Operasyona QSD'ê ya li dijî DAÎŞ'ê di roja sêyemîn de ye
Operasyona Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) ya li Geliyê Ecîcê yê Dêra Zorê li dijî çeteyan dimeşîne, di roja sêyemîn de ye. Hêzên QSD'ê avêtin ser gelek nuqteyên çeteyan.
Operasyona Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) ya li Geliyê Ecîcê yê Dêra Zorê li dijî çeteyan dimeşîne, di roja sêyemîn de ye. Hêzên QSD'ê avêtin ser gelek nuqteyên çeteyan.
Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) Yekşema bihurî li gundewarê bakur û bakurê rojhilatê Dêra Zorê operasyoneke ewlehiyê û leşkerî ya berfireh dabû destpêkirin.
Operasyon bi armanca têkoşîna li dijî çeteyên DAÎŞ'ê ku li herêma geliyê El-Ecîc û li hemberî sînorê Sûriye-Iraqê bi tevger bûbû, hate destpêkirin.
Hate ragihandin ku hêzên QSD'ê di 72 saetên dawî de gelek rêyên ku çeteyên DAÎŞ'ê ji bo derbaskirina çeteyan û çekan bi kar dianîn, dîtine. Bi dehan xendekên çeteyan bi moşekan hatin teqandin.