WHO'yê derziya dijî Covîd-19 destpêkê da herêmên dagirkirî

WHO ku divê derziya dijî Covîd-19 bi rengekî wekhev li tevahiya Sûriyeyê belav bike, ewilî da herêmên ku ji aliyê dewleta Tirk ve hatine dagirkirin. Eşkere bû ku soza WHO'yê ji bo derziyê daye Rêveberiya Xweser bi cih neaniye.

Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanê (WHO) ji bo derziyên ku li dijî vîrûsa koronayê li asta navneteweyî bên belavkirin, bi navê Hewldana COVAX'ê dest bi kampanyayekê kiribû. Ev kampanya bi taybetî ji bo welatên ku koçber û penaber lê gelek in û ji bo herêmên ku şer lê diqewimin hate destpêkirin. Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanê di vê çarçoveyê de soz dabû ku ji meha Adarê heta meha Gulanê 90 hezar derziyan bide herêmên Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê.

Rêveberiya Xweser jî plana wê dikir ku van derziyan destpêkê ji bo mirovên bi nexweşiya giran û xebatkarên tenduristiyê bi kar bîne ku di nava koma metirsîdar de ne. Lê belê li gorî agahiyan, heta niha hejmareke gelekî kêm derzî gihîştiye herêmên rêveberiya xweser. Li gorî agahiyên ku rayedarên Rêveberiya Xweser dane ajansên navneteweyî, heta niha nêzî 700 derzî hatine şandin, lê hemû jî radestî nexweşxaneyek li Qamişloyê hatiye kirin ku ev nexweşxane bi rejîma Şamê re dixebite.

203 HEZAR DERZÎ DA HERÊMÊN DAGIRKIRÎ

Ji bilî vê nexweşxaneya li Qamişloyê, derzî negihîşt ti ji nexweşxaneyên li Rojavayê Kurdistanê û herêmên Rêveberiya Xweser. WHO'yê hefteya derbasbûyî 203 hezar derzî da herêmên ku ji aliyê dewleta Tirk ve hatine dagirkirin.

Rêxistina Doktorên Sînornenas (MSF) ku navenda xwe li bajarê Cenevre yê Swîsreyê ye, WHO rexne kir, ji ber ku derziyan li gelek herêman bi taybetî jî li Sûriyeyê bi rengekî wekhev belav nake. MSF'ê diyar kir ku ji daxuyanî û hejmarên fermî gelekî zêdetir, mirov nikarin derzî û testan bi dest bixin.