QSD: Operasyona li Geliyê Ecîcê bi dawî bû

QSD’ê ragihand ku operasyona li dijî DAÎŞ’ê ya bi desteka Koalîsyona Navneteweyî ya Li Dijî DAÎŞ’ê ya li Geliyê Ecîcê dabû destpêkirin, bi dawî kir.

Navenda Ragihandinê ya Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) dauxyaniyek da û ev agahî parve kir: Hêzên me îro 12`ê Gulanê operasyona lêgerînê ya li Geliyê El-Ecîc ê li bakur rojhilatê gundewarê Dêra Zorê bi dawî kir.

Operasyon bi desteka Koalîsyona Navneteweyî ji aliyê bejahî û hewayê ve heta 4 rojan berdewam kir. Her wiha balafirên koalîsyonê li asîmana herêmê geriyan û bi moşekan hinek nuqteyên diyar ên DAÎŞ`ê kirin hedef.

Hêzên me bi armanca deşîfrekirina rêya qaçaqtî ku çeteyên DAÎŞ`ê ji bo ku di nava herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê de tev bigerin û biçin Iraqê, operasyon li herêma Geliyê El-Ecîc lidar xist. Di encamê de rê û tunelên ku çete xwe û cebilxaneyên xwe tê de vedişartin hatin şîfrekirin. Ji wan 12 hatin ruxandin.

Di heman çarçoveyê de hêzên me, dewriye li nêzî sînorên bi Iraqê re û herêmên li rex çemê Firatê pêk anîn. Bi gelek şêniyên herêmê re axivîn û ji wan re teqez kirin ku ji bo parastina wan ji şaneyên DAÎŞ`ê, operasyon li dar xistiye.”