Enternasyonalîstan ji bo Şoreşa Rojava bang kirin: Em di berxwedanê de yek bin
Kampanya RiseUp4Rojava, Komîna Enternasyonalîst a Rojava, Jinên Ciwan ên Enternasyonalîst ji bo Şoreşa Rojva bang kirin û gotin, "Em di berxwedaniyê de yek bin."
Kampanya RiseUp4Rojava, Komîna Enternasyonalîst a Rojava, Jinên Ciwan ên Enternasyonalîst ji bo Şoreşa Rojva bang kirin û gotin, "Em di berxwedaniyê de yek bin."
Kampanya RiseUp4Rojava, Komîna Enternasyonalîst a Rojava, Jinên Ciwan ên Enternasyonalîst ji bo salvegera 9'an 19'ê Tîrmehê Şoreşa Rojava daxuyaniyeke hevar dan. Di daxuyaniyê de hate gotin, 'Em di berxwedaniyê de yek bin''
Di daxuyaniyê de êrîşên dagirkeriya qirker a Tirk ên li ser qadên gerîlayên azadiyê yên Kurdistanê hate bibîrxistin û hate gotin,''. Çawa ku em 2014‘an dema Kobanê, 2018 dema Efrînê û 2019‘an dema Serêkaniyê de derketin kolanan, îro jî divê em li kêleka gerîla cih bigirin û li hemberî faşîzmê li herderê deng û têkoşîna xwe bilind bikin.''
Daxuyaniya hevpar a Kampanya RiseUp4Rojava, Komîna Enternasyonalîst a Rojava, Jinên Ciwan ên Enternasyonalîst bi giştî wiha ye:
''Piştgirî bidin berxwedana gerîla li çiyayên Kurdistanê û gelê Rojava
Di 19‘ê Tîrmehê 2012‘an gelê Kobanê qedera xwe kir dest xwe û leşker û rêveberên rêjîmê û Esad ji xaka xwe qewitandin. Bi vî awayî gel dest bi avakirina xwerêveberiyê kir. Roja piştî vê, di 20‘ê Tîrmehê de gelê Efrînê jî bi heman rengî gav avêt û mehên li pey wê gelê Cizîrê jî gav bi gav herêmên xwe rizgarkirin. Li ser vê demê 9 sal derbas bûn.
Rojava têkoşînekê ji bo me hemûyan e
Di van 9 salan de Rojava bi gelek êrîşên dijwar re rû bi rû ma û îro jî ev gef li ser heye. Êrîşên cûr bi cûr ên fizîkî-leşkerî, aborî, îdeolojîk-çandî, civakî û dîplomatîk-politîk di zik hev de tînin. Rojava û Tevgera Azadiyê li çar perçeyên Kurdistanê di nava van şert û mercên zor ên van 9 salên dawî de mîna mertalek li beramberî faşîzmê xwe îspat kir. DAÎŞ bi serkeftî hat têkbirin û xeta serbixwe a gel, ku nabe tarafdarê hêzekê dîtir ê herêmî û navnetewî, hatiye parastin. Ji ber vê Rojava têkoşînekê ji bo me hemûyan e, nîşana hêviyê ye. Îspat û sembolekê ku di sedsala 21‘êmîn de gelên bindest hîn jî dikarin qedera xwe bi destê xwe bixin û dîroka xwe ya rizgariyê bi xwe binivîsin.
Rojava şoreşekê ji bo me hemûyan e
Rojava weke şoreşa avakirina jiyanekê azad xwe daye rûnişkandin. Di vê şoreşa sosyalîst a sedsala 21‘ê de cih ji her kesî re heye. Îro li vir, cihekê ku bi sedan salan ji aliyê mêtingeriyê, netewperestî û nîjadperestî ve hatiye talankirin û fetisandin, Kurd, Ereb, Ermen, Aşurî, Suryanî, Misilman û Xiristyan bi hevre dijîn û hewl didin dinyaya xwe ji nû ve ava bikin. Rojava şoreşekê ji bo me hemûyan e, rê li pêşiya me nîşan dide ji bo azadiya jin, hilberandina ekolojîk û demokrasiyekê ji xwe bawer. Rojava îspata wê ye ku kapîtalîzm ''dawiya dîrokê“ nîne, lê em dîrok bi xwe dinivîsin û em dikarin ji kapîtalîzmê bibihûrin.
Efrîn, Serêkaniyê, Heftanîn, Metîna, Zap û Avaşîn – Berxwedana antî-faşîst
Ruxme ku ji aliyê erdnîgariyê ve piçûk xuya bike jî, Rojava û şoreşa Kurdistanê di bin tehdîtên û xeteriyên ciddî de ye. Çima? Ji ber ku ya heyî lêpirsîn dike û alternatîf diafirîne. Yên faşîst û emperyalîst jê ditirsin, ji ber ku ji hebûn û desthilatdariya wan re xeteri ye. Ji ber vê jî çi ji destê wan tê dikin da ku mîsogeriya şoreşê, PKK û gerîla, tune bikin. Êrîşa ji aliyê dewleta Tirk a faşîst li ser çiyayên rizgarkirî yên Herêmên Parastina Medya êrîşekê li ser tevahî destkeftiyên şoreşê ye. Çawa ku Rojava di eniyên Efrîn, Serêkaniyê û GirêSpî de berdewam tê parastin, îro bi taybetî li Metîna, Zap û Avaşînê tê parastin.
Gerîla, Gel û piştgiriya navnetewî
Serkeftina li hemberî faşîzmê ne dûr e. Ev serkeftin îro û niha mumkin e, heger em fêm bikin ku ti ferq û cudahî navbera gerîla û Rojava de nîne. Em bibînin ku her êrîşekê li ser gerîla di heman demê de êrîşekê li ser Rojava ye. Gerîla, gelê Bakur, Başur û Rojavayê Kurdistanê li ber xwe didin. Ev berxwedanekê li hemberî faşîzm û mêtingeri ye, berxwedanekê ji bo serxwebûn û jiyanekê azad û bi rûmet. Li gorî vê divê em jî îro şoreşê di qada navnetewî de biparêzin. Çawa ku em 2014‘an dema Kobanê, 2018 dema Efrînê û 2019‘an dema Serêkaniyê de derketin kolanan, îro jî divê em li kêleka gerîla cih bigirin û li hemberî faşîzmê li herderê deng û têkoşîna xwe bilind bikin.
Di salvegera 9‘êmîn a Şoreşa Rojava de bi rihê berxwedana gerîla li Metîna, Zap û Avaşînê de em bang li wê dikin saziyên dewleta tirk û alîkarên wê îşqal bikin, bidin sekinandin. Çalakiyên afrîner bikin.
Ji 17‘ê heta 19‘ê Tîrmehê em ji bo piştgiriya gerîla, pîrozkirina rojbûna şoreşê û li dijî faşîzmê dakevin kolanan. Em bi hev re di 19‘ê mehê de sektora turîsmê a dewleta tirk bi çalakiyên afrîner hedef bikin."