'Dewleta Tirk dixwaze tola DAÎŞ'ê ji HDP'ê bistîne'

Berxwedêrên Kobanê diyar kirin ku gelê Bakur bi serhildan û nobeta xwe ya li ser sînor bûne ruhê Berxwedana Kobanê û gotin "Berxwedana Kobanê hemû mirovayetî parast."

Hevserokên berê yên HDP’ê Selahattîn Demîrtaş û Fîgen Yuksekdag jî di nav de li 28 kesên girtî û bi giştî 108 kesan Doza Kobanê hatibû vekirin. Doz wê di 26’ê Nîsanê de dest pê bike. Sedema vekirina dozê jî serhildanên 6-8’ê Cotmehê ya ku ji bo alîkariya mirovî divê sînor were vekirin û piştgiriya ji bo DAÎŞ’ê were qedandin, hatibû destpêkirin. Berxwedêrên Kobanê ev doz nirxandin.

Şervanên YPG û YPJ’ê yên ku di Berxwedana Kobanê de cih girtibûn û piştre birîndar bûbûn diyar kirin ku dewleta Tirk ji bo ku DAÎŞ li ser Kurdan qirkirinê bike her cure alîkariya daye DAÎŞ’ê û gotin “Bi berxwedana me û serhildana gelê Bakurê Kurdistanê re ev plan têk çû. Dewleta Tirk ev tişt qebûl nekir û îro jî tola xwe ji HDP’ê distîne. Di şexsê HDP’ê de Berxwedana Kobanê û serfiraziya wê tê darizandin.”

BI BERXWEDANA KOBANÊ RE XEYALÊN DEWLETA TIRK TÊK ÇÛ

Şervana YPJ’ê Çîçek Dûlî ya ku di Berxwedana Kobanê de ji milê xwe bûye, qala êrîşa li ser Kobanê ya di 15’ê Îlona 2014’an de kir û got “Ev ne şerekî normal bû. Cara pêşîn di nav bajêr de, şerekî ew qasî ji nêz ve hate kirin. DAÎŞ bi hemû teknîka xwe û hêza xwe ya profesyonel êrîş dikir. Kobanê bajarekî biçûk bû lê girîngiya wê ya manewî mezin e. Yekemîn bajarê li Sûriyeyê ye ku Rêber Apo derbasî wê bûye. Şoreşa Rojava jî li Kobanê dest pê kiribû. Qadên Efrîn û Cizîrê jî bi hev girêdide û ji ber vê jî girîngiyeke wê ya stratejîk heye. Ji ber vê jî ji bo DAÎŞ û dewletên li pişt DAÎŞ’ê Kobanê hedefa sereke bû lê DAÎŞ li Kobanê têk çû. Piştre li hemû Rojava û li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê têk çû. Gel xwe bi feraseta neteweya demokratîk di bin banê rêveberiya xweser de rêxistin kir. Kobanê bû mifteya azadiyê.

ME HÊZ JI GELÊ BAKURÊ KURDISTANÊ STEND

Çîçek Dûlî diyar kir ku di Berxwedana Kobanê de şervanên YPG û YPJ’ê ji berxwedana gelê Bakurê Kurdistanê moralekî mezin stendine û got “Gelê Bakur ji 15’ê Îlona 2014’an dema ku DAÎŞ’ê êrîşî Kobanê kir û heta bajar azad bû, li ser sînor li ber xwe da. Ev jî bi tena serê xwe şer û berxwedan bû. Gel bi ruh û can li ber xwe dida.

Di wan deman de ji ber şer derfetê me tê temaşekirina televîzyonê û guhdarîkirina li nûçeyan tunebû. Lê me bi zindî sloganên gelê Bakur dibihîst. Herî dawîn xeleq teng bûbû. Em nêzî sînor bûn. Sloganên gel ruh dida me. Ji bo ku em bibînin gel carinan sînor derbas dikir. Min çend kesên wisa dît. Rojekê yek hat û got ‘Heval ez ji Bakur im. Gel ji bo we li ser sînor e. Hemû dinya qala we dike. Bakurê Kurdistanê li ser pêyan e. Ji bo piştgiriya berxwedana we her kes li ber xwe dide. 

Şer bivê nevê westandineke fîzîkî û ruhî bi mirov re çêdike. Me li ber xwe dida lê em westiyayî bûn. Lê bihistîna berxwedana gel moral û zindîbûneke mezin dida me. Dema mirov qala berxwedana Kobanê dike, divê mirov qala berxwedana gelê Bakur û ciwanên hatin Kobanê jî bikin.”

DIVÊ NE HDP LÊ DAÎŞ Û ŞIRÎKÊN WÊ WERIN DARIZANDIN

Çîçek Dûlî diyar kir ku dewleta Tirk xwest tola têkçûna DAÎŞ’ê ji HDP’ê bistîne û got “HDP ji ber ku dikare hemû pirsgirêkên Tirkiyeyê çareser bike, bûye hedefa dewleta Tirk. HDP xizmetê li hemû gel, jin, zarok û kal û pîran dike. Partiyeke wisa wê karibe hemû pirsgirêkên li Tirkiyeyê çareser bike. Geşbûna projeya HDP’ê wê karibe şer bide sekinandin û pirsgirêkên ekonomîk çareser bike. Lê a niha di şexsê HDP’ê de dixwazin Berxwedana Kobanê were darizandin. Em di televîzyonan de temaşe dikin dewleta Tirk HDP’yiyan dixe girtîgehê. Darizandina HDP’ê ya ji ber Kobanê bêedaletiyeke mezin e. Ev doz tê wateya piştgiriya DAÎŞ’ê. Dixwazin tola têkçûna DAÎŞ’ê ji HDP’ê bistînin. Li Kobanê bi qasî Kurdan ji bo gelên Tirkiyeyê û hemû mirovayetiyê berxwedan hate kirin. Ne kesên ku piştgirî dane berxwedana Kobanê û HDP, divê DAÎŞ û şirîkên DAÎŞ’ê werin darizandin.”

TIRKIYEYÊ PIŞTGIRIYEKE XURT DA DAÎŞ’Ê

Şervanê YPG’ê Zerdeşt Dilovan ê ku di berxwedana Kobanê de birîndar bûbû diyar kir ku heta niha OSO, Îhvan-i Muslim, Cephet El Nusra û çeteyên DAÎŞ’ê êrîşî şoreşa Rojava kirine û dewleta Tirk berê van çeteyan daye Rojava. Tolhildan got “Dewleta Tirk her cure alîkarî da van çeteyan. Tirkiyeyê piştgirî da êrîşa li ser Kobanê ya ku bi destê DAÎŞ’ê hate kirin.

DAÎŞ heta berxwedana Kobanê li qadên ku dagir kiribû nêzî sînorê Tirkiyeyê bû. Lê dewleta Tirk rojekê fîşekek bera DAÎŞ’ê neda. Berevajî wê her cure alîkarî da DAÎŞ’ê. Tirkiye ji bo DAÎŞ’ê bû deriyê derbasbûnê. Ji her dera Ewropa û dinyayê çete hatin Tirkiyeyê û derbasî Sûriyeyê bû. Çeteyên hatin Tirkiyeyê ji Girê Spî derbasî Sûriyeyê dibûn.

Ji bo DAÎŞ’ê têkçûnê li Kobanê dest pê kir. Berxwedana me û gelan ev tişt pêk anî. Dema ku me li dijî DAÎŞ’ê şer dikir, Tirkiyeyê ev tişt li dijî xwe dihesiband. Ji ber vê jî piştre berê DAÎŞ’ê dan ser gelê li Bakur û HDP’ê. DAÎŞ’ê êrîşî wan kir. DAÎŞ’ê li Sirûc, Enqere, Dîlok û li her dera ku piştgiriya berxwedana Kobanê dihate kirin, êrîş kir. Di nav piştgiriyên berxwedana Kobanê de xwe teqandin.”

Zerdeşt Tolhildan diyar kir ku îro jî di şexsê HDP’ê de Berxwedana Kobanê tê darizandin û got “Ev dozeke siyasî ye. Darbeyek e. Dixwazin li ser HDP û aliyên din ên Tirkiyeyê hukmê xwe ava bikin. Bi têkçûna DAÎŞ’ê re û qedandina wê ya li Baxozê re dixwazin tola vî tiştî ji HDP û gelê Bakurê Kurdistanê bistînin.”

ÇETEYÊN DAÎŞ’Ê JI TIRKIYEYÊ DERBASÎ KOBANÊ BÛN

Şervanekî gazî yê berxwedana Kobanê Canpolat Fedakar jî diyar kir ku Tirkiye ji destpêkê ve piştgirî daye DAÎŞ’ê û îro di şexsê HDP’ê de Berxwedan Kobanê tê darizandin. Canpolat Fedakar got “Min bi çavê xwe dît ku ji ser sînorê Bakurê Kurdistanê çeteyên DAÎŞ’ê çawa êrîş kirin. Li Bakurê Kobanê gundê Tilşar hebû. Çeteyên DAÎŞ’ê ji wê derê derbasî Kobanê dibûn. Çete kom bi kom diçûn. Me didît. Me carinan li wan dida.

Ez ê nikaribim bi peyvan qala êrîş û berxwedana li Kobanê bikim. DAÎŞ’ê bi hovane êrîşî Kobanê kir. Em şervanên YPG û YPJ’ê bi hêza ku me ji gel û şehîdên xwe stend, me li ber xwe da. Gelê Bakurê Kurdistanê bi mehan û rojan li ser sînor li ber xwe da. Her çar parçeyên Kurdistanê bûn yek. Gel sînor ji holê rakir û hêz da me.”

Canpolat Fedakar diyar kir ku dewleta Tirk hê jî serfiraziya Kobanê qebûl nekiriye û got “Ji ber ku dewleta Tirk xwe wekî dijminê Kurdan dibîne. Tê bîra min di dema Kobanê de Erdogan digot ‘Wê Kobanê bikeve’ Dema ku DAÎŞ’ê êrişî Kobanê kir, li Helebê di navbera rejîm û OSO’yê de şer heû. Erdogan û çapemeniya Tirk ev şer derdixist pêş. Nedixwest hêzên navneteweyî piştgiriyê bidin berxwedana Kobanê. 

Dewleta Tirk îro jî dijminatiya gelê Kurd û Rojava dike. Ji ber vê doz li HDP’ê vekiriye. HDP dixwaze doza Kurdan bi rêyên demokratîk were çareserkirin. Dewleta Tirk jî dixwaze me qir bike. Îro demokratên li Tirkiyeyê û mirovayetiya azadîxwaz divê li hemberî ev polîtîkayên dewleta Tirk bin. Divê nehêlin ku di şexsê HDP’ê de Berxwedana Kobanê were darizandin.”