Rêveberiya Xweser 25’ê Nîsanê ‘Roja Şehîdan’ îlan kir

Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê, roja 25`ê Nîsanê wek "Roja Şehîdan a Bakur û Rojhilatê Sûriyê" îlan kir.

Bi boneya salvegera êrîşa dewleta Tirk a dagirker a 25`ê Nîsana 2017`an li ser çiyayê Qereçox a herêma Dêrikê, Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê, daxuyaniyeke nivîskî weşand.

Di daxuyaniyê de, Rêveberiya Xweser got ji bo bîranîna şehîdên Bakur û Rojhilatê Sûriyê, 25`ê Nîsanê ‘Roja Şehîdan a Bakur û Rojhilatê Sûriyê’ îlan kir.

Daxuyaniya Rêveberiya Xweser wiha ye:

"Bakur û Rojhilatê Sûriyê-Rojava bi şoreşa xwe tê naskirin ku rêgezên xwe parastin û ji bo avakirina Sûriyeyeke demokratîk a pirrengî û nenavendî û ji bo parastina aştiya navxweyî, jiyana hevbeş û biratiya gelan rêgezên xwe parastin. Di vê şoreşê de keç û xortên pêkhateyên cuda yên herêmên Rêveberiya Xweser fedekariyên bêhempa pêşkêş kirin.

Ev fedakariyên ku şehadet asta wê ya herî bilind e, ji rêgezên bingehîn ên xebatan in ku li Bakur û Rojhilatê Sûriyê têne meşandin. Em wê wek rêyekê di hemû şert û mercan, deman de dipejrînin da ku armancan pêk bînin ku ciwanên me ji bo wê canê xwe feda kirin. Tenê bi şopandina rêya wan şehîdan em dikarin bi ser kevin û hêviyên gelê xwe pêk bînin.

Ji bo hemû şehîdên ku li hemû herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê canê xwe feda kirin û şehîdên êrîşa dewleta Tirk a dagirker a li ser Qereçoxê di 25`ê Nîsana 2017`an de bibîr tînin ku bû destpêka mudaxeleya dewleta Tirk a yekser di herêmê de ji bo berfirehkirina dagirkeriyê. Wê demê gelê me fedakariyên bêhempa nîşan dan heta ku DAÎŞ`ê tine kirin, êdî serkeftina ku li Baxozê di 23`yê Adara 2019`an de bi dest xistiye, pîroz kir.

Ji bo bîranîna şehîdên me yên leheng û li ser bingeha şopandina rêya wan, em Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê roja 25`ê Nîsanê 'Roja Şehîdan a Bakur û Rojhilatê Sûriyê" îlan dikin. Em ê her tim şopdarên wan bin û wê vîna xwe ji mîrasa wan a leheng bigirin. Wê bi vê hêz û vînê herêmên xwe yên dagirkirî rizgar bikin û hêviyên gelê xwe yên azadiyê û demokrasiyê pêk bînin."