Salvegera şoreşa 19’ê Tîrmehê hate pîrozkirin

Li Girkê Legê û Amûdê şoreşa Rojava ya 19’ê Tîrmehê hate pîrozkirin.

GIRKÊ LEGÊ

Bi sedan şêniyên navçeya Girkê Legê û gundewarê wê salvegera Şoreşa 19’ê Tîrmehê pîroz kirin.

Bi rasthatina salvegera destpêkirina Şoreşa 19’ê Tîrmehê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi sedan şêniyên Girkê Legê û gundewarê wê tevlî şahiya pîrozbahiyê bûn.

Şahî bi rêzgirtinê dest pê kir, piştre endama Meclisa Navçeya Girkê Legê Muna Nasir bixêrhatina beşdaran kir.

Mûna Nasir got “Şoreşa 19’ê Tîrmehê berdewamiya têkoşîna rêhevalên me yên berxwedana 14’ê Tîrmehê ye û yek ji berhemên vê şoreşê; avakirina Rêveberiya Xweser û saziyên wê yên sivîl û leşkerî ye ku li ser bingeha jiyana hevbeş û biratiya gelan pê hatiye.”

Mûna Nasir sûcên dewleta Tirk û hewldanên wê yên têkbirina Rêveberiya Xweser û Şoreşa gelên herêmê şermezar kir û banga bilindkirina asta têkoşînê kir da ku Şoreşa 19’ê Tîrmehê berdewam bikin.

Koma Serhildan û koma Alîna û koma pêkhateyên Ereb berhemên xwe yên hunerî pêşkêş kirin.

Şahî bi gerandina govendan bi dawî bû.

AMÛDÊ

Li navçeya Amûdê jî bi sedan şênî tev li şahiyê bûn, li cihê pîrozbahiyê wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, al û sembolên şoreşa Rojava hatin daliqandin û pankartên bi nivîsên"Ji welatê şoreşê em berxwedana gerîla silav dikin" hatin daliqandin.

Şahî bi rêzgirtinê dest pê kir, piştre şêwirmenda Rêveberiya Xweser a Demokratîk a Herêma Cizîrê Cîhan Xelîl axivî û got, Şoreşa 19’ê Tîrmehê xwe disprêre gelê Rojava û şervanên parastina wê dikin, her wiha xwe dispêre ciwan û jinan û li ser bingeha felsefeya Rêber Abdullah Ocalan hate avakirin.

Cîhan Xelîl da zanîn ku Şoreşa 19’ê Tîrmehê ji bajarê Kobanê dest pê kir, piştre li tevahiya herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê belav bû, li ser vî esasî Rêveberiya Xweser hate avakirin û li cîhanê cihê xwe çêkir.

Cîhan da zanîn ku Şoreşa 9’ê Tîrmehê li dijî hişmendiya desthilatdarî tê koşiya û bi ser ket û ev nirxandin kir: “Tirkiye van serkeftinan tehemûl nake, ji lew re êrişî destkeftiyên gelê herêmê dike, çi li Rojava be û çi jî li Başûrê Kurdistanê be.”

Şêwirmenda Rêveberiya Xweser a Demokratîk a Herêma Cizîrê Cîhan Xelîl destnîşan kir ku Tirkiyê di halê hazir de li pey hev têk diçe, ji lewma êrişên xwe berfireh dike û gihaşt asta ku gorên şehîdan ên li Efrînê veke û rastiyan berovajî bike. Cîhan ev kiryar bi derexlaqî û mirovî wesif kir û got her ku êrişên xwe zêde kir ew ê jî asta têkoşîn û berxwedana xwe bilindtir bikin.

Koma Agirî ya girêdayî Navenda Hûrî ya Çand û Hunerê ya Navçeya Amûdê stran pêşkêş kirin û beşdaran govend gerandin.