqê çekên xwe hemû bir wir. Lê belê ne Tirkiye, ne Sûriye, ne jî Îran li ber sekinînin. Rejîma Sûriyeyê wê wextê li Şam, Hûms û Helebê bombeyên warîlê diavêt nava gel. Bi sedan kes hatin kuştin. Tiştek bi çeteyên ji Mûsilê dihatin, nekirin. Ji ber ku ew kafîle wê di ser Kobanê re biçûya. Ji ber ku wê gelê Kobanê, gelê Kurd biqedanda. Lewma her kesî piştgirî da. Dewleta Tirk di ser rêya trenê ya navbera Rojava-Tirkiyeyê re piştgiriya xwe ya ji tank, top û lojîstîkî derbasî gundê Sîlîfkanê yê navbera Girê Spî-Kobanê dikir. Lewma em dibêjin ku her kesî destek da.

Gelê Bakurê Kurdistanê jî wê demê gava ku dît Tirkiye û rejîma Baas û hemû dijberên Kurdan destekê didin, rabû ser piyan. Dema ku rabû ser piya, sînorê navbera me jî rabû. Yekîtiya Kurdan çêkirin. Êşa gelê Kobanê parve kirin. Heta ku li Kobanê serketin hate afirandin li ser sînorê Bakurê Kurdistanê li ser piyan bûn. Rojane birîndar û şehîd pêşwazî dikirin. Gelê Bakurê Kurdistanê bersiv da zor û zehmetiya li Kobanê. Bandor li gelê Kurd kir. Bandor li ser tevahiya gelên cîhanê kir. Dema ku Tirkiykeyê berê DAÎŞ'ê da Kobanê, Erdogan hingî got 'Kobanê li ber ketinê ye, wê bikeve'. Gelê Bakurê Kurdistanê jî bersiv da vê yekê."

'NE JI FELSEFEYA RÊBER APO BÛYA, EM NIKARÎBÛN LI BER BISEKINIYA'

Îsmet Şêx Hesen ragihand ku wê demê bala tevahiya gelên cîhanê li ser Kurdan bû û wiha dewam kir, "Dîtin ku gelê Kurd li ber terorê radibe. Ji ber ku me li dijî komên terorîst ên mîna DAÎŞ'ê şer kir, Tirkiyeyê navê 'terorê' li me kir. Bi zarok, extiyar, jinên xwe gelê Bakurê Kurdistanê herikî ser sînor. Rahiştin çekan û piştgirî dan Kobanê. Vê yekê kir ku Kobanê li ser piyan bimîne û yekîtiya gelê Kurd biafire. Ev rewş ji bo Kurdan esas bû.

Dibe ku hin Kurd xwedî lê dernekevin, xwe firotin Erdogan û gotin, 'Erdogan wê dewletê ji me re çêbike û wê piştgiriyê bide Kurdan'. Ev gotin nerast in. Erdogan û yên mîna wî ji dema Şêx Seîd û Qadî Mihemed û vir ve dijminê Kurdan e. Fikrê wan ew e ku li Efrîkayê jî ji bo Kurdan konek bê vedan wê ji holê rakin. Ji bo çend quriş dolarî xwe firotin. Ji ber berjewendiyên xwe yên şexsî xwe xistin hembêza Erdogan. Lê belê eger em sibe têk biçin wê serê wan jî jê bikin. Berê çi bi serê Kurdan ve anî bin wê careke din heman tiştî bikin. Lê belê em ê vê carê bi fikir û felsefeya Rêber Apo bi ser bikevin."

Îsmet Şêx Hesen destnîşan kir ku ne ji felsefeya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bûya, Kobanê ya ku bi qasî gundekî ye wê nikarîbûya li hemberî dewleteke NATO'yê rawestiya û wiha dewam kir, "Kî li ber rabû? Keçên me yên 18-20 salî li ber rabûn, ku di dîrokê de qet şer nekiribûn. Ti carî moralê xwe xera nekirin. Dibe ku 400 gundên me, ji sê paran parek Kobanê ji dest çûbû, lê belê dema ku mirov diçû gel wan, digotin 'em ê bi ser bikevin'. Moral û motîvasyon didan gel. Ez berxwedanek li dibistaneke Kobanê weke mînak bêjim. 12 hevalên me bi saetan li ber xwe dan û biryara YPG'ê red kirin û gotin, 'Em vê carê ji YPG'ê lêborînê dixwazin. Em vê carê red dikin û em ê nîşanî dijminê xwe bidin ku wê nikaribin derbasî nava axa me bibin. Eger derbas bibin jî wê di ser bedenên me yên mirî re derbas bibin'.

Zarokên me bi vê têgihiştinê hêza xwe ava kirin. Manewiyat dan gel. Keçên me dema ku bi çekên ferdî li ber DAÎŞ'ê rabûn, ji cîhanê re bûn mînak. Ev mînakdarî hîn jî dewam dike. Vê yekê em bi ser xist. Keç û xortên me li hev civiyan û li dijî komên terorê rabûn, bûn bersiv. Li ber wê hêzê rabûn, ku kes li ber nedisekinî û serê mirovan jê dikirin. Dema ku ev bû, her kesî jinên Kobanê, jinên Kurdistanê ji xwe re kirin mînak. Dema ku mirov bala xwe bide ser Şehîdgeha Şehîd Dîcle ya Kobanê, mirovê bibîne ku ji tevahiya Kurdistanê û cîhanê şehîd hene. Ji New Yorkê, ji gelek welatan şehîd hene."

Îsmet Şêx Hesen bal kişand ser xemsariya heyî ya dewletan a li pêşberî dewleta Tirk û got, "Erdogan heta niha jî ji bo DAÎŞ'ê mîna bavekî ye. Hemû pêwîstiyên DAÎŞ'ê ji aliyê Erdogan ve tên peydakirin. Ev yek eşkere bû. Lê belê ji bo berjewendiyên xwe li pêşberî dewleta Tirk xwe kerr kirin. Dewleta Tirk Sûriye xerimand, têk bir. Hîn jî welatên Ereb li ber ranebûne. Dibe ku Misir hinekî hin tiştan dike. Lê belê yên din tiştek nekirin. Armanca dewleta Tirk ewe ku li Împaratoriya Osmanî vegere û bibe xwedî hukmê berê. Di hedefa wan de gelê Kurd heye."

Îsmet Şêx Hesen destnîşan kir ku dewleta Tirk dema dît armanca wê bi cih nayê vê carê êriş bir ser mirovên piştgiriya berxwedana Kobanê kirin û got, "Gelê Kurd piştgirî da Kobanê. Dema ku dît Kobanê bi ser ketiye û dewletên navneteweyî piştgirî dan Kobanê, dema ku dît ji bo gelê Kurd Kobanê bûye mînak, çar parçeyên Kurdistanê bûye yek, dest bi êrişê kir. Ev yek rewşeke berevajî bendewariyên Erdogan bû. Wê demê dixwest bi rê û rêbazên cuda Kurdan biqedînin. Wê çawa bibûya? Kesên ku piştgirî dan Berxwedana Kobanê bigirta û bixista girtîgehê. Bi sedan kes girtin. Bi hezaran mirovên ji gelê me girtî ne. Bi dehan mirovên me li girtîgehan hatin şewitandin û windakirin. Aqûbeta gelek ji wan nayê zanîn."

'EM MAFDAR IN, EM Ê BI SER BIKEVIN'

Îsmet Şêx Hesen diyar kir ku dewleta Tirk ji berê ve dijminatiyê li wan dike û got, "Dewleta Tirk ne tenê dijminê parçeyekî ye. Ew dijminê tevahiya Kurdistanê û Kurdan e. Li ku Kurdek rabe ser piyan, lê dixe. Dixe girtîgehê, darve dike, qetil dike. Kesên ku piştgirî dan Kobanê bi bahaneyan digire û dixwaze qetil bike. Dixwaze tecrîda li ser Rêbertî giran bike. Çi nebaşî hebe dixwaze bîne serê Kurdan. Bila dewleta Tirk, alîgirên wan û dijminên Kurdan hemû baş zanibin ku wê nikaribin bi ser bikevin. Ji ber ku gelê Kurd gelê berê nîne. Niha xwedî siyaset, hêz û rêbertî ye.

Li dijî her kiryaran gelê Kurd niha xwe bi rê ve dibe. Gelê Kurd xwe bi cîhanê da naskirin. Ciwanên me di temenê xwe yê herî bedew de ji bo gelên cîhanê xwe feda kirin, bi vî rengî xwe dan naskirin. Çima ji bo gelên cîhanê? Ji ber ku eger DAÎŞ bi ser biketa wê li ser tevahiya cîhaê metirsî bûya. Me ne tenê gelê Kurd, her wiha tevahiya gelên cîhanê parast. Ji ber ku her kes DAÎŞ'ê û vê koma tarî nas dike. Lewma serketin para me ye, em ê bi ser bikevin. Erdogan wê nikaribe bi ser bikeve. Em mafdar in, em xwediyê vî welatî ne."