Çeteyan li Efrînê dest danî ser 3 hezar û 500 darên zeytûnan

Çeteyên Sermiqend ên di bin kontrola dewleta Tirk de li gundê Kefir Sefrê ya girêdayî Cindirêsê dest danî ser 3 hezar û 500 darên zeytûnan.

Bi destê çeteyên dewleta Tirk Rojavayê Kurdistanê tê talankirin. Çeteyên Semirqend ên di bin kontrola dewleta Tirk a dagireker de ne, li gundê Kefir Sefrê ya girêdayî Cindirêsê dest danî ser 3 hezar û 500 darên zeytûnan.

Li gorî agahiyên hatin girtin navê kesên zeytûnên wan hatine desteserkirin wiha ne:

Henna Mihemed Birîm 2 hezar dar

Muchîm Hac Ebo 700 dar

Reşîd Îbîş 800 dar

Li gorî çavkaniyên xwecihî, hate ragihandin piştî ku darên Reşîd Îbîş hatin birîn û şûnde Îbîş jiyana xwe ji dest daye.