Dewleta Tirk û çeteyên wê Efrîniyan derdixin, bi xwe bi cih dibin

Rêxistina Mafê Mirovan a Efrînê ragihand ku dewleta Tirk û çeteyên wê li gundê Avraz ê navçeya Mabata ya Efrînê çeteyan 3 malbatên Efrînî ji mal derxistin û li şûna wan malbatên xwe bi cih kirin. Çete li cihên Êzidyan jî mizgeftan ava dikin.

Rêxistina Mafê Mirova a Efrînê, binpêkirinên mafê mirovan û sûcên şer ên dewleta Tirk û çeteyên wê her roj eşkere dike.

Rêxistinê li ser malpera xwe ya fermî ya înternetê daxuyaniyek da û diyar kir ku koma çeteyên Lîwa El Şemal, 3 malbatên Efrînî yên li gundê Avraz a navçeya Mabata derxistine ûli şûna wan çeteyan malbatên xwe bi cih kirine.

Hate ragihandin ku çeteyan malbata Mihemed Nasan, li gel kurê wî û zavayê wî Mihemed Mistefa derxistine.

Li aliyê din, komeleya ‘Ehalî Filistîn 48’ a dewleta Tirk destek dike, li gundê Şadira ya Êzidî lê dijîn dest bi avakirina Mizgeftekî Filistînî kiriye.

Her wiha dewleta Tirk a demografiya herêmê dide guherîn wê bi navê Bebû Bekir El Sedîq mizgeftek ava bike.

Komeleya Ehalî Filistîn 48 a ji aliyê Filistîniyên sala 1948’an koçî Sûriyeyê kiriye ve hatiye vakirin, fînanseya avakirin mizgeftê dike.

Li gorî daneyên Mala Çavdêriyê ya Mafê Mirovan a Sûriye (SOHR), zêdetirî 500 Filistîniyên ji derverên cihê yên Sûriyeyê koçber bûne, li malên Efrîniyên bi darê zorê hatine koçberkirin, hatine bicihkirin.

Her wiha li gundê Bafilûnê ya Êzidî lê dijîn saziyên dagirker ên hatine avakirin, rê nadin Êzidiyên koçber bûne vegerin ser malên xwe.