Pîrozbahiya 19’ê Tîrmehê ya li Qamişlo dawî bû
Di pîrozbahiya salvegera 9'emîn a Şoreşa 19'ê Tîrmehê ya li bajarê Qamişloyê bangên naskirina Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê hatin kirin.
Di pîrozbahiya salvegera 9'emîn a Şoreşa 19'ê Tîrmehê ya li bajarê Qamişloyê bangên naskirina Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê hatin kirin.
Pîrozbahiya salvegera 9`an a şoreşa 19`ê Tîrmehê ku ji aliyê Rêveberiya Xweser a Herêma Cizîrê ve li stada 12`ê Adarê ya li Qamişloyê hate lidarxist, piştî axaftinan û çalakiyên hunerî bi dawî bû.
Piştî ku saziyên Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a herêma Cizîrê kernavelek li dar xist, gelek axaftin hatin kirin.
Hevseroka Meclîsa Rêveber a Rêveberiya Xweser a herêma Cizîrê Nezîra Gewriye axivî û şoreşa 19`ê Tîrmehê li tevahî gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê pîroz kir û got: “Bi navê xwe û bi navê Rêveberiya Xweser a herêma Cizîrê ez we û hemû lehengên berxwedana şoreşa Bakur û Rojhilatê Sûriyê silav dikim. Şoreşa me li hemberî şertûmercên zehmet li ber xwe da, ruhek û vînek ji koka civaka me afirand ne mîna ku dixwestin şoreşek nijadperestî ku zordestek bi zordestek din diguhêre. Lê belê tevahî gelên herêmê rabûn ser piyan, da ku nirxên mirovahiyê pêk bînin ku zordestan hewl dan rê li pêşiya wê bigirin. “
Nezîra wiha domand: “Ji ber wê rêzegirtekên nijadperestî girtin ku bi rêya armanc dikirin ku pêkhateyên herêmê li dijî hev derxîne. Herî dawî hewldanên derxistina fitneyê di navbera endamên pêkhateyekê. “
Nezîre got şoreşa gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê pîroz e, ji ber ku ruxmî zehmetiyan, lîstokan û êrişan li hemberî dijmin û dagirkeran li ber xwe dan û wiha pê de çû: “Ji bingeha mafên mirovan, demokratiyê û mafdariya doza me, em ê rêya xwe heta pêkanîna serkeftinê û azadiyê bidomînin. Kesek nikare hêvî û vîna me bişkîne.”
Nezîra ev li gotinên xwe zêde kir: “Bi ketina şoreşê sala xwe ya 10'an re, em berhemên wê li ser asta gel bi dest dixin û li bendê ne ku berhemên wê li ser asta navneteweyî bi dest bixin. Me vîna gel ji siyasetên xwe yên bi aliyên navneteweyî re kiriye bingeh. Zext û siyaseta şofanîst berdewam in ku dijmin li dijî me pêk tîne. Piştî ku warên me mîna Efrîn, Serêkaniyê û Girê Spî dagir kirin û şêniyên wê dan koçberkirin, îro jî bi sed hezaran şêniyên sûrî ji avê bê par dihêle ku mîna vê siyasetê qet nehatiye meşandin.”
Nezîra bi navê Rêveberiya Xweser bang li pêkhateyên herêmê kir ku xwedî li Rêveberiya Xweser derkevin û li hemberî fitneyan piştevaniyê bikin.
Nezîra got divê li ser asta siyasî Rêveberiya Xweser were naskirin û wiha axaftina xwe domand: “Em bang li dewletên cîhana azad dikin ku fedekariyên gelên herêmê ji bîr nekin ku di rêya parastina wan ji terora DAIŞ`ê û El-Nusrayê de dane. Em bang li wan dikin ku li ser asta siyasî Rêveberiya Xweseriya Demokratîk nas bikin ji ber ku rêya yekane ya xilaskirina Sûriyê û yekitiya wê ye ku ev 10 sal in di şer de ye.”
Endama Koordînasyona Kongreya Star Remziye Mihemed got şoreşa 19`ê Tîrmehê li Rojava destpê kir û li hemû herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê belav bû. Her wiha Remziye salvegera 9`an şoreşê li şehîdan pîroz kir.
Remziye diyar kir ku şoreşa 19`ê Tîrmehê li cîhanê bûye nimune û wiha axaftina xwe bi dawî kir: “Em li hemberî hemû hewldanên terorîstan sekînin û DAIŞ`ê li warê wê tune kir. Ev berxwedan bi saya berxwedana gelan bi ser ket.”
Piştî axaftinan Koma Stranan a Cizîrê, hunermendên Suryan, Awazên Çiya, Stêra Zêrîn, hunermend Baran Dilbuhar, koma Cûdî, koma Serdem, koma Navneteweyî ya Jinan daketin ser dikê û stran gotin.
Her wiha dîlanên folklorîk ên pêkahteyên Suryan, Ereb û Kurd ji hêla koma Suryan, koma Dîlanên Kurd û Komîna Rojava hatin pêşandan.
Pîrozbahî bi gerandina govend, stranan û qîrkirina dirûşman bi dawî bû.