Li Qamişlo li pêşiya avahiya NY çalakî hate kirin

Li pêşiya avahiya Komîseriya Bilind a Neteweyên Yekbûyî a li Qamilo êrîşên li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê hatin protestokirin.

Di çalakiyê de pankartên "Berxwedana Rêber Apo û berxwedana Bazên Zagrosê berxwedana me ye", alên Kongreya Star, wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatin hildan û dirûşmên silavkirina berxwedana gerîla hatin berzkirin.

Di çalakiyê de, endama Yekitiya Jinên Ciwan Ozgur Ronî wiha axivî: "Dewleta Tirk a dagirker nikare îradeya gelê Kurd û Rêbertî bi rêya ferzkirina tecrîdê têk bibe. Ji ber wê jî êrişî Herêmên Parastinê yên Medyayê kir. Em êrişên dagirkeran şermezar dikin û em ê destekê bidin hêzên gerîla."

Paşê daxuyaniyek ji aliyê rêvebera Kongreya Star a kantona Qamişloyê Hala Faris ve hate xwendin. Di daxuyaniyê de êrişên dewleta Tirk hatin şermezarkirin û hate gotin ku hemû pêkhateyên herêmê van êrişan şermezar dikin, ev siyaset û êrişên dijminahî li çiyayên Kurdistanê ne.

Di dawiya daxuyaniyê de bang li hêzên navneteweyî hate kirin ku rol û erka xwe ya mirovî pêk bînin.

Xwepêşandan bi dirûşman bi dawî bû.