QSD'ê 2 DAÎŞ'iyên din zevt kir

Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) ragihand ku li Dêra Zorê û Hesekê di oeprasyonan de 2 çeteyên DAÎŞ'ê zevt kirine.

Li gorî agahiyên ku Navenda Ragihandinê ya Hêzên Sûriyeya Demokartîk (QSD) belav kirine, girtina çeteyên DAÎŞ'ê di çarçoveya operasyonên ji bo rawestandina çalakiyên qaçaxiyê li herêmê û mayîndekirina aramiyê û tunekirina tevgera şaneyên terorê de, pêk tê.

Navenda Ragihandina QSD'ê destnîşan kir ku yekîneyên taybet ên QSD'ê bi hevkariya Koalîsyona Navneteweyî li herêma El-Sawî ya li başûrê kampa Holê ya li gundewarê rojhilatê Hesekê, her wiha li herêma El-Hiwêce ya li gundewarê bajarokê Siwer ê bakurê Dêra Zorê, du operasyonên cuda li dar xistine.

Li gorî navendê, di operasyona yekemîn de berpirsê girûpekî ku malbatên endam û serçeteyên DAÎŞ'ê yên li kampa Holê derbasî herêmên di bin dagirkeriya dewleta Tirk û çeteyên wê de dikir, hatiye girtin. Çeteyê hatiye girtin bi serçeteyên DAÎŞ'ê re di peywendiyê de bû û çek û belgeyên pê re hatin desteserkirin.

Navendê têkildarî operasyona duyemîn jî diyar kir ku di encamê de endamekî şaneyên DAÎŞ'ê ku beşdarî êriş û bûyerên hedefgirtinê yên li dijî bendên Hêzên Ewlekariya Hundirîn bûye, her wiha beşdarî planên kuştinê, propagnadeya DAÎŞ'ê û sorkirina şêniyan bûye, hatiye girtin. Yekîneyên taybet ên QSD'ê çek û cilên leşkerî yên bi wî re ku di êrişan de bi kar dianîn, desteser kirin.