Şêniyên Efrîn û Şehbayê bi rengekî girseyî li dijî dagirkeriyê meşiyan

Şêniyên Efrîn û Şehbayê li dijî êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li ser herêmên Zap, Avaşîn, Metîna û Bakur-Rojhilatê Sûriyeyê bi rengekî girseyî meşiyan.

Bi hezaran ji şêniyên Efrîn û Şehbayê bi dirûşma "Bi ruhê berxwedana Garê em ê dagirkeriyê têk bibin" li gundê Keferneya yê herêma Şehbayê li hev civiyan.

Girseya gel bi pankart û dirûşmên li dijî êrişên dagirkeriyê heta qada gund meşiya.

Li qada gund piştî dqeyeke rêzgirtinê ji bo bîranîna şehîdan, bi navê Rêveberiya Meclîsa Şehbayê endamê Rêveberiya Meclîsa Jinên Azad a Şehbayê Rîhab Çebo daxuyanî da.

Di daxuyaniyê de hate ragihandin ku êrişên dewleta Tirk a dagirker di çarçoveya siyaseta tunekirinê de li dijî gelê Kurd dewam dike.

Di daxuyaniyê de hate ragihandin ku ew van êrişan qebûl nakin û wê berxwedana xwe geş bikin.