Dewleta Tirk li Şehba û Kobanê zevî şewitandin

Dewleta Tirk a dagirker zeviyên welatiyên Şehba û Kobanê şewitandin.

Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê yên li gundê Til Malîdê, zeviyên ceh û genim ên di navbera gundên Um Hoş û Til Malîd ên Şehbayê şewitandin.

Êrîşên li ser zeviyan dewam dike. Welatiyên ji ber êrîşên çeteyan ditirsin, nikarin mudaxeleyî agir bikin.

Artêşa Tirk û çeteyên wê li Kobanê jî gule bera zeviyên çotkarên dikevin rojavayê bajarê reşandin. Bi kêmanî 100 hezar donim zevî şewitîn bûn xwelî.

Dewleta Tirk û çeteyên wê ji sala 2016'an û vir ve her sal zeviyên dexl û dan dişewitînin.