Alîkarê Hevserokê Rêveberiya Xweser Heen Koçer têkilî Şoreşa Rojava ya 19'ê Tîrmehê axivî û got, ''Şoreşa Rojava tam di wextê xwe de çêbû. Hinekî bi derengî biketan an jî zû bibûya wê encam nestanda. Mekan, zeman, şert û mer rast hatin xwendin, tespîtkirni û tevger çêbû. Pêşbîniya me ya siyasî û stratejîk kir ku em bi ser bikevin. 19'ê Tîrmehê li Kobanê dest pê kir, li Cizîrê domand.''
Koçer li ser bingehên Şoreşa Rojava got, ''Şoreşa Rojava li ser mîrateya bi salan ava bû. Di avakirina rihê welatparêzî û netewî de keda tevgera azadiyê ya Kurd zêde ye. Ji van aliyan ve gavên mezin hatibûn avakirin. Vê kir ku şoreşa Bakur-Rojhilatê Sûriyê li ser hîmê rast û qeyîm ava bibe. Ji vî alî ve mirov dikare bibêje Şoreşa Rojava li ser tecrûbe û têkoşîna bi salan ava bûye.''
Koçer bi berdewamî diyar kir gelên Rojhilata Navîn û Sûriyê dîtin ku divê pergal biguhere, ev pergal êdî ji civakêre nedibûn bersiv, gel tine dihesibandin, ziman û çanda wan înkar dikir û got, ''Gelê Ereb jî tine dihate hesibandin. Dewlet ketibû destê derdoreke berteng û vê derdorê tehde li civakê dikir. Ev hemû tişt sedem bûn ku li Sûriyê şoreş çêbibe.''
Koçer bal kişande ser cihêtiya karakterê li Bakur-Rojhilatê Sûriyê û li Derayê ya demên peşî yê şoreşê û got, ''Tiştên ku li Bakur-Rojhilatê Sûriyê dibûn û li Derayê dibûn ne eynî bûn. Gel dibe ku eynî be lê stratejiya şoreşê cihê bû. Stratejiya li Bakur-Rohhilatê Sûriyê xwe disparte ser gel. Hedefa wê ne ew bû ku dewletê hilweşîne û rejîmê hilweşîne û têkeve şûna wê. Armanc dikir ku civaka demokratîk, exlaqî û polîtîk ava bike, şexsiyetên wiha pêş bixe ku çanda demokratîk ji xwe ava bike.
Modêla rêveberiya xweser hate avakirin û ev hedef bi cih hatin. Stratejiyeke zelal a şoreşa bakur-rojhilatê Sûriyê hebû, sala 2011'an bi destpêkirina şoreşê re meşên ku li Roajva çêbûn, ji meş û çalakiyên muxalefetê cuda bûn. Rêxistinî û xurtbûna civakê dabû ber xwe. Avakrina saziyên wê, avakirina komun û meclîsan di serê şoreşê de bû modêla nû. Ne tenê ji bo Bakur-Rojhilatê Sûriyê her wiha ji bo Rojhilata Navîn jî dibû modêl. Li Rojhilata Navîn cara pêşî bû ku şoreşeke wiha dibû û hê jî didome. Helbet kêmasiyên xwe hene lê bi esasî li ser hêza gel û civaka demokratîk ava dibe. Modêla me ya şoreşê civake ekolojîk, azadiya zayendî civaka demokratîk ku bikaribe bi hemû gelan re bijî li ber xwe datîne. Ji vî alî ve stratejiya Şoreşa Rojava cuda bû.''
Koçer bi berdewamî got, ''Ez dikarim bibêjim Şoreşa Rojava ya 19'ê Tîrmehê di rojekê de bûye. Piştî ku saziyên dewletê ji Kobanê hatin derxistin gel wê xwe rê ve bibirana. Me saziyên dewletê hilneweşandin, me ew geş kirin û kirin saziyên civake. Di serî de aborî gelek sazî hatin avakirn û geşkirin, li ber xizmeta civakê hate danîn.
Dixwazim vê jî bibêjim, Şoreşa 19'ê Tîrmehê tam di wextê xwe de çêbû. Hinekî bi derengî biketan an jî zû bibûya wê encam nestanda. Mekan, zeman, şert û mer rast hatin xwendin, tespîtkirni û tevger çêbû. Pêşbîniya me ya siyasî û stratejîk kir ku em bi ser bikevin. 19'ê Tîrmehê li Kobanê dest pê kir, li Cizîrê domand.
Dibistanên pêşî li Efrînê, li Kobanê komun hatin avakirin. Şaredariya me ya peşî li Qamişlo hate avakriin. Bi van re me pergala demokratîk û civakî danîn. Hemû jî mîrateya şoreşê bun û ji bo geşbûna şoreşa 19'ê Tîrmehê bûne zemîn.''