‘19’ê Tîrmehê şoreşa azadiya gelan e’
Hevseroka PYD’ê Eyşe Hiso diyar kir ku Şoreşa 19’ê Tîrmehê deriyê çareseriya aloziya Sûriyeyê ye, ji ber ku projeya biratiya gelan li Rojava pêk anî.
Hevseroka PYD’ê Eyşe Hiso diyar kir ku Şoreşa 19’ê Tîrmehê deriyê çareseriya aloziya Sûriyeyê ye, ji ber ku projeya biratiya gelan li Rojava pêk anî.
Hevseroka Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) Eyşe Hiso bi wesîleya salvegera 9’an a Şoreşa 19’ê Tîrmehê ji ANF’ê re axivî û Şoreşa 19’ê tîrmehê weke şoreşa jinê ya bi rûmet pênase kir.
Eyşe Hiso bi bîr xist ku gelan bi fikirê azadiyê xwe li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi rêxistin kirin û got, “Şoreşa Rojava tê wateya hêza gel û naskirina wan ji azadiyê re li ser fikir û felsefeya neteweya demokratîk a Abdullah Ocalan. Lewma ev şoreş şoreşeke civakî ye. Dixwaze ku civakê biguherîne, ber bi civakeke exlaqî û polîtîk ve bibe. Di heman demê de li tevahiya cîhanê weke şoreşa jinê tê naskirin. Ji ber ku jinê li her qada vê şoreşê cih girtine, qadên siyasî û leşkerî jî di nav de.”
Hevseroka PYD’ê diyar kir ku projeya Şoreşa Rojava çareseriya aloziya Sûriyeyê ye û wiha dewam kir, “Vê şoreşê nîşan da ku dikare axa xwe û welatê xwe biparêze, biratiya gelan bi awayekî pratîkî pêk bîne. Êrişa li ser vê proje û şoreşê ji valatiyê nehatiye. Ji ber ku neket bi bandora hêzên navneteweyî ên ku dixwestin li ser axa Sûriyeyê projeya xwe pêk bîne.”
Eyşe Hiso bi bîr xist ku Şoreşa Rojava bi berdêla 12 hezar şehîdan û zêdeyî 30 hezar gaziyan pêk hat û destnîşan kir ku li herêmên dagirkirî li Efrîn, Serêkaniyê û Girê Spî ev berxwedan hînê dewam dike.
Hevseroka PYD’ê destnîşan kir ku projeya neteweya demokratîk a li Rojava û li Bakur-Rojhilatê Sûriyeyê bi cih hate anîn, bûye deriyê çareseriyê ji bo tevahiya aloziya Sûriyeyê re.”