QSD'ê îdîaya 'Efrînê' ya dewleta Tirk li derewê qeliband

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya QSD'ê diyar kir li qadên ku dewleta Tirk li Efrînê bombe kiriye ti hêzên wan nînin û îdîa li derewê qeliband.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya QSD'Ê GOT, ''Wezareta Berevaniyê ya dewleta Tirk a dagirker li ser hesabê fermî agahiyên derew par ve dike. Nûçeyên dûrî rastiyê nîşan didin bê ka dewleta Tirk çi qasî bêgav maye.''

Di daxuyaniyê de hate gotin, ''Dewleta Tirk li herêma 'Dîrî El Furat'' di navbeyna 4 û 8'ê Gulanê de xwedêgiravî 6 şervanên me şehîd kirine. Dewleta Tirk her wiha got di navbeyna 2 û 5'ê Gulanê de hêzên me li Efrînê sivîl bombe kirine. Li herêmên ku dewleta Tirk dibêje ti hêzeke bi ser me ve nîne. Ya ku êrîşê tîne ser herêmê dewleta Tirk e.''