ROJAVA-SÛRIYE
Hemû Nûçe
-
QSD’ê nasnameya 3 şervanên xwe yên şehîd eşkere kir
Navenda Çapemenî û Ragihandinê ya QSD’ê nasnameya 3 şervanên xwe eşkere kir yên ku li Eyn Îsa û Reqayê şehîd bûbûn. -
MSD: Ebdulhekîm Beşar dixwaze dewleta Tirk a dagirker pak bide nîşandan
MSD`ê îdîayên Ebdulhekîm Beşar ên ku ti sûc li Efrîna dagirkirî pêk nehatine, şermezar kirin û piştrast kir ku îdîayên wan ên li dijî QSD`ê îsbat dikin ku destê wî di pêkanîna komkujiyan û siyaseta koçberkirinê de heye. -
YPG`ê Wezareta Parastinê ya Tirk derewand
YPG’ê daxuyaniya Wezareta Parastinê ya Tirk a ku li Girê Spî û Serêkaniyê 7 şervanên wan şehîd kirine, derewand. -
Gundên Babê ji aliyê dagirkeran we tê bombekirin
Artêşa Tirk a dagirker gundên Erîmê, Qertwêran û Kawkilî yên dikevin rojhilatê Babê topbaran dike. -
‘Divê li dijî dagirkeriyê yekîtî pêk were’
Hevserokê Meclîsa Rêveber a Herêma Firatê Mihemed Şahîn destnîşan kir ku dewleta Tirk û rejîma Baasê li dijî sîstema demokrasiyê li heman eniyê ne, divê li dijî dagirkeriyê yekîtî pêk were. -
QSD’ê çeteyekî DAÎŞ'ê li Şedadê girt
Yekîneyên Antî Teror (YAT) ên QSD'ê li rojhilatê navçeya Şedadê ya Kantona Hesekê di operasyoneke ewlehiyê de çeteyekî DAÎŞ'ê girt. -
HRE'yê çar caran li dagirkeran dan: 10 mirî, 4 birîndar
Hêzên Rizgariya Efrînê (HRE) ragihand ku li dijî hêzên dagirker ên Tirk çar çalakiyên cuda lidar xistin û herî kêm 10 dagirker hatine kuştin, 4 jî birîndar bûne. -
Meclîsa Leşkerî ya Minbicê: Pêşî li êrişê hate girtin, 5 çete hatin kuştin
Meclîsa Leşkerî ya Minbicê ragihand ku pêşî li êrişa dewleta Tirk û çeteyên wê ya li ser Minbicê hate girtin û di encamê de 5 çete hatin kuştin. -
Guh nadin êrişan, gundê xwe naterikînin
Gundiyên Girê Spî ku dibin hedefa êrişên dewleta Tirk a dagirker, diyar dikin ku êriş ji bo valakirina gundan tênekirin, lê belê ew bimirin jî malên xwe naterikînin. -
Dewleta Tirk li Efrînê 4 sivîl revandin û fîdye xwestin
Îstixbarata Tirk û çeteyên wê li Efrînê 4 sivîl revandin. Li ser aqûbeta kesên hatine revandin ti agahî nehatin girtin, dewleta Tirk daxwaza fîdye dike. -
Bîlançoya mehekê ya êrişên dewleta Tirk ên li ser Efrînê
Bîlançoya mehekê ya êrişên dagirkeriyê yên dewleta Tirk ên li ser herêma Efrînê hate eşkerekirin. -
Dewleta Tirk êriş bir ser Minbicê: Jinek û zarokek birîndar bûn
Dewleta Tirk a dagirker êriş bir ser Minbicê. Hate ragihandin ku jinek û zarokek birîndar bûne. -
Hêzên Ewlekariya Hundirîn hêzên Şamê yên talanker hişyar kir
Li Hesekê koma Dîfa El Wetenî ya girêdayî hikumeta Şamê dikanên Kurdan talan kir û dikandar destgîr kir. Hêzên Ewlekariya Hundirîn hişyarî da û xwest bila dikandar werin berdan. -
Li El Cirinê li dijî dagirkeriyê meşiyan û berxwedana gerîla silav kirin
Li bajarokê El Cirin a Girê Spî bi sedan kes li dijî dewleta Tirk a dagirker meşiyan. Di meşê de berxwedana gerîla jî hate silavkirin. -
QSD: Berpirsên qetilkirina Zinar Efrîn hate girtin
QSD’ê ragihand ku 2 kesên ji qetilkirina endamê Partiya Pêşverû û Şêwirmendê Rêveberiya Xweser Zinar Efrîn berpirs e, girtine. -
Di êrişa li ser Girê Spî de gelek sivîl birîndar bûn
Dewleta Tirk a dagirker bombe li şeş gundên li rojavayê Girê Spî barand. Di vê êrişê de gelek sivîl birîndar bûn, xisar li gelek malan bû. -
Dewleta Tirk gundekî Til Temir bomberdûman kir
Dewleta Tirk a dagirker bi tank û hawanan gundekî Til Temirê bomberdûman kir. -
QSD’ê têkildarê êrîşa bi roket a li Dêra Zorê daxuyaniyek da
Navenda Çapemenî û Ragihandinê ya QSD’ê derbarê êrîşa bi roket a li ser baregehên wan ên leşkerî daxuyaniyek da. -
Aldar Xelîl: MÎT û Muhaberat hevkariyê dikin
Endamê Konseya Hevserokatiyê ya PYD'ê Aldar Xelîl destnîşan kir, yekane mijara ku dewleta Tirk û rejîma Şamê li ser li hev dikin dijberiya li Rojava ye û bal kişand ser hewldanên fitneyê yên MÎT'ê û Muhaberatê. -
Dagirkeran bombe li gundên Girê Spî barandin
Artêşa Tirk a dagirker bombe li du gundên Girê Spî barandin. -
Dewleta Tirk a dagirker li Şêrawayê êrişî dibistaneke koçberan kir
Dewleta Tirk a dagirker tevî çeteyên xwe bombe li dibistaneke li navçeya Şêrawa ya Efrînê barandin ku koçber lê diman. -
QSD: Li Dêrazorê çeteyekî DAÎŞ’ê hate girtin
QSD’ê diyar kir ku wan li Dêrazorê çeteyekî DAÎŞ’ê tevî alavên wî yên teknîkî girtine. -
Li Minbîcê tankeke artêşa Tirkan hate îmhakirin
Meclîsa Leşkerî ya Minbîcê diyar kir ku tankeke Tirkan dema ku xwest ji gundê Catê biçe qadên di bin kontrola meclîsê hatiye îmhakirin. -
Li Şêrawayê ji ber teqîna mayîna dewleta Tirk şivanek bi giranî birîndar bû
Li navçeya Şêrawa ya Efrînê, ji ber teqîna mayinek ji ber çeteyên dewleta Tirk maye, şivanek bi giranî birîndar bû. -
Aldar Xelîl: Dagirkirina Başûr wê Rojava bifetisîne
Endamê Konseya Hevserokatiyê ya PYD'ê Aldar Xelîl diyar kir, êrişên dagirkeriyê yên dewleta Tirk ên li ser Başûrê Kurdistanê ji bo Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê pirsgirêka ewlekariya neteweyî ye û got, "Eger Başûr bê dagirkirin wê Rojava bifetise."