Li Qamişlo berxwedan gerîla hate slavkirin

Li navçeyên Qamişlo tecrîd û êrîşên Tirk hatin şermezarkirin, berxwedana gerîla hate slavkirin.

Artêşa Tirk a dagirker bi armanca dagirkirinê êrişeke bejahî û hewayî bir ser Herêmên Parastinê yên Medyayê. Li bajarên kantona Qamişlo bi xwepêşandanên girseyî êriş û tecrîda li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah  Ocalan hatin şermezarkirin û berxwedana hêzên gerîla hate silavkirin.

TIL HEMÎS

Xwepêşandêr li pêşiya Şaredariya Gel a bajarokê Ceza ya girêdayî navçeya Til Hemîsê kom bûn. Şêniyan wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û pankertên bi nivîsên “Azadiya rêber Apo azadiya me ye, berxwedana gerîla rûmeta me ye” û “azadî ji bo rêbertî” rakirin û dirûşmeyên silavkirina berxwedana gerîla berz kirin.

Xwepêşandêr di kolana sereke ya bajarok re geriyan û li pêşiya avahiya meclisa bajarok rawestiyan. Li wê derê bi navê Meclisa Bajarokê Ceza Muhened El-Hisên wiha axivî: “Em piştgiriyê didin azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û berxwedana ku şervanên me li çiyayên li diîj çete û xayînan raber dikin.”

Endama rêveberiya Kongreya Star a navçeya Til Hemîsê Neyra El-Hemko jî bang li civaka navneteweyî û rêxisitnên mirovî kir ku tecrîda li ser Ocalan bi dawî bikin.

Her wiha endama Komîteya Perwerdeyê ya girêdayî Desteya Perwrede û Fêrkirinê ya herêma Cizîrê Malik El-Ebdullah, êrişên dagirkeriya Tirk li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê şermezar kir û got: “Em bi we  û doza we re ne.”

Endamê Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) li bajarokê Ceza Mansûr El-Ebdullah jî tecrîda li ser rêber Ocalan şermezar kir û bang li rêxistinên cîhanî kir ku zextê li dewleta Tirk bikin da ku tecrîdê bi dawî bike.

TIL BIRAK

Xwepêşandan ji pêşiya çerxerêya Firinê ya li navçeyê dest pê kir û li nêzî Qada Şehîdan veguherî mîtîngê.

Li wir, cîgira hevserokatiya Meclisa Navçeya Til Birakê Emîne El-Xelîf axivî û diyar kir ku armanca dewleta Tirk ji êrişên li dijî Herêmên Parastinê yên Medyayê, berfirehkirina herêmê dagirkeriyê ye.

Her wiha endama Kongreya Star a navçeya Til Birakê Rusul El-Hesen êrişên dagirkeriya Tirk li dijî herêmên Zap, Metîna, Avaşîn şermezar kir û wiha got: “Dagirkeriya Tirk êrişên xwe li dijî Herêmên Parastinê yên Medyayê li Başûrê Kurdistanê, dewam dike û hemû cureyên çek û balafirên şer bi kar tîne. Gerîla li hemberî êirşan bi lehengî li ber xwe didin.”

Rusul got ji ber ku hevalên wan xwe bi fikr û felsefeya rêber Ocalan bi çek kirine, dê teqez bi ser kevin.

Her du xwepêşandan bi dirûşmên silavkirina berxwedana gerîla û rakirina tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi dawî bû.