Li Bakur-Rojhilatê Sûriyeyê ciwan li dijî dagirkeriyê daketin qadan

Li dijî êrişên dewleta Tirk ên li ser Başûrê Kurdistanê, li bajarên Şehba, Girkê Legê, Qamişlo, Kobanê, Minbic û Tirbespiyê yên Bakur-Rojhilatê Sûriyeyê ciwan daketin qadan û çalakî li dar xistin.

Ciwanên ku li gelek bajarên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê daketin qadan, êrişên dagirkeriyê yên dewleta Tirk ên li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê şermezar kirin û Pêngava Şoreşgerî ya Bazên Zagrosê silav kirin.

ŞEHBA

Bi dehan ji endamên Tevgera Ciwanên Şoreşger a herêma Efrînê li pêş Meclisa Kantona Şehbayê ya navçeya Fafînê ya Şehbayê kom bûn, wêneyên Rêber Ocalan, alên Tevgera Ciwanên Şoreşger û meşale rakirin û dest bi meşê kir û li tevahî kolana sereke ya Fafînê gerîn û diruşmên silavkirina berxwedana gerîla berz kirin.

Dema ciwanên gihaşt qada Dibistana Ajotinê ya Fafînê deqeyeke rêz girt û piştre daxuyanî bi zimanê kurdî ji hêla Dunya Bekir û bi zimanê erebî ji hêla Nacî Selame ve hat xwendin.

Di daxuyaniyê de wiha hate gotin:

"Ji sedan sal ve dewleta Tirk a faşîst bi hemû rêbaz û sûcên hovane hewl dide gelê Kurd û gelên herêmê têk bibe, dixwaze tevahî xaka Kurdistanê dagir bike. Li her devera ku banga azadiyê heye, komkujiyan pêk tîne. Dewleta Tirk a faşîst xwe dispêre siyaseta komkujiyan.

Bi destpêkirina şoreşa rizgarkiriya Kurdistanê ya bi pêşengtiya PKK’ê re, dema vejandin û pêkanîna azadiya Kurd dest pê kir, ew jî di dema ku Kurd û Kurdistanê li ber têkçûnê bû, pêk hat. Lê bi derketina PKK’ê re tevahî planên qirkirin û komkujiyan ên dagirkeriyê têkçûn û têkoşîna Rêber Apo jî tevgereke ku nayê têkbirin.

Da ku dewleta Tirk a faşîst xewna têkbirina hebûna Kurd û gelên resen ên herêmê pêk bîne, Kurdistan û Rojhilata Navîn tevahî dagir bike û ji nû ve Osmaniyê vegerîne, hewl dide PKK’ê tesfiye bike ku ew jî garantiya şoreşa azadiyê ye. Plana dagirkirina Herêmên Parastinê yên Medyayê parçeyeke ji armanca dewleta Tirk a dagirker e.

Hewldana dagirkeriyê yak u di 23’yê Nîsana borî de dest pê kiriye, dikeve xizmeta vê armancê. Vê care jî êrişî Metîna, Zap û Avaşînê yên Herêmên Parastinê yên Medyayê kir. Dewleta Tirk a faşîst dixwaze têkbirina li Garê bi rêya van êrişan binixumîne. Ew êriş bi piştevanî û erêkirina hêzên navneteweyî û hikumeta Başûrê Kurdistanê pêk tên. Wek her car PDK’ê rola sîxurtî û îxanetê dilîze.

Dewleta Tirk a faşîst û alîgirên wê dê heman encamê ku li Garê dîtine, bibînin. Dê derbeyên giran ji fedekarên azadiyê wergirin. Ev berxwedan dê li her deverê belav bibe, heta ku rihên dewleta Tirk a faşîst tê têkbirin.

Em bang li tevahî ciwanan dikin, tev li seferberiyê bibin û piştgiriya berxwedanê bikin. Ciwan fedayê Rêber Apo ne. ciwanên xwe bi fikir û vîna Rêber Apo ronî dike. berxwedan û hêrsa ciwanên şoreşger û nîştimanî li herêmê bi giştî û Kurdistanê bi taybet dê bi berxwedana leheng a hêzên gerîla li Zagrosê re bibe yhek û textê dewleta Tirk a faşîst hilweşîne."

GIRKÊ LEGÊ

Bi sedan şênî û Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyê ya navçeya Girkê Legê meşeke meşaleyî ji bo piştgiriya hêzên gerîla di Pêngava Şoreşgerî ya Bazên Zagrosê de û berxwedana li dijî êrişên artêşa Tirk a dagirker ên li Herêmên Parastinê yên Medyayê de li dar xist.

Meş ji Qada Şehîd Xebat Dêrik de, tevî diruşmên şermezarkirina dewleta Tirk a dagirker û piştgiriya gerlîa, dest pê kir.

Dema şênî û ciwan gihaşt têketina bajarok Rimêlanê, Necme Mihemed bi navê Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyê axivî û wiha got: "Em bang li tevahî ciwanên li çar parçeyên Kurdistanê dikin ku tev li seferberiya giştî bibin û li dora berxwedana dîrok ya HPG’ê ya li hember artêşa Tirk a dagirker bicivin."

Necme Mihemed wiha bi dawî kir: "Dê Zap, Metîna û Avaşîn serkeftinekê ji gelê Kurd re li dijî dewleta Tirk a dagiker bîne."

Meş bi diruşmên silavkirina Pêngava Şoreşgerî ya Bazên Zagrosê bi dawî bû.

KOBANÊ

Ciwanên Şoreşger ên li Herêma Firatê meşek bi meşaleyan li dar xist û piştgiriya xwe ya ji berxwedana hêzên gerîla yên li Herêmên Parastinê yên Medyayê nîşan da.

Meş ji pêşiya navenda Ciwanên Şoreşger dest pê kir û beşdaran sloganên"Bijî berxwedana gerîla" berz kirin.

Meş li nêzî yarîgaha gelêrî ya nêzî şaredariyê ya li ser rêya Carablusê deqeyeke rêz girt, piştre Hevseroka Desteya Ciwanan û Werzîşê ya Herêma Firatê Xunaf Xelîl daxuyanî xwend.

Di daxuyaniyê de wiha hate gotin:

"Ji beriya sed salan ve dewleta Tirk a faşîst ji bo pêkanîna hewldanên xwe yên qirkirina Kurdan rêbazên qirêj bi kar tîne û hewl dide hemû erdên Kurdistanê dagir dike û li ku derê daxwazên azadiyê bilind dibe komkujiyan pêk tîne.

Ji bo Kurdan qir bike, Kurdistanê û Rojhilata Navîn dagir bike û Osmaniyan zindî bike dixwaze PKK’ê ku ala şoreşa azadiyê radike tesfiye bike, ji lew re êrişî Herêmên Parastinê yên Medyayê dike.

Mezintirîn artêşa NATO`yê ku li Garê bi bin ket, ji 23`yê Nîsanê ve êrişî herêmên Zap, Avaşîn û Metînayê dike, da ku berê binketina xwe ya li Garê binixumîne, vê êrişê bi piştgiriya hêzên navneteweyî û hikumeta Başûrê Kurdistanê pêk tîne û PDK`ê rola îxanetkar û hevkar tê de dilîze.

Em  bang li ciwanan dikin ku tev li seferberiyê bibin û piştgiriya berxwedana ku beriya çend rojan hatiye ragihandin, bikin."

QAMIŞLO

Tevgera Ciwanên Şoreşger û Yekitiya Jinên Ciwan ên bajarê Qamişlo meşek bi meşaleyan li dar xist û piştgiriya xwe ya ji Pêngava Bazên Zagrosê ya li dijî êrişên artêşa  Tirk ên li herêmên Zap, Metîna û Avaşîn ên Herêmên Parastinê yên Medyayê nîşan da.

Bi dehan endamên Tevgera Ciwanên Şoreşger û Yekitiya Jinan li pêşiya Goristana Şehîd Delîl Saroxan kom bûn û dest bi meşê kir. Di meşê de wêneyên Rêber Apo, alên ciwanên şoreşger û Kongreya Star hatin hildan.

Meş li gel Çerxeriya Enteriyê ya li rojhilatê Qamişlo bi sloganên" Bijî berxwedana Parastina Rewa" bi dawî bû.

MINBIC

Doh bi şev meş ji pêşiya navenda Tevgera Ciwanan a li naverasta bajarê Minbicê dest pê kir û gihaşt Çerxerêya Mîzan a li aliyê rojavayê bajêr. Beşdan pankartên bi nivîsên cuda rakirin.

Endamên Tevgera Ciwanan, Yekitiya Jinên Ciwan a Minbicê û Meclisa Partiya Sûriya Pêşerojê beşdarî meşê bûn.

Meş li Çerxerêya Mîzan veguherî mîtîngê û li wir Hevserokê Tevgera Ciwanan a Minbicê Ehmed El-Cemêlî bi navê Tevgera Ciwanan daxuyanî xwend.

Di daxuyaniyê de ev xal hatin gotin:

"Dewleta Tirk ku bi faşîzma xwe ya li ser bingeha qirkirina gelan sîstem û fikirê xwe ava kiriye tê naskirin, lê bi pêşengtiya şoreşa ku Tevgera Rizgariya Kurdistanê dest pê kir qonaxeke vejîn û rizgariyê dest pê kir, hem ji bo gelê Kurd bi taybet û gelê herêmê bi giştî, di demeke ku Kurd û Kurdistan ber bi qirkirinê ve diçû, lê derketina vê tevgerê hemû planên qirkirin û dagirkeriyê têk birin.

Têkoşîna Rêber Apo bingeha tevgerê ye, ne pêkan e ku hilweşe û bi hezaran ciwanên şoreşger ên ku gihaştine lûtkeya şerê rûmet û namûsê derbe li hêviyên dijmin ên qirkirin û dagirkeriyê anîn."

Meş bi sloganên"Bijî berxwedana li dijî faşîzim û dagirkeriya Tirk" bi dawî bû.

TIRBESPIYÊ

Di heman çarçoveyê de ciwanên şoreşger ên navçeya Tirbespiyê meşek meşaleyan li dar xist û piştgiriya xwe ya ji hêzên gerîla yên li çiyayên Garê, Zap û Avaşîn nîşan da.

Meş ji pêşiya navenda Ciwanên Şoreşger dest pê kir û ciwanan sloganên"Bijî berxwedana gerîla" berz kirin.

Meş li kolanên giştî gerî û li têketina rojavayê navçeyê meş veguherî mîtîngê. Li vir beşdaran deqeyeke rêzgirtin girt, piştre endamê Tevgera Ciwanên Şoreşger Şervan Zîlan axivî û îşaret bi berxwedana gerîla li çiyayên Garê, Zap û Metînayê kir ku ji cîhanê re isbat kir ku gelê Kurd li dijî êrişan li ber xwe didin.

Şervan diyar kir ku ciwanên şoreşger piştgirî didin Pêngavên Bazên Zagrosê ya ku hêzên gerîla ragihandiye.

Di dawiyê de soza şopandina rêya şehîdan heta pêkanîna armanc û hêviyên wan da.