Dagirkeran agir berdan zeviyên çandiniyê yên Kobanê

Dewleta Tirk a dagirker û çeteyên di bin rêveberiya wê de, zeviyên çandiniyê yên Kobaniyan şewitandin.

Dewleta Tirk a dagirker û çeteyên di bin rêveberiya wê de, zeviyên çandiniyê yên Kobaniyan şewitandin.

Dewleta Tirk û çeteyên wê yên şeva borî hinek zeviyên li Taxa Cerablûs a dikeve peravên Çemê Firatê şewitandin, ji ber boriyên ava vexwarinê jî şewitîn, ava vexwarinê ya ji bo Kobanê qût bûbû.

Li gorî agahiyên ji rêveberên Midûrê Ava Kobanê hate girtin, çeteyan boriyên ava vexwarinê jî şewitandine. Rayedaran bang li gel kir ku ava xwe li gorî derfetan bikar bîne.