QSD: Operasyona li Geliyê El-Ecîcê dewam dike

QSD’ê bal kişand ku operasyona li Geliyê El-Ecîcê hatibû destpêkirin, didome.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya QSD’ê daxuyaniyek nivîskî da, got: “Operasyona me ya li Geliyê El-Ecîcê hatibû destpêkirin dewam dike.”

Daxuyanî wiha ye:

 "Di 3 rojên borî de de gelek cihên ji herêma geliyê El-Ecîc hatin paqijkirin. Hêzên me bi piştgiriya Koalîsyona Navneteweyî gelek hucreyên veşartî ku rêxistina terorî DAÎŞ`ê ji bo veşartina endam û çekên xwe bikar dianî hatin dîtin û ruxandin.

Her wiha rêyên qaçaxtiyê ku DAÎŞ'ê di veguhestina endamên xwe û tevgera wan de bi kar dianî hatin keşifkirin.

Hêzên Koalîsyona Navneteweyî di seatên şeva borî de hejmarek ji fûzeyan avêtin hinek hedefên li herêma geliyê El-Ecîc û hucreyên veşartî û rêyên qaçaxtiyê kirin armanc. Di heman demê de, balafiran firîna xwe li ezmanê herêmê berdewam kirin bi armanca şopandina tevgera şaneyên DAÎŞ'ê.

Dewriyeyên hêzên me û yên Koalîsyona  Navneteweyî bi hejmarek ji niştecihên herêma geliyê El-Ecîc re civiyan.

operasyona geliyê El-Ecîc ku di 9'ê vê meha Gulanê de bi piştgiriyeke bejahî û ezmanî ya Koalîsyona Navneteweyî dest pê kir."