ROJAVA-SÛRIYE
Hemû Nûçe
-
Çend wêne ji pîrozbahiya bi coş a 19'ê Tîrmehê ya li Qamişloyê
Bi wesîleya salvegera Şoreşa Rojava ya 19'ê Tîrmehê li Qamişloyê pîrozbahiyeke bi heybet hate lidarxistin. Çend wêne ji vê pîrozbahiyê... -
Heyeta MSD'ê bi Serokkomarê Fransayê Macron re rûnişt
Navenda Çapemeniyê ya Rêveberiya Xweser ragihand ku heyeta MSD'ê bi Serokkomarê Fransayê Emmanuel Macron re hevdîtin kiriye. -
Pîrozbahiya 19’ê Tîrmehê ya li Qamişlo dawî bû
Di pîrozbahiya salvegera 9'emîn a Şoreşa 19'ê Tîrmehê ya li bajarê Qamişloyê bangên naskirina Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê hatin kirin. -
Li Qamişloyê Şoreşa Rojava bi coş hate pîrozkirin
Şahiya pîrozbahiyên 19’ê Tîrmehê Şoreşa Rojva ya ku ev hefteyek bû destpêkiribû, li Qamişlo bi coş bi dawî bû. -
19'ê Tîrmehê ji tunebûnê bihara gelê Kurd afirand
Şoreşa 19’ê Tîrmehê nûnertiyê ji hêvî û armancên gelan re dike. Bi pêşengiya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê rêya çareseriya aloziya Sûriyeyê destnîşan dike. -
QSD'ê 2 DAÎŞ'iyên din zevt kir
Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) ragihand ku li Dêra Zorê û Hesekê di oeprasyonan de 2 çeteyên DAÎŞ'ê zevt kirine. -
‘19’ê Tîrmehê şoreşa azadiya gelan e’
Hevseroka PYD’ê Eyşe Hiso diyar kir ku Şoreşa 19’ê Tîrmehê deriyê çareseriya aloziya Sûriyeyê ye, ji ber ku projeya biratiya gelan li Rojava pêk anî. -
PAJK: Şoreşa Jinê ya Rojava bû hêvî ji mirovahiya pêşverû re
Koordînasyona PAJK’ê bal kişand ser êrişên dewleta Tirk ên li ser Şoreşa Rojava û got, “Hilweşandin û têkbirina faşîzmê, mîna ku di Şoreşa Rojava de hate kirin wê bi berxwedan û têkoşîna hevpar a gelan bibe.” -
'Bijî Şoreşa Rojava'
Meclîsa Civakî ya Ermen a Bakur-Rojhilatê Sûriyeyê û Tabûra Şehîd Nûbar Ozanyan li ser salvegera Şoreşa Rojava daxuyanî da û got, "Divê em bi hev re Şoreşa Rojava biparêzin, ji bo parastina destketiyên xwe hîn bi pêş ve biçin." -
Hovîtiya dewleta Tirk a dagirker a li Efrînê: 4 şehîdgeh hatin xerakirin
Dewleta Tirk li Efrînê êrişî miriyan, êrişî goran kir; çar goristanên şehîdan ên li bajêr xera kirin, şewitandin. -
Cenazeyê şervanê QSD’ê Ednan El Mirî li Tebqayê hate veşartin
Şervanê QSD’ê Ednan El Mirî di 15’ê Tîrmehê de li Eyn Îsayê şehîd bûbû. Cenazeyê wî li Goristana Tebqayê bi merasîmekê hate veşartin. -
MLKP Kurdistan: Şoreşa Rojava rêya xwe didomîne
Rêxistina MLKP Kurdistanê di salvegera wê ya 9’emîn de Şoreşa Rojava pîroz kir û diyar kir ku şoreş li ser rêya xwe dimeşe. -
MSD’ê di salvegera şoreşê de li hemberî dagirkeran banga yekîtiyê kir
Meclîsa Sûriyeyê ya Demokratîk (MSD) bi wesîleya salvegera 9’emîn a Şoreşa 19’ê Tîrmehê li hemberî dagirkeran banga yekîtiyê kir. -
Enternasyonalîstan ji bo Şoreşa Rojava bang kirin: Em di berxwedanê de yek bin
Kampanya RiseUp4Rojava, Komîna Enternasyonalîst a Rojava, Jinên Ciwan ên Enternasyonalîst ji bo Şoreşa Rojva bang kirin û gotin, "Em di berxwedaniyê de yek bin." -
Rêveberiya Xweser bang li Neteweyên Yekbûyî kir: Bakur-Rojhilatê Sûriyeyê nas bikin
Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi wesîleya salvegera 9'an a Şoreşa 19'ê Tîrmehê daxuyaniyek da û bang li Neteweyên Yekbûyî kir ku Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê nas bike. -
Li Efrîn a dagirkirî teqînek çêbû
Li Efrînê ku ji aliyê dewleta Tirk ve hatiye dagirkirin, wesayiteke bombebarkirî teqiya. Hate ragihandin ku di encama teqînê de gelek dagirker mirine, gelek jî birîndar bûne. -
TEV-DEM: Hêzên navneteweyî ji sûcên li Efrînê berpirsyar in
TEV-DEM'ê ragihand ku Neteweyên Yekbûyî û rêxistinên navneteweyî ji sûcên li Efrînê berpirsyar in. -
Salvegera Şoreşa 19'ê Tîrmehê li Kobanê û Tebqayê hate pîrozkirin
Salvegera Şoreşa 19'ê Tîrmehê li Kobanê û Tebqayê hate pîrozkirin. Di pîrozbahiyan de soz hate dayin ku şoreş bê mezinkirin. -
'Şoreşa Rojava bû hêvî, Tirkiye jî dixwaze vê hêviyê ji holê rake'
Alîkarê Hevserokên Rêveberiya Xweser Hesen Koçer diyar kir, ku dewleta Tirk bi destpêkirina Şoreşa Rojava re bênavber dest bi êrişên dagirkeriyê kir û got, "Şoreşa Rojava ji bo civakan bû hêvî. Dewleta Tirk jî dixwaze vê hêviyê ji holê rake." -
Salvegera şoreşa 19’ê Tîrmehê hate pîrozkirin
Li Girkê Legê û Amûdê şoreşa Rojava ya 19’ê Tîrmehê hate pîrozkirin. -
‘Di goristanan de cenazeyê 73 şehîdan hebû’
Nexweşxaneya Avrînê derbarê goristanên li Efrînê da ya ku dewleta Tirk û çeteyên wê vekiribûn. Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku di goristanan de cenazeyê 73 şehîdan hebû. -
MSD: Divê cenazeyên şehîdên ku gorên wan hatine vekirin, werin dayîn
Meclîsa Sûriyeyê ya Demokratîk bal kişand ser sûcên mirovayetiyê yên dewleta Tirk û xwest cenazeyê şehîdên ku gorên wan hatine vekirin, teslîmî malbatên wan were kirin. -
Şêniyên Minbicê 2 şehîdên Meclîsa Leşkerî ya Minbicê veşartin
Şêniyên bajarê Minbicê bi merasîmekê şehîd Îbrahîm Edhem El-Mihemed û Xalid Mehmûd Ebdullah, veşartin. -
'Şoreşa 19'ê Tîrmehê li ser mîrateya têkoşînê ya bi salan ava bûye'
Alîkarê Hevserokê Rêveberiya Xweser Hesen Koçer got Şoreşa 19'ê Tîrmehê xwe spartiye ser hêza gel, li ser stratejiya siyasî, rêxistinî û civakî ava bûye û got, ''Ji vî alî ve ji bo hemû gelan bûye hêvî.'' -
Li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Şoreşa Rojava hate pîrozkirin
Li gelek bajarên Bakur û Rojihilatê Sûriyeyê salvegera 9’emîn a Şoreşa Rojava hate pîrozkirin.