Partiyên di bin sêwana MSD'ê de êrîşên dagirkeriyên yên li Başûr û Rojava şermezar kirin

Nivîsgehên partiyên siyasî yên di bin sîwana Meclîsa Sûriya Demokratîk de li bajarê Helebê bi daxuyaniyekê êrîşên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî Herêmên Parastinê yên Medyayê û yên li Sûriyê şermezar kirin.

Nerazîbûnên li dijî êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk a li ser Herêmên Parastinê yên Medya û Rojava-Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dewam dikin. Di vê çarçoveyê de nûnerên partiyên siyasî yên di bin sêwana Meclîsa Sûriye ya Demokratîk (MSD) de li Helebê daxuyaiyek da.

Daxuyanî ji aliyê yek ji rêveberên Meclîsa Jinan a Partiya Pêşerojê ya Sûriyê Xalîde Ebdo ve li Qada Şehîd Destîna ya rojhilatê taxa Şêx Meqsûd ve hate xwendin. Bi dehan nûnerên partiyên di bin sîwana MSD`ê de beşdarî xwendina daxuyaniyê bûn.

Di daxuyaniyê de bal kişand ku rojane dagirker derbên xurt ji gerîla dixwin û got: “Artêşa Tirk a dagirker ku xwe bi hêz û derfetên xwe dibîne wekî çawa li hember berxwedana Heftanîn û Garê têk çû li Metîna, Avaşîn û Zapê jî têk çû û derbeyên giran ji gerîlayên HPG`ê xwar. Tevî ku binketina xwe vedişêre û naxwaze eşkere bike, lê ew rojane bi dehan cenazeyên kuştî û birîndarên xwe bi helîkopteran ji qada şer radike."

Di berdewama daxuyaniyê de hate diyarkirin ku zext û êrîşên  dewleta Tirk a li Sûriyê didomîne, avê li ser gelên Sûriyê qut dike û wiha domand: "Dewleta Tirk aloziya Sûriyê kûr kir bi rêya şandina çeteyên ber bi xaka Sûriyê ve. Îro jî şerê xwe dewam dike û binpêkirinên wê gihaştine asta sûcên şer ên wekî qutkirina avê li ser gelê Sûriyê û bi vê yekê qanûn û pîvanên navneteweyî, binpê dike.”

Di daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku ew wek partiyên Helebê yên di bin sîwana MSD`ê de piştgiriyê didin gelê Sûriyê û bang li dewletên ku Peymana Avhewayê ya Parîsê îmze kirine ku zextê li dewleta Tirk bikin da ku ava çemê Firatê berde da ku karesat çênebin.