Êrîşa DAÎŞ'ê hate şikandin

Hêzên Ewlekariya Hundirîn ên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ragihand ku li Kantona Dêrazorê êrîşa şaneyên DAÎŞ'ê hatiye şikandin.

ÊRÎŞA DAÎŞ'Ê

Navenda Ragihandinê ya Hêzên Ewlekariya Hundirîn li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê der barê êrîşa şaneyên çeteyên DAÎŞ'ê yên li dijî xaleke hêzên wan daxuyaniyek weşand.

Di daxuyaniyê de hat gotin ku şaneke çeteyên DAÎŞ'ê şeva Şemiyê  bi bombeyeke destan êrişî xaleke Hêzên Ewlekariyê ya li gundê El Sebha li rojhilatê Dêrazorê kirin, paşê dema ku vekişiyan gule berdan xaleke parastinê ya stastoyna avdaniyê.

Hêzên Ewlekariya Hundirîn li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê diyar kir ku hêzên wan bersiva êrîşê dan, her wiha dema ku dewriyeke wan ji navenda bajarê El Bisêra ji bo piştgriyê derketibû rastî êrîşê hat.

Hêzên Ewlekariya Hundirîn diyar kir ku wan êrîş têk birine û ti ziyan li hêzên wan nebûye.