Nûçeya Lezgîn: Rêber Apo: Cejna Qurbanê ya bê qurbanî li gelê me pîroz dikim

Girtiyê 30 salan bi kêfî nayê berdan

Berdana Mehmet Bahattîn Oncu ku divê 13'ê Hezîranê pêk were, bi biryara Desteya Çavdêrî û Îdareyê ya Girtîgehê ji bo 6 mehan hate taloqkirin.

Desteyê, têkildarî Oncu yê ku 30 sal in girtî ye bi îdîaya 'Rewşa xwe baş nîne û poşman nebûye' rapora neyînî da. Biryar di 5'ê Hezîranê de ji Oncu re hate ragihandin. Parêzerên Oncu diyar kirin ku wê li ber biryarê rabin.

Mehmet Bahattîn Oncu ku sala 1995'an meha Hezîranê li Mêrdînê hate girtin, ji aliyê Dadgeha Ewlekariyê ya Dewletê ya li Amedê ve cezayê girtîgehê yê heta bi hetayê lê hatibû birîn. Oncu heta niha li girtîgehên li Dîlok, Amasya, Sîncan û Tekîrdagê hate ragirtin û herî dawî ji Girtîgeha li Bodrûmê re hate sirgûnkirin.