Hovîtiya dewleta Tirk a dagirker a li Efrînê: 4 şehîdgeh hatin xerakirin

Dewleta Tirk li Efrînê êrişî miriyan, êrişî goran kir; çar goristanên şehîdan ên li bajêr xera kirin, şewitandin.

Ji 20'ê Çileya 2018'an û vir ve li gorî daneyên rêxistinên mafên mirovan dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê li Efrînê 656 sivîl kuştin, 7 hezar û 554 sivîl revandin, cih û warên dîrokî xera kirin û berhemên dîrokî revandin Tirkiyeyê. Dewleta Tirk a dagirker şehîdgehên mezin ên li bajêr ku cenazeyên sivîlan an jî şervanên QSD'ê tê de bûn xera kirin.

AGAHIYÊN LI SER ŞEHÎDGEHÊN LI BAJÊR ÊN HATIN HILWEŞANDIN

* Şehîdgeha Şehîd Seydo ya beriya Şoreşa Rojava hate avakirin. Di pêvajoya dagirkeriyê de bi bombardûmanê hate hilweşandin.

* Şehîdgeha Şehîd Refîk dawiya sala 2019'an hate hilweşandin. Di destpêka sala 2020'î de penaberên ji Idlibê hatin anîn li qada şehîdgehê hatin bicihkirin.

* Şehîdgeha Şehîd Avesta Xabûr di dema êrişên dagirkeriyê yên dewleta Tirk de hatibû avakirin; destpêka Nîsana 2020'î de bi makîneyên kar hate xerakirin û qada şehîdgehê kirin qada bazara heywanan. Lİ vê derê cenazeyên 258 şervanên QSD'ê hebûn.

* Şehîdgeha çaremîn ji 13'ê Adara 2019'an û pê ve bi zêdebûna hejmara şehîdan a di êrişên dagirkeriyê de hatibû avakirin. Li vê şehîdgehê cenazeyên 73 şervanên QSD'ê û sivîlan hebûn.

HER TIŞTÊN BI NAVÊ KURDÎTIYÊ...

Berdevkê Rêxistina Mafên Mirovan a Efrînê Îbrahîm Şêxo diyar kir ku hilweşandina şehîdgehan divê di çarçoveya planên guhertina demografîk û paqijiya etnîkî yên dewleta Tirk ên li ser Kurdan bê nirxandin. Şêxo got, "Dewleta Tirk naxwaze ku li Efrînê tiştekî bi navê Kurdîtiyê bimîne."

Ji bo pirsa "Gelo çima êrişî miriyan kirin?" Îbrahîm Şêxo wiha got, "Kîn û hêrsa xwe ya li dijî mirovan, kevir, dar, dîrok kû miriyan, kîn û hêrsa xwe ya li dijî Efrînê û tevahiya Kurdan nîşan dan. Dixwazin ku nirxdekî Kurdan nemîne."

Şêxo destnîşan kir ku dixwazin xwezaya Efrînê jî biguherînin û têkildarî bûyerên li bajêr diqewimin jî ev nirxandin kir: "Efrîn bajarekî Kurdan e. Niha Kurdan jê derdixînin û Ereban lê bi cih dikin, bi vî rengî jî dixwazin Kurdan û Ereban li hemberî hev bidin şerkirin. Ya ku îro li Efrînê dikin gelekî plankirî ye. Navê vê yekê paqijiya etnîkî û guhertina demografî ye. Xweza û dîroka vî bajarî tune dikin. Avaniyên dîrokî hemû hatin hilweşandin, berhem hatin dizîn û birin Tirkiyeyê. Li Efrînê dar şewitandin, birîn; mirovên me tên revandin û kuştin. Van hemûyan jî bi rengekî eşkere dikin."

'72 MEZIN, YEK ZAROK'

Rêveberê Saziya Malbatên Şehîdan a Efrînê Ednan Şêx Mûhammed jî anî ziman ku wan şehîdgeha dawî ya li nêzî nexweşxaneyê di dema êrişên dagirkeriyê de ava kir û got, "Me digot, eger em li nêzî nexweşxaneyê çêbikin wê bombeyan lê nebarînin." Ednan Şêx Mûhammed wiha dewam kir: "Li vê derê yek jê leşkerî, ya din jî sivîl me du merasîm çêkir. Roja 15'ê Adarê me 43 şehîdên xwe bênasname li vir veşart. Di nav de sivîl hebûn ku ji ber êrişên dewleta Tirk şehîd bûn. Herî dawî me zarokekî ku hate qetilkirin li vir veşart. Hejmara şehîdên me yên li vê derê 73 ye, 72 jê cenazeyê mirovên mezin e, yek jî yê zarok e."

DEREWA 'GORA KOMÎ'

Têkildarî derewa dewleta Tirk a bi navê 'gora komî', Mûhammed diyar kir ku wan dîmen ji arşîvê weşandine û wiha dewam kir, "Arşîveke me heye ku derewên Erdogan pûç dike. Piraniya malbatên şehîdên me yên me li vir veşartine niha li Şehbayê ne û wê biaxivin."

QIRKIRINA NAVNETEWEYÎ

Alîkarê Hevserokên Rêveberiya Xweser a Bakur-Rojhilatê Sûriyeyê Hesen Koçer jî destnîşan kir ku êrişa li şehîdgehan parçeyek ji qirkirina Kurdan e. Koçer diyar kir ku kiryarên li Efrînê li gorî pîvanên hiqûqa navneteweyî dikeve ber kategoriya sûcê li dijî mirovahiyê û wiha dewam kir, "Em dibînin ku hêzên navneteweyî her cûre bêqanûnî û komkujiyên hêzên ku berjewendiyên wan pê re hene ji nedîtî ve tên."

Koçer got, "Tişta ku dewleta Tirk li Efrînê dike ti wijdan qebûl nake. Vekirina goran çi ye?" û wiha dewam kir, "Nikarin miriyên Kurdan jî tehemûl bikin. Dema ku mirov bala xwe bidin ser ku çi tînin serê miriyan, hingî dikare texmîn bike bê çi tîne serê mirovên sax. Li vê derê maske li ser rûyê her kesî ketiye. DYE, Rûsya, Ewropa û welatên din Kurdan dikin qurbanê berjewendiyên xwe yên bi Tirkiyeyê re. Ev yek ji bo mirovahiyê rûreşî ye."

ENKS ÇI DIKE?

Koçer bal kişand ser gotinên Alîkarê Serokê SMDK û rêveberê ENKS'ê Abdulhekîm Beşar ku dagirkeriya li Efrînê rewa nîşan dide û got, "Mirov fêhm nake ku Kurdek, rêveberekî Kurd çawa dikare dagirkeriya li dijî miletê Kurd rewa bike. Ev rezîltî ye. Ev ne Kurd e, ne jî Kurdan temsîl dike; tenê xizmetê ji MÎT'ê re dike. Yekane tişta ku bidin Kurdan zerar e, dagirkerî ye."

'HEQARET E, ŞIKANDINA RÛMETÊ YE'

Koçer got, "Şehîdgeh ji bo me cihên herî pîroz e" û wiha dewam kir, "Êrişên li dijî şehîdgehan heqareta herî mezin a li Kurdan e, şikandina rûmeta mirovan e. Hêzên navneteweyî hevparê vê heqaretê û vî sûcî ne. Divê em tiştekî ji kesî hêvî nekin, em li ber xwe bidin. Em ê li ber xwe bidin. Em van êrişan qebûl nakin. Em ê yekê ji nedîtî ve nayên, em ê tola vê hilînin. Bang li gelê Kurd dikim ku li ber vê yekê rabin."