Cenazeyê endamê Hêzên Ewlekariya Hundirîn Îsmaîl veşartin

Cenazeyê endamê Hêzên Ewlekariya Hundirîn Îbrahîm Îsmaîl ê ku li Kantona Şehbayê di encama topbarana artêşa Tirk de şehîd bûbû, li gundê Um Heweş bi merasîmekê veşartin.

Bi tevlîbûna hezaran koçberên Efrînê û Şehbayê yên ji pêkhateyên weke Kurd, Ereb û Turkumen li pêşiya nexweşxaneya Avrîn a li navçeya Fafînê ya Kantona Şehbayê kom bûn, da ku cenazeyê şehîd Îbrahîm Îsmaîl ê ji pêkhateya Ereb wergirin.

Merasîm bi rêzgirtinê destpê kir, piştre endamê rêveber ê Meclîsa Malbatên Şehîdan a Kantona Şehbayê Mihemed Welo axivî û sersaxî ji malbata şehîd re xwest. Mihemed Welo got: "Bi saya kedên şehîdan ji zarok û birayên me, me karî xwe û destkeftiyên şoreşa xwe ya gewre biparêzin."

Mihemed Welo diyar kir ku şêniyên herêma Efrînê dê şopdarên rêya şehîd Îbrahîm Îsmaîl bin, heta pêkanîna armancên wan ên avakirina civaka demokratîk û azad.

Endama rêveber a Meclîsa Jinan a Kantona Şehbayê Fatme Cimo komkujiyên artêşa Tirk a dagirker ên li dijî sivîlan şermezar kirin.

Piştre endama Komîteya Perwerdeya Civaka Demokratîk a Herêma Efrînê Şêrîn Silêman nasnameya şehîd xwend û radestî malbatê kir.

Cenazeyê şehîd li gundê Um Heweş hate veşartin.