'Bijî Şoreşa Rojava'
Meclîsa Civakî ya Ermen a Bakur-Rojhilatê Sûriyeyê û Tabûra Şehîd Nûbar Ozanyan li ser salvegera Şoreşa Rojava daxuyanî da û got, "Divê em bi hev re Şoreşa Rojava biparêzin, ji bo parastina destketiyên xwe hîn bi pêş ve biçin."

Meclîsa Civakî ya Ermen a Bakur-Rojhilatê Sûriyeyê û Tabûra Şehîd Nûbar Ozanyan têkildarî salvegera Şoreşa Rojava daxuyaniyek da. Di daxuyaniyê de hate gotin, "Xwerêveberiya ku piştî têkoşîneke mezin li Bakur-Rojhilatê Sûriyeyê ava bû, kir ku gelên bindest ên ji mafên xwe yên çandî, ziman, kevneşopî û dîroka xwe bêpar bêne hiştin bibin xwedî maf.
Vê guhertina mezin ji aliyê zanistî û pratîkî ve kir ku jin li her qadên jiyanê bi mêran re di asta wekhev de xwedî maf bin û cihê xwe di nava qada xweparastinê de bigirin. Şoreşa Rojava li Kobanê, Efrînê û Cizîrê bi şerê dijî çeteyên DAÎŞ'ê hate bidestxistin û parastin. Di têkoşîna dijî bêedaletiyê de ji bo mafên çandî, dîrokî û parastina xaka xwe, bi hezaran şehîd hatin dayin. Divê em bi hev re ji bo parastina Şoreşa Rojava û destketiyan, hîn bêhtir bi pêş ve biçin."