Welatiyên Bakur û Rojhilatê Sûriye dewleta Tirk protesto kirin

Li gelek bajarên Bakur û Rojhilatê Sûriye, êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk a li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê protesto kirin.

TIL KOÇER

Xwepêşandêran pankartên “Na ji bêdengiya navneteweyî ya li hemberî qirkirina gelê Kurd re”, “Na ji dagirkeriya Tirk a DAÎŞ`î re” rakirin û dirûşman êrîşên artêşa Tirk a dagirker li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê protesto kirin

Xwepêşandan ji pêşiya Dibistan Şewafe destpê kir û li naverasta navçeyê veguherî mîtîngê. Li wir, Hevserokê Meclîsa Navçeya Til Koçerê Newaf Xedan axivî û got: “Em li hemberî êrîşên artêşa Tirk a dagirker ku tunekirina gelê Kurd armanc dike, li kêleka gerîla ne.”

Xedan diyar kir ku ew ê li hemberî komployên dewleta Tirk yekdest bin.

Xwepêşandan bi dirûşmên şermezarkirina êrişên dagirkeriya Tirk bi dawî bû.

QAMIŞLO

Kongreya Star bi daxuyaniyekê êrîşên dewleta Tirk ên li dijî Herêmên Parastinê yên Medyayê protesto kirin. Daxuyanî li taxa Cûdî ya bajarê Qamişloyê ji aliyê endama Kongreya Star Leyla Ehmed Îbrahîm ve hate xwendin.

Di daxuyaniyê de bi navê hemû pêkhateyên herêmê siyaset û êrîşên dewleta Tirk ên li dijî HPG`ê li Herêmên Parastinê yên Medyayê, hatin protestokirin. Her wiha hate destnîşankirin ku dewleta Tirk ji beriya salan ve êrîşên xwe li dijî gel û herêmê didomîne, lê serkeftin a lehengên çiyayên Kurdistanê ye.

Kongreya Star di daxuyaniya xwe de destnîşan kir ku dewleta Tirk a faşîst bi rêya bikaranîa çekên giran û yên qedexekirî di qada navneteweyî de nikare îradeya gelê Kurd bişikîne û wiha hate dewamkirin: "Em tecrîda li ser Rêber Abdullah Ocalan şermezar dikin û fikr û felsefeya wî ji tevahî cîhanê re bûye mînak."

Di dawiyê de Kongreya Star soza şopandina rêya şehîdan da.

ŞEHBA

Bi dehan endamên yekitiyê, saziyan û yekîtiyan li pêşiya navenda yekîtiyê ya navçeya Ehdas a Kantona Şehbayê kom bûn.

Daxuyanî bi zimanê Kurdî û Erebî ji aliyê endama Yekîtiya Êzidiyan Orîvan Menan ve hat xwendin. Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku derbasbûna artêşa Tirk a dagirker li Başûrê Kurdistanê û avakirina bi dehan baregehên leşkerî, armanc jî guhartina demografî, qirkirin û desteserkirina xêr û berên herêmê ye.

Di daxuyaniyê de girtina ava Firatê li ser Sûriyê û qutkirina ava vexwarinê li ser kantona Hesekê, bi kiryareke bêexlaqî hate binavkirin.

Di dawiya daxuyaniyê de êrîşên dewleta Tirk ên li dijî Başûrê Kurdistanê û Herêmên Parastinê yên Medyayê û qutkirina ava Firatê ji ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê hate protestokirin.