QSD’ê li Ecîcê operasyona ewlehiyê da destpêkirin

Navenda Çapemeniyê ya QSD’ê diyar kir ku wan li Geliyê Ecîcê ya Dêrazorê li dijî DAÎŞ’ê operasyoneke berfireh dane destpêkirin û wê operasyon 4 rojan bidome.

Navenda Çapemeniyê ya QSD’ê diyar kir ku wan li Geliyê Ecîcê ya Dêrazorê li dijî DAÎŞ’ê operasyoneke berfireh dane destpêkirin.

Di daxuyaniya QSD’ê de ev tişt hate diyarkirin:

“Hêzên me û hêzên Koalîsyona Navneteweyî ya têkoşîna li dijî DAIŞ’ê vê sibehê li herêma geliyê Ecîc ê bakurê Dêrazorê dest bi operasyoneke leşkerî ya ewlehî ya berfireh kir. Ev operasyon li dijî şaneyên veşartî û çalak ên rêxistina DAIŞ’ê ya terorîst, eşkerekirina nuqte û çekên wan ku çete û serçeteyên wan li herêmên bi ser sînorê Iraqê ve bi kar tînin, hate destpêkirin.

Operasyon wê 4 rojan berdewam bike, ji saetên vê sibehê de piştî derbeyên moşekan, bombeyên bi şewq û gera balafirên keşfê yên hêzên Koalîsyona Navneteweyî dest pê kir.

Ev operasyon di çarçoveya kedên berdewam ên hevbeş ên hêzên me û hêzên Koalîsyona Navneteweyî li Bakur û Rojhilatê Sûriyê de pêk hat, armanc jê jî têkbirina çeteyên DAIŞ’ê û tevahî rêxistinên terorîst ên dîtir in.”