Cenazeyê rûspiyê eşîra Benî Seba Hayis El Ciriyan spartin axê

Cenazeyê rûspiyê eşîra Benî Seba Hayis El Ciriyan ku duh di êrîşa çeteyên Dîfaa El Wetenî de giran birîndar bûbû û piştre şehîd bûbû, ji bo definkirinê li Goristana Şehîd Delîl Saroxan merasîmek hate lidarxistin.

Gelek şêniyên Qamişloyê û navçeya Til Hemîsê û rûspiyên êlên herêmê tevî endamên saziyên sivîl û leşkerî yên Rêveberiya Xweser di merasîmê de cihê xwe girtin.

Duh bi şev piştî civîna bi çeteyên Dîfaa El-Wetenî re yên girêdayî hikumeta Şamê, rûspiyê êla Benî Seba Hayis El-Ciriyan ji aliyê çeteyên Dîfaa El-Wetenî ve hate şehîdxistin.

Di merasîmê de hevserokê Meclîsa Malbatên Şehîdan a Qamişloyê Mehsûm Hesen axivî, sersaxî da malbata şehîd û got: “Em destpêkê sersaxiyê didin xwe û didin malbata şehîd Hayis El-Ciriyan.”

Hesen destnîşan kir ku şehîd Hayis El-Ciriyan her tim hewl dida pêkhateyên herêmê li hev bike, fitneyê û jêderên wê tune bike.  Hesen wiha domand: “Çeteyên Dîfaa El-Wetenî hewl didin fitneyê di navbera pêkhateyên herêmê de derxin, lê divê em li hemberî van siyasetan baldar in.”

Endamê Meclîsa Malbatên Şehîdan Hayis El-Ciriyan nasnameya şehadeta Hayis El-Ciriyan xwend û radestî malbata şehîd kir.

Piştre cenaze li gundê Şermûx ê navçeya Til Hemîsê spartin axê.