TEV-DEM: Hêzên navneteweyî ji sûcên li Efrînê berpirsyar in

TEV-DEM'ê ragihand ku Neteweyên Yekbûyî û rêxistinên navneteweyî ji sûcên li Efrînê berpirsyar in.

Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) li ser sûcên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê yên li Efrînê daxuyaniyek da û bal kişand ser berpirsyariya hêzên navneteweyî.

Daxuyaniya TEV-DEM'ê wiha ye:

"Binpêkirinên dagirkeriya Tirk û çeteyên wê li Efrînê roj bi roj zêde dibin. Dagirkeriya Tirk û çeteyên wê bi rêya rûxandin û kolandina cihên dîrokî, rûxandina mezar û cihên pîroz û vekirina gorên şehîdan siyaseta guhertina demografiyê û sûc li derveyî hiqûqê pêk tîne. Li gel bêdengiya naventeweyî li Efrînê teroreke birêxistinkirî û sîstematîk tê meşandin.

Ev bêdengî sûcên dewleta Tirk rewa dike, ji lewre her ku diçe dagirkeriya Tirk sûcên mezintir yên li dijî nirxên civakî û mirovî pêk tîne û wan li dîroka xwe ya bi xwîn zêde dike. Dagirkeriya Tirk  gorên şehîdan ên li kêleka nexweşxaneya Avrîn vekirin, ku ew di berxwedana li dijî êrişên dagirkeriyê de ji ber bombebarana bê navber a li ser bajêr şehîd bûbûn. Piştî 3 salan senaryoyeke nû ya derveyî urf û nirxên civakî derdixe û dibêje ku goreke komî ye, da ku berxwedana Serdemê û berxwedana YPG, YPJ'ê reş bike.

Belgeyên Saziya Malbatên Şehîdan a Efrînê û belgeyên Yekîneyên Parastina Gel, durûtî û munafiqtiya siyasetên dagirkeriya faşîst a Tirk nîşan didin. Şêniyên Efrînê ku ew şehîd li wê axa pîroz bi destê xwe veşartibûn, isbata herî berçav a qirêjî, sûc û terora dewleta Tirk a birêxistinkirî ye ku armanc jê xapandina civaka navneteweyî ye.

Kiryarên terorê yên sîstematîk û derveyî qanûn û rêgezan, kiryarên dermirovî ye. Em rêxistinên Neteweyên Yekbûyî û rêxistinên hiqûqî yên navneteweyî ji wê yekê berpirsiyar dibînin, ji ber ku li hemberî binpêkirina nirxên pîroz ên civakan û bi taybetî nirxên civaka Kurd tu helwestê nîşan nadin."