Li Kobanê bi merasîmeke heybet 2 şehîd spartin axê û 5 şehîd jî bibîr anîn

Li Kantona Kobanê bi merasîmekê şervanên YPG’ê Fewaz Mihemed û Beşar Selmo yên dem û cihên cuda şehîd bûbûn li Goristana Şehîd Dîcle spartin axê û 5 şervanên din ên li dem û cihên cuda jî şehîd bûbûn bibîr anîn.

Merasîm bi tevlîbûna şêniyên Kantona Kobanê li Goristan Şehîd Dicle bi deqeyek rêzgirtinê destpê kir. Di merasîmê de jî 5 şervanên azadiyê yên bi navê Ferhan El-Elî (Ebû Besam), Şiyar Îsmaîl (Dilsoz Cesûr), Îbrahîm Bekir (Bahoz Kobanê), Talîvan Terbûş (Bêrîtan Kobanê) û Osman Mihyedîn (Kemal Pîr) yên şehîd bûbûn, hatin bibîranîn.

Piştî rêzgirtinê dayika şehîd Dilsoz, Mehbûba Îsmaîl axivî û got:" Dilsoz îro ne tenê kurê min e, lê belê kurê her dayikeke azad a her çar paçeyên Kurdistanê ye û ez vê erda ku ji berdêla min ew hembêz kiriye pîroz dikim û ji dijminê gelê Kurd re dibêjim bi şehadeta Dilsoz kêfxweş nebin, îro ew şehîd e û em jî tevahî li ser rêya wî ne."

Dayika şehîd wiha got: "Ez îro dayika her şehîdekî me ku ji bo vê xakê canê xwe daye, ger ji destên min bihata min ê tevahiya şehîdên xakê bikirane zarokên xwe, ger bizanibim kurê min li kû deverê şehîd ketiye min ê gulek danîba ser wî erdî da ku azad mezin bibe wekî ku kurê min ê şehîd Dilsoz mezin bû."

Hevserokê Meclîsa Malbatên Şehîdan a herêma Firatê Arif Balî axivî û got: "Kesên dixwazin vîna biryarên me li Herêmên Parastinê yên Medyayê bişikînin, heman kesên ku zarokên me li Dêra Zorê qetil kirine, kujer yek e û rû pir in." Balî bang li gelê azad ê li herêmê kir ku dengê xwe li dijî terorê bilind bikin, da ku li dijî dijminên xwe bisekinin û bigihêjin azadiyê.

Endama rêveber a Tevgera Jinan a Herêma Firatê Sultane Hemîdo jî avivî û got: "Divê her kes wateya şehadetê bizanibe û divê ew jî bizanibin ku vîna azad a gelan bi hêsanî nayê, lê belê pêwîstiya wê bi dayîna berdêlan heye, van lehengan rastî nas kir û gihaştin asta şehadetê."

Sultane Hemîdo da zanîn ku gotin têra berdêlên şehîdan nakin, wan bi xwîna xwe rêya azadî û demokrasiyê xêz kirin, da ku li ser bimeşin, ji lewre divê ew dengên xwe li dijî her kesên ku dixwazin destketiyên şehîdên wan têk bibin, bilind bikin.

Piştî axaftinan, Meclîsa Malbatên Şehîdan a Herêma Firatê nasnameyên şehadetê radestî malbatên şehîdan kirin.