Li Kampa Waşokanî tecrîd hate şermezarkirin

Koçberên li Kampa Waşokanî ya Kantona Hesekê dijîn, bi armanca protestokirina tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan meşiyan û piştre jî mîtîngek lidar xistin.

Meclîsa kampa Waşokanî bi koordîneya Kongreya Star xwepêşandanek organîze kir.

Bi sedan koçberên Waşokanî tevlî meşê ku heta ketina kampê dewam kir bûn. Xwepêşandêran dirûşmên ku sûcên dagirkeriya Tirk şermezar dike, berz kirin.

Di têketina kampê de, meş veguherî mîtîngê. Ji endamên rêveberiya Kongreya Star Besîme Mihemed axivî û tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatiye ferzkirin, şermezar kir. Mihemed got: “Em tevahî kiryarên li dijî mirovahiyê ku ji aliyê dewleta Tirk ve li dijî gel û azadiya wê tê meşandin, şermezar dikin.”

Mihemed anî ziman ku dewleta Tirk bi tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û qedexeya hevdîtina wî bi malbat û parêzeran re, hewl dide vîna gelan bişikîne. Mihemed destnîşan kir ku her ku ew banga azadiya Ocalan dikin, êrîşên dewleta Tirk a dagirker li dijî xaka Kurdistanê jî zêdetir dibin.

Mîtîng bi bezkirina dirûşmên şermezarkirina dewleta Tirk û silavkirina berxwedana Ocalan bi dawî bû.