ROJAVA-SÛRIYE
Hemû Nûçe
-
Cenazeyê Şervanê Erka Xweparastinê El-Ehmed li Minbicê veşartin
Şêniyên Minbicê cenazeyê şervanê Erka Xweparastinê Reed Mislet El-Ehmed li Goristana Şehîdan bi merasîmekê veşartin. -
QSD’ê nûçeyên Wezareta Parastinê ya Tirk derewand
QSD’ê têkildarî nûçeyên Wezareta Parastinê ya Tirk a hêzên QSD’ê li Serêkaniyê û Babê çalakî kirine, peymek da û diyar kir ku ev agahî ne rastin û derew in. -
Dagirkeriya Tirk li Şehba bi meşekê hate protestokirin
Xelkê Şehbayê êrîşên dagirkeriyê yên li ser Başûr û Mexmûrê bi meşekê protesto kirin, berxwedana gerîla jî silav kirin. -
Banga ji bo Efrînê 'zextê li Tirkiyê bikin'
Koordînasyona Partiyên Siyasî yên Efrînê ku ji bo Efrîna dagirkirî hatin cem hev, bang li civaka navnetewî kir ku li dijî sûcên ku dike zextê li ser Tirkiyê bikin. -
'Rejîma Baas dixwaze Kurdan bera ber hev bide'
Alîkara Hevserokatiya Rêveberiya Xweser a Sûriyeya Demokratîk Emîne Osê bal kişand ser bûyerên li Minbîc û Şêxmeqsûdê got “Rejîma Baas dixwaze Kurd û Ereban bera ber hev bide.” -
YPG: Me hucreyeke DAÎŞ’ê hilweşand
Navenda Çapemenî û Ragihandinê ya YPG’ê diyar kir wan hucreyeke DAÎŞ’ê hilweşandine ya ku MÎT’ê ew perwerde dikirin. -
Li gelek bajarên Herêma Cizîrê dewleta Tirk hate protestokirin
Êrîşa ku dewleta Tirk di 5’ê Hezîranê de li dijî Mexmûrê kiribû û êrîşên dagirker ên li dijî Başûrê Kurdistanê tê kirin, li gelek bajarên Cizîrê hate protestokirin. -
HRE: 12 leşker û 2 çeteyên dewleta Tirk a dagirker hatin kuştin
Hêzên Rizgariya Efrînê (HRE) regihand ku di çalakiyên 1-3’yê Hezîranê de yên li Mera, Bab, Ezaz, Efrînê bi giştî 14 leşker û çeteyên dewleta Tirk a dagirker hatine kuştin, 7 jî birîndar bûne. -
Artêşa Tirk û çeteyên wê sivîlek bi êşkenceyê qetil kir
Kiryar û binpêkirinên dewleta Tirk ên li qadên dagirkirî bê navber didomin. Li Efrînê welatiyê bi navê Mihemed Hisên Misto (49) li zîndanên çeteyên Feyleq El Şam a dewleta Tirk destekê dideyê, bi êşkenceyê qetil kir. -
Dewleta Tirk bombeyan li Şêrawayê dibarîne
Artêşa Tirk a dagirker bombeyan li gundekî navçeya Şêrawa ya Efrînê dibarîne. -
Xelkê Kobanê xwedî li berxwedana gerîla derket
Li Kobanê bi sedan kes li dijî êrişên li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê meşiyan û bang li her kesî kirin ku xwedî li berxwedana gerîla derkevin. -
Ciwanên Kobanê û Helebê: Em bi gerîla re ne
Rêxistinên Ciwanên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê êrîşên li ser kampa Mexmûrê û ya li ser gundên Şêrawa şermezar kirin û diyar kirin wê bi gerîla re bin. -
Du gundên Şerayê hatin bomberdûmankirin
Dewleta Tirk a dagirker du gundên Şeraya Efrînê bomberdûman kir. -
PYD: Divê Iraq û Başûr berpirsyariya xwe bi cih bîne
PYD’ê nerazîbûn nîşanî êrîşa li ser Mexmûrê da û bang li rêveberiyên Iraq û Başûr kir ku bila berpirsyariya xwe bi cih bîne. -
Êzidiyên Helebê êrişên li ser qadên gerîla şermezar kirin
Endamên Mala Êzidiyan a Helebê, êrişên dewleta Tirk ên li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê şermezar kirin û diyar kirin ku armanca dewleta Tirk tunekirina gelê Kurd e. -
Li Serêkaniyê teqîn
Li rojhilatê Serêkaniyê di wesayiteke dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê de bombeyek hate teqandin, çeteyên birîndar û kuştî hene. -
Li Şehbayê mayin teqiya: 3 zarok bi giranî birîndar bûn
Li gundê Babnisê yê Şehbayê, doh êvarê mayin teqiya. Di encamê de 3 zarok bi giranî birîndar bûn. -
Li Eyn Îsayê piştî bomberdûmanê agir bi qadê ket
Piştî ku dewleta Tirk a dagirker bejahiya Eyn Îsayê bomberdûman kir, agir bi kampa penaberan a li herêmê ket. -
Ji bo 24 şehîdan şîn hate danîn
Ji bo 24 şehîdên ku li Goristana Şehîd Dîcle hatibûn veşartin û ji ber qedexeya derketina derve şîna wan nehatibû danîn, li Kobanê şîn hate danîn. -
Rêveberiya Xweser endamên malbata çeteyên DAÎŞ’ê teslîmî Hollandayê kirin
Daîreya Têkiliyên Derve ya Rêveberiya Xweser yek jê jin 3 zarokên çeteyên DAÎŞ’ê teslîmî rayedarên hikumeta Hollandayê kirin. -
Bîlançoya meha Gulanê ya êrîşên li ser Minbîcê
Meclîsa Leşkerî ya Minbîcê bîlançoya meha Gulanê ya êrîşên li ser Minbîcê eşkere kir. -
Di bomberdûmana deweleta Tirk de zarokek keç a 14 salî hatiye qetilkirin-NÛ BÛ
Di topbarana dewleta Tirk a saet 01:00’an a li ser gundê Meyasê ya girêdayî navçeya Şêrewa ye Efrînê de, zarokek keç a 14 salî ya bi navê Zeyneb Hisen Îbrahîm hatiye qetilkirin. -
YAT’ê li Şedadê emîrekî DAÎŞ’ê girt
Yekîneyên Antî Teror ên girêdayî YPG’ê bi operasyonekê li gundê Belaliyê ya Şedadê emîrekî DAÎŞ’ê yê bi navê Ebdilkerîm Ebdillah girtin. -
Dewleta Tirk bombe li gundekî Şêrawayê barand
Dewleta Tirk a dagirker bi topbaranê bombe li gundê Birc Qasê ya Şêraewayê barand. -
Li Efrînê teqînek pêk hat
Li taxa Mehmûdiyê ya Efrîn a di bin dagirkeriya dewleta Tirk û çeteyê wê de ye, teqînek bi hêz pêk hat.