ROJAVA-SÛRIYE
Hemû Nûçe
-
Li Serêkaniyê çete bi hev ketin
Li Serêkaniyê di navbera komên çete yên bi navê Şuheda Bedir û El-Miwalî de şer derket, gelek çete hatine kuştin. -
Desteya Rûspiyan a Bakur û Rojhilatê Sûriye: Li hember lîstikan baldar bin
Desteya Rûspiyan a Bakur û Rojhilatê Sûriyê piştrast kir ku bûyerên li Minbicê rû dane, armanca wan parçekirina tevna nîştimanî, têkbirina ewlehiya li bajêr û derxistina fitneyê di navbera pêkahteyan de ye. Desteyê bang li êlan kir ku bi lîstokan nexapin. -
Dewleta Tirk êrişî gundekî Girê Spî kir
Dewleta Tirk a dagirker bi çekên giran êrişî gundekî li Girê Spî kir. -
Êrişên dagirkeriyê li Şêxmeqsûdê hate şermezarkirin
Li taxa Şêxmeqsûdê ya Helebê ji bo xwedîderketina li berxwedana gerîlayên HPG'ê meşek hate lidarxistin. Xerîb Hiso li qada çalakiyê axivî û destnîşan kir ku berxwedana li qadên gerîla ji bo gelên Rojhilata Navîn destketiyeke mezin e. -
Şehîdê Hêzên Ewlekariya Hundirîn Xelîl spartin axê
Cenazeyê endamê Hêzên Ewlekariya Hundirîn şehîd Xelîl Hemû ku di Qonaxa Duyemîn a Berxwedana Serdemê de şehîd bûbû li Goristana Şehîdên Berxwedana Serdemê ya li gundê Um Hoş a Kantona Şehbayê spartin axê. -
Eşîrên Tebqayê li ser provakasyona li Minbicê daxuyaniyek da
Eşîrê Tebqayê yên têkildarî provakasyonên çend roj in li dijî Rêveberiya Xweser a Minbicê dewam dike, daxuyanî dan, diyar kir ku heta dagirker ji ser axa xwe bavêjin, wê li gel QSD’ê cih bigirin. -
Malbatên Şehîdan ji bo xwedîlêderketina berxwedana gerîlayan meşiyan
Meclîsa Malbatên Şehîdan a Çilaxa êrîşên dagirker ên dewleta Tirk şermezar kirin û xwedî li berxwedana gerîlayan derketin. -
Bîlançoya meha Gulanê ya Efrînê hate eşkerekirin
Rêxistina Mafên Mirovan a Efrîn-Sûriyeyê ragihand ku di meha Gulanê de jî artêşa Tirk û çeteyên wê êrişî Efrînê û Şehbayê kirin. -
Cenazeyê Şehîd Ebdullah El Recep li Qamişlo spartin axê
Cenazeyê endamê Hêzê Erka Xweparastinê Ebdullah El Recep ê dema li navçeya Şedad a Kantona Hesekê li ser erka xwe bû şehîd ket, li Tirbespiyê bi merasîmeke girseyî spartin axê. -
Dewleta Tirk li Babê zarokek birîndar kir
Hêzên dagirker ên Tirk li Babê li gundekî li sivîlan reşand û zaroyek birîndar kir. -
Li Sûriyeyê 10 salan nêzî 500 hezar kes mirin
Li gorî Saziya Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê, li Sûriyeyê di şerê 10 salên dawî de nêzî nîv milyon mirov mirine. -
Navê sivîlên di girtîgehên Tirkiyeyê de hatine qetilkirin eşkere kir
Rêxistina Mafê Mirovan a Efrînê, navê sivîlên piştî ji Efrînê hatin revandin û şûnde li zindanên Tirkiyeyê hatin qetilkirin eşkere kir. -
Sûcên dewleta Tirk ên nava hefteyekê li Efrînê
Tora Çalakvanên Efrînê, sûcên dewleta Tirk û çeteyên wê yên di nava hefteyekê de ya li ser mirov û xwezayê eşkere kir. -
'Şehîd Bêrîvan û Şehîd Silava rê li pêşiya azadiya jin vekirin'
Malbatên Şehîdan, herdu şehîdên destpêkê yên Efrînê Şehîd Silava û Şehîd Bêrîvan ên ku di destpêka şoreşa rojava de şehîd ketin, bi bîr anîn. -
Li Til Temirê êrîşa çeteyan hate sekinandin
Çeteyan xwestin têkevin gundê Um El Kêf ê Til Temirê. Şervanên Meclîsa Leşkerî ya Til Temirê êrîşa çeteyan dan sekinandin. -
Civaka Êzidî li dijî guherîna demografîk a li Efrînê meşiyan
Li hemberî guherîna demografîk a li Efrînê bi sedan Êzidiyên Efrînê meşiyan. -
Nasnameya şehîdekî Hêzên Xweparastinê hate eşkerekirin
Malbatên Şehîdan ên Til Hemîsê nasnameya endamê Hêzên Xweparastinê Ehmed El Mutleq ê ku di 25ê’ê Sibatê de li Til Hemîsê şehîd bûbû eşkere kir. -
Endamê Hêzên Ewlekariya Hundirîn ji ber sekinandina dil şehîd bû
Hêzên Ewlekariya Hundirîn ragihand ku li Amûdê endamekî wan ji ber ku dilê wî sekiniye şehîd bûye. -
Cenazeyê şehîd Şervan Dîgor hate veşartin
Şêniyên Helebê cenazeyê şehîd Yûsif Bekir (Şervan Dîgor) veşart. -
Cenazeyê şervanê HRE’yê Mezlûm Nêrebiyê veşartin
Bi hezaran şêniyên Herêma Efrînê cenazeyê şervanê HRE’yê şehîd Mezlûm Nêrebiyê yê di Qonaxa Duyemîn a Berxwedana Serdemê de şehîd bûbû bi mersîmekê veşartin. -
HRE nasnameya şervanên xwe Dîgor û Nêrebiyê eşkere kir
HRE’yê nasnameya du şervanên xwe yên 26’ê Gulanê li navçeya Şera ya Efrînê şehîd bûbûn eşkere kir. -
YPG: Hevrêyê me Agirî Qamişlo ji ber qezayeke perwerdeyê şehîd bû
Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê diyar kir ku hevrê wan Mahîr El Abdullah (Agirî Qamişlo) 24'ê Gulanê ji be qezayeke perwerdeyê şehîd ketiye. -
Li Sûriyeyê hilbijartina pêkenok: Esad ji nû ve hate hilbijartin
Di hilbijartinên serokkomariyê de yên li herêmên di bin kontrola hikumeta Şamê de ne hate lidarxistin, weke ku dihate payin, Beşar El Esad ji nû ve hate hilbijartin. -
Şêniyên Efrînê bi meşeke girseyî dagirkeriya Tirk şermezar kirin
Bi sedan şêniyên herêma Efrînê bi meşeke girseyî sûcên dewleta Tirk ên li dijî şêniyên Efrînê û guhertina demografiya herêmê şermezar kirin. -
Artêşa Tirk û çeteyên wê agir berdan daristanên Efrînê
Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê berêvara îro agir bi daristanên hawîrdorê yên çiyayê Hec Hesna û gundên Basilê û Cilbirê yên Efrîna dagirkirî xistin.