Li Helebê xwedî li berxwedana gerîla hate derketin
Şêniyên taxên Şêx Meqsûd û Eşrefiye yên Helebê li dijî êrîşên li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê hatin ba hev û xwedî li berxwedana gerîla derketin.
Şêniyên taxên Şêx Meqsûd û Eşrefiye yên Helebê li dijî êrîşên li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê hatin ba hev û xwedî li berxwedana gerîla derketin.
Ji bo şermezarkirina êrişên artêşa Tirk a dagirker ên li dijî Herêmên Parastinê yên Medyayê yên ji 23’yê Nîsanê ve dewam dikin, li taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê xwepêşandanek hat lidarxistin. Xwepêşandan bi dirûşmeya “Bi ruhê berxwedana Garê em bi ser ketin, em ê li Avaşîn, Zap û Metîna jî bi ser bikevin” li dar ket.
Bi hezaran şêniyên her du taxan û endamên partiyên siyasî û saziyên sivîl li pêşiya hola civînan a Meclisa Taxa Şêxmeqsûd kom bûn. Beşdaran wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, wêneyên şehîdên HPG’ê, alayên Kongreya Star, Meclisa Malbatên Şehîdan û PYD’ê hildan.
Xwepêşandanê di kolanên taxê re dewam kir û li Çerxerêya Şehîd Gulê Selmo veguherî mîtîngê. Li wir, endama Koordînasyona Kongreya Star a Helebê Amne Xidiro axivî û pesna berxwedana lehengane ya gerîlayên HPG`ê ya li Avaşîn, Metîna û Zap da.
Endama Koordînasyona Kongreya Star Sultane Mihemed jî bêdengiya navneteweyî li hemberî sûcên dagirkeriya Tirk li Herêmên Parastinê yên Medyayê û li herêmên dagirkirî yên Bakur û Rojhilatê Sûriyê û bikaranîa çekên kîmyewî di şerê li dijî gerîla de, şermezar kir.
Axaftvanan her wiha bal kişand ser armanca rasteqîn a sûcên dewleta Tirk a dagirker û got: “Dixwazin me qir bikin, dîrok û nasnameya gelê Kurd tune bikin. Çawa em li Garê bi ser ketin, em ê berxwedana xwe hera serkeftinê dewam bikin.”
Her wiha bang li partiyên Kurd kirin ku refên xwe bikin yek û li hemberî faşîzma Tirk bisekinin.
Mîtîng bi dirûşmên silavkirina berxwedana gerîla bi dawî bû.