Li Reqayê depoyeke ya cebilxaneyê ya DAÎŞ’ê hate dîtin

Hêzên Ewlekariya Hundirîn a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li Bajarokê Kerama ya Reqayê dest danî ser navendeke ya çêkirina teqemenî û deopyeke ya cebilxaneyan a DAÎŞ’ê.

Navenda Ragihandina Giştî ya Hêzên Ewlekariya Hundirîn a Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi daxuyaniyekê ku li ser malpera xwe weşandiye, ragihand ku hêzên wan 25'ê Nîsanê depo û kargeheke çêkirina madeyên teqemeniyê ya girêdayî çeteyên DAîŞ'ê li gundewarê bajarokê Kerama yê bakurê Reqayê dîte.

Hêzên Ewlekariya Hundirîn cek û cebilxaneyên dest  danî ser ev in:

“111 topên hawn ên navîn

5 topên hawn ên mezin

10 dikên hawnan

7 tûpên gazê

3 moşekên herêmî yê çêkirî

4 heşweyên moşekên biçûk

1 heşweyeke tangan.”

Di daxuyaniyê de hate gotin, madeyên ku hatin desteserkirin, ji bo cihê taybet ê komkirina bermahiyên çeteyên DAÎŞ'ê ku dûrî cihê sivîlan hatin veguhestin.

Li aliyê din li gorî agahiyên dihatin girtin, çeteyên DAÎŞ’ê li ser rêya Kerama-Dêra Zor û Kerama-Hesekê êrîşî dibirin ser wesayîtên li ser rê derbas dibûn.