Li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê serdanên li şehîdgehan

Li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi wesîleya cejnê serdana şehîdgehan hate kirin.

Piştî nimêja cejnê, xelkê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê serdana şehîdgehan kirin û gul danîn ser gorên şehîdan.

Li taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê, şêniyan serdana Şehîdgeha Berxwedana Şêxmeqsûdê ya li kolana Seken Şebabî kirin.

Malbatên ku serdana şehîdgehan kirin, ji aliyê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD), Hêzên Ewlekariya Hundirîn û Hêzên Paratsina Civakî (HPC) ve hatin pêşwazîkirin. Endamên rêveberiya Meclîsên Malbatên Şehîdan cejn li gel pîroz kirin û xwestin ku cejn bibe wesîleya azadkirina herêmên dagirkirî.

Rêveberên meclîsan ragihandin ku têkoşîn û berxwedan wê dewam bike.

Şêniyan gul danîn ser gorên şehîdan û gorên şehîdan av dan. Malbatan piştre cejn li hev pîroz kirin û şekir li zarokan belav kirin.