Alîkarê Hevserokên Rêveberiya Xweser Hesen Koçer bi wesîleya salvegera Şoreşa Rojava ya 19'ê Tîrmehê axivî û destnîşan kir, ku şoreş ji bo civakan hemûyî bû hêvî. Di beşa duyemîn a hevpeyvîna pê re Hesen Koçer qalê kir bê şoreş çawa afirî û çawa belav bû.
Beşa duyemîn a hevpeyvînê wiha ye:
Şoreşa Rojava ku gelekî balê dikişîne, gelo çima ewqasî dibe hedefa êrişan?
Piştî ku dîtin Şoreşa 19'ê Tîrmehê mezin dibe, fireh dibe êdî dest bi êrişan kirin. Êrişên dewleta Tirk destpêkê elamî bûn. Êrişên Hizbî Demokratîk Kurdistanê jî. Heta destpêka şoreşê de jî tim û daîm şerê şoreşa rojava kirin. Heta hinek caran gotin, Şoreşa Rojava ne şoreş e, şoreş nîne li wê derê, kê gotiye şoreş heye. Propaganda wisa kirin. Di televîzyonên Hizba Demokrat a Kurdistanê de tim û daîm reşkirina şoreşa rojava hebû. Heta niha jî wisa ye. Destek nedane vê şoreşê. Tenê destekek di şerê Kobanê de hate kirin. Ew jî bi zexta navneteweyî hate kirin. Divê em vê rastiyê bibînin. Ne bi ser kêfa xwe kirin. Bi zexta navneteweyî hate kirin, hatin wê derê. Ji ber vê yekê ji her milî ve şerê şoreşê dikin. Lewma komên mîna Cephet El Nûsra, hêzên dîtir êdî li ser şoreşa me êrişên pir cidî hatin kirin. Li Kobanê hate kirin, li Rimêlan hate kirin, li Dêrikê hate kirin. Lê belê li kêleka wê jî mîrasê şoreşa rojava, hêzeke leşkerî hate çêkirin. Hêza leşkerî di destpêkê de bi navê YXK'ê bû. Piştre bû YPG di sala 2011'an de. Sala 2013'an YPJ hate avakirin, di 4'ê Nîsanê de. Ev hemû sîstema parastinê ya leşkerî bi pêş xist. Di sala 2012'an de êrişî Serêkaniyê kirin, xwestin Serêkaniyê bigirin û bikaribin Kobanê û herêmên dîtir ji hev qut bikin. Plansazî ew bû ku bi girtina Serêkaniyê re Cizîr û Kobanê bi temamî ji hev qut bikin. Çawa ku dewleta Tirk dibêje, 'divê Kurd nebe tiştek', ji bo vê armanca xwe hewl dan hincetan ji xwe re ava bikin û êrişên xwe rewa bikin. Bi rêya hin koman êrişî ser Serêkaniyê kirin, lê belê li Serêkaniyê berxwedaneke bêhempa hate kirin. Bi dehan endamên YPG'ê şehîd ketin û bi vî rengî karîbûn Cephet El Nûsra û komên dîtir ji Serêkaniyê derxînin. Ev gavavêtina ewil bû.
Cara yekemîn bû ku hêzên leşkerî yên Rojava xwe ispat kirin ku karin Rojava biparêzin. Hate ispatkirin êdî hêviya gel çêbû, ku hêzeke leşkerî heye û çi êriş li ser Rojava çêbibe ev hêza leşkerî wê karibe berxwedan û parastina bêhampe bike. Ji ber vê yekê dîtin ku di vê siyasetêa de bi ser nakevin êdî dewleta Tirk dest bi tifaqa bi DAÎŞ'ê re kir, ku tê de Hizba Demokrat a Kurdistanê jî tê de hebû. Divê ev bê gotin, Hizba Demokrat a Kurdistan jî di nav de hebû ku bi rêya DAÎŞ'ê êrişî Rojava bike. DAÎŞ'ê dît ku dema sala 2014'an Mûsil xiste destê xwe êdî rewşeke nû li herêmê rû da. Yanî dana wan çekan, bêguman tê de gelek istifam hene. Çawa hêzeke leşkerî, bi hezaran mirov dest ji hêzên xwe berde û bireve, wan wesayitên xwe yên leşkerî, çekên xwe hemûyan bihêle. Di hundirê bankayê de 180 milyon dolar bihêlin û birevin. Yanî ev nakeve serê mirovan. Esasen xurtbûna DAÎŞ'ê, yanî xêrmubaşir teslîmî DAÎŞ'ê kir. DAÎŞ'ê hêza xwe kom kir, êdî hedefê xwe yê ewil çi bû? Esasen digotin wê Sûriyeyê giştî bistînin. Lê belê wê çaxê axaftineke wisa jî hate kirin. Erdogan nehişt şerê nîzamê bikin. Nehişt ku DAÎŞ şerê nîzamê bike. Got, berê xwe bide Kurdan. Emîrê DAÎŞ'ê bi rengekî vekirî got; bi vê hêzê em dikarîbûn heta Şamê biçin. Lê belê Erdogan jê re got, divê tu berê xwe bide Kurdan, karê xwe bi nîzamê neyne. Û berê xwe dan Kurdan. Li ku derê nuqteya lawaz heye? Derdora Kobanê ji xwe hemû girtî ye. Girê Spî û Reqayê ev herêm jî wê DAÎŞ bigire. Derdora wê hemû girtî ye, milekî wê sînorê Tirkiyeyê ye, li milê Girê Spî DAÎŞ heye. Li aliyê Cerablûsê DAÎŞ heye. Li aliyê din jî Reqa ye, li wir jî DAÎŞ heye. Yanî derdora wê ji DAÎŞ'ê û ji Tirkan dorpêçkirî ye. Nuqteya herî lawaz Kobanê ye. Cizîrê piçekî vekirî ye. Efrîn jî hinekî girtî ye. Lê li Efrînê li aliyekî nîzam heye, yanî hemû milên wê ne DAÎŞ e. Nikare tehekûmê bikin. Esasen plansazî wisa bû.
Plansaziya wan a esasî ew bû Kobanê bixin destê xwe û piştre Kobanê teslîmî Tirkan bike. DAÎŞ xwe jê bikişîne û teslîmî Tirkan bike. Piştî wê DAÎŞ wê êrişî ser Efrînê bike. Ew plansaziya ku niha Tirk pêk tîne, wê çaxê diviyabû pêk bianiya, pêk nehat. Bi berxwedanê DAÎŞ tasfiye bû, DAÎŞ şikest. Niha bi xwe pêk tîne. Bala xwe bidinê, ew armanca xwe pêk tînin. Efrîn, xwestin Kobanê bi dest bixin. Ji ber ku Kobanê hinekî bûye bajarekî berxwedanê, zêde pir ew nêzîk nebûn. Naxwa wê Kobanê jî bi dest bixistana. Yanî armanca wan ew bû ku Kobanê bigirin teslîmî Tirkan bikin û Efrînê jî bigirin teslîmî Tirkan bikin. DAÎŞ xwe jê vekişîne, yan jî cilê xwe biguherin. Tirkiye niha behsa Ceyşel Wetenî dike, esasen hemû DAÎŞ'î ne. Hemû emîrên DAÎŞ'ê ne. Yê niha li Girê Spî, niha li Til Ebyad, Serêkaniyê, Efrînê, Cerablûsê, Babê hemû emîrên DAÎŞ'ê ne. Rihê xwe qusandine, cilê Ceyşel Wetenî li xwe kirine ew e yanî. Lê belê eqliyet, zîhniyet zîhniyeta DAÎŞ'ê ye. Ji ber vê êrişî ser Kobanê kir. Hemû hêza xwe li Girê Spî û Reqayê kom kir. Ji bo karibin Kobanê bigirin. Dema Kobanê girtin êdî rewşa Kurdan dikeve merheleyeke nû. Êdî tenê Cizîr dimîne, ew jî bi rêya PDK'ê dikarin tehekûmê li ser Cizîrê bikin, siyaseteke wisa dimeşandin. Yanî adeta şoreşa 19'ê Tîrmehê têk bibin. Armanc ew bû. Lê belê tişta ku hate kirin berxwedaneke bêhempa hate kirin. Bêguman tehelifa duelî jî ku li ser erdê kes nîne li dijî DAÎŞ'ê li ber xwe bide nîne. DAÎŞ fireh dibe, Mûsil xistiye destê xwe û teqrîben hinek bajarên Iraqê; Remadî û yên dîtir xistine destê xwe. Bajarên dîtir ên Iraqê xistiye destê xwe. Li Iraqê fireh bûye, niha Reqa û Dêr û Girê Spî, Minbic xistiye destê xwe. Yanî adeta li her derê fireh bû. Kesê ku li hemberî vê li ber xwe bide nebû. Artêşa Iraqê nekarî li ber xwe bide, artêşa Iraqê ew bajar hemû berdan. Kêleka wê, artêşa Sûriyeyê jî nekarî li ber xwe bide. Dev ji Reqa, Minbicê, Dêra Zorê berda. Kesê ku li hemberî van li ber xwe bidin nebû. Bêguman hêzên navneteweyî xwestin, hêzeke parastinê, hêzeke li hemberî DAÎŞ'ê bide çêkirin û perwerde jî kirin. Lê belê piştî ku çûn şerê DAÎŞ'ê hemû tevlî DAÎŞ'ê bûn bi çekên xwe teslîmî DAÎŞ'ê bûn. Li erdê kesê ku şerê DAÎŞ'ê bike nîne, her kes ji DAÎŞ'ê ditirse û êrişên DAÎŞ'ê li her derê fireh bûye.
Niha hinek xwe dixin qehreman û dibêjin 'em şerê DAÎŞ'ê dikin'. Wê çaxê me dît ku çawa ji ber DAÎŞ'ê reviyan. Heta dest ji Şengalê berdan. Hizbi Demokratî Kurdistan dest ji Şengalê berda. Ji ber DAÎŞ'ê tirsiya. Heta Hewlêrê wê biçûya. Ev ispateke, ev ji dîrokê nayê birin. Kes nikare bibêje 'ez qehreman bûm'. Yên ku li ber xwe dan YPG bû, hêzên leşkerî yên YPG'ê bûn. Li ber xwe dan, Şengal jî parastin. Yanî Êzidî ji qetlîaman parastin. Li aliyê din Kobanê jî bi şehadetên pir mezin parastin. Hêzên navneteweyî neçar ma ku têkiliyê bi YPG'ê re deyne, ji ber ku YPG li ser erdê pir aktîf e, şerê DAÎŞ'ê dike û ji DAÎŞ'ê natirse. Hêzeke fedayî ye. Bi fedayîtiyeke pir mezin li dijî DAÎŞ'ê şer kirin. Esasen şerê du zîhniyetan bû. Yek zîhniyeta DAÎŞ'ê ya Îslamî ya radîkal, ya dîtir jî zîhniyeta demokratîk ku YPG'ê temsîla wê dikir. Bi rastî jî zîhniyeta demokratîk a YPG'ê li dijî DAÎŞ'ê bi ser ket. Kobanê bû destpêka bidawîkirina DAÎŞ'ê. Piştre pêngavên leşkerî dest pê kirin, rizgar kirin. Esasen mirov dikare bêje piştî sala 2015 û 2016'an mirov dikare bêje salên rizgarkirinê bû ji DAÎŞ'ê. Piştî ku Kobanê bi ser ket, êdî Minbic hate rizgarkirin, Reqa hate rizgarkirin, Dêra Zor hate rizgarkirin. Heta li Baxozê DAÎŞ tasfiye bû. Ev serketin ji mirovahiyê re bû mal. Vê yekê hişt ku rewşa Rojava jî bê guhertin, şoreşa 19'ê Tîrmehê bikeve merheleyeke nû. Piştî Şoreşa 19'ê Tîrmehê 2012'an dest pê kir, 2014'an jî Rêveberiya Xweser hate avakirin li Cizîrê, li Efrînê di heman salê de di 29'ê mehê, li Kobanê di 27'ê mehê de. Ev hemû di salekê de hatin avakirin, di sala 2014'an de. Sîstema xweser jî êdî hate avakirin.
Êdî mîrasên 19'ê Tîrmehê di rêveberiya xweser û bi serketina dijî DAÎŞ'ê re kete merheleyeke nû. Ew merheleya nû çi ye? Avakirina Hêzên Sûriyeya Demokratîk e. Bi pêkhateyên gelên Sûriyeyê re bû yek û şoreş hate firehkirin. Yanî Şoreşa 19'ê Tîrmehê êdî bû milkê tevahiya Bakurê Sûriyeyê. Erê ji Kobanê dest pê kir. Pir balkêş e, eger mirov dîrokê baş bixwîne. Şoreşa 19'ê Tîrmehê li wir dest pê kir û têkçûna DAÎŞ'ê jî li wir çêbû. Bi hev ve girêdayî ye. Wan dixwestin 19'ê Tîrmehê li Kobanê tasfiye bikin. Lê belê şerê ku li Kobanê hate kirin, DAÎŞ têk bir. Ji ber vê yekê têkçûna DAÎŞ'ê li wê derê girêdayî Şoreşa 19'ê Tîrmehê ye. Divê em vê baş şîrove bikin. Bêguman firehkirina vê şoreşê li her derê ji bo me serketineke mezin e. Tifaqa Kurd, Ereb, Suryan û Hêzên Sûriyeya Demokratîk 2015'an de avakirin, bi hezaran mirov tevlî bû, li hemberî DAÎŞ'ê şer kirin, li bajarên gelê Ereb de; li Reqa, Minbic, Dêra Zorê, Tebqayê ev serketineke mezin bû. Em dikarin ji vê re bêjin, salên firehkirina şoreşa 19'ê Tîrmehê. Mirov dikare wisa nav lê bike.
Em niha di rewşeke nû de ne. Bêguman qîma van hêzan nayê, qîma hêzên navneteweyî û bi taybetî dewleta Tirk nayê. Dewleta Tirk tim û daîm li ser înkarkirina Kurdan sîstema xwe çêkiriye. Yanî gelek serokên wê dewletê tim û daîm dibêjin, berî Erdogan jî gotine, 'Eger Kurd li ser merîxê jî konekî ava bike em ê êriş bikin'. Wê çawa êrişî Rojava neke? Li gorî wan, nabe ku Kurd li ser erdê bibe tiştek. Ji ber ku hemû hêza xwe xistine ku dewleta Tirk li ser tunekirina Kurdan dikare xwe çêbike. Eger Kurd karibe bi ser bikevin ev tê wateya tunekirina dewleta Tirk. Bi wê aqliyetê tevdigere. Ew aqliyet aqliyeta înkarkirinê ye. Mirov welatê xwe li ser înkarkirina miletan çênake, li ser tunekirina miletan mirov çênake. Dewleta Tirk, aqliyeta wê, mantelîta wê, mejiyê wê, îdeolojiya wê ya fermî çi ye? 'Tu çiqasî Kurdekî bikuje, ewqasî Tirk bi ser dikeve. Tu çiqasî komkujiyan bîne serê Kurdan ewqasî tu bi ser dikeve. Tu çiqasî Kurdan înkar bike ewqasî tu Tirkan mezin dike'. Ev diyalektî çêkiriye. Ji ber vê yekê heta ev îdeolojiya fermî ya dewleta Tirk neyê guhertin dewleta Tirk demokratîk nabe. Esasen a ku dewleta Tirk hiştiye bikeve nava krîzên aborî, birêxistinkirina DAÎŞ'ê û komên çete ji ber vê aqliyetê ye. Aqliyeta, 'Ez çiqasî hêzan li dijî Kurdan bi kar bînim, ez ê dewleta Tirk ewqasî biparêzim'. Zîhniyeta wê li ser wê ye. Ji ber vê yekê, qîma wê wê pê neyê. Erdogan heta ev gotin jî got. Ev Hizba Demokrat a Kurdistanê baş vê fêhm nake. Digot çi? Digot, 'Şaşitiyên ku me li Iraqê kir, em li Rojava nakin'. Maneya xwe çi ye? 'Şaşitiya ku me li Iraqê kir, me hişt ku eqlîmê Kurdistanê çêbibe. Siyaseta me şaş bû, em wê siyaseta şaş êdî li Sûriyeyê nakin'. Xuya ye heta niha eqlîmê Kurdistanê jî danequrtandiye. Heta niha di qirika wî de maye. Lê belê niha polîtîkayê bi Hizbî Demokratê Kurdistanê re dike, qaşo 'sedemê şerê me yê li dijî Kurdan tevgera azadiyê ye. Em ji ber wê yekê şerê hereketa azadiyê dikin, naxwe me şerê Kurdan nedikir'. Lê belê esasen ne wisa ye. Esasen îdeolojî, aqliyet û mentalîteya dewleta Tirkiyeyê li ser tunekirina Kurdan e. Ne li ser tunekirina hizbekî ye, ne wisa ye. Qet ne wisa ye. Herhal Îhsan Nûrî ne hizbek bû. Şêx Seîd jî ne hizbek bû. Istefdaa Kerkûk jî ne hizbek bû. Yanî aqliyeta vê dewletê li ser tunekirina Kurdan e. Hizbên Başûr bi taybetî jî Hizba Demokratê Kurdistan vê fêhm nakin. Yan fêhm dikin, lê li gorî berjewendiyên xwe yên malbatî dimeşin. Divê mirov vê rastiyê bibêje. Ji ber vê yekê Kurd li ku derê şoreşê bike, wê êriş bikin. Li ku sîstemekê bidin çêkirin wê êriş bikin. Lewma êrişî Rojava kirin. Êrişa li ser Efrînê yek ji wan bû.
Êrişa li ser Efrînê esasen êrişa li ser meşrûeke demokratîk bû. Bajarekî aştî tê de heye, emin tê de heye, gelek miletê Sûriyeyê ji Idlibê û deverên din hatin bûn koçber li wir. Heta pariyê nanê xwe bi wan gelan re parve kirin. Di bin navê çi de, 'Em ê mantiqê hemûyê emin çêbikin, terorîst li vir hene, em ê êrişî wê bikin'. Di bin vî navî de hin çeteyên DAÎŞ'ê û Cephet El Nûsra anîn xistin Efrînê. Li pêş çavên alemê ev kirin. Bêguman ev bi dewletên navneteweyî re jî girêdayî ye. Tirk bi tena serê xwe nikarin vî tiştî bikin. Li Serêkaniyê û Girê Spî jî rewş bi heman rengî ye. Êdî dest bi çi kirin? Wê vê şoreşê çawa tengav bikin. Ji ber ku şoreş mezin dibe, di nava gelên herêmê de mezin dibe, wê bandorê li Rojhilata Navîn jî bike. Bandor li cîhanê jî kir ku hinek kesên enterasyonalîst hatin ketin nava şoreşê, şehîd ketin. Bi dehan mirov ji wan şehîd ketin. Heta niha hinek ji wan di nava şoreşê de ne. Êdî bû hêvî ji bo civakan. Ji bo vê hêviyê bişikînin wê her tiştî bikin. Lewma êrişên dewleta Tirkiyeyê heta niha li ser Şoreşa Rojava dewam dikin.
Divê em vê baş şîrove bikin. Zêde rewabûna xwe tune. Qirkirina Kurdan esas e, niha tiştên li Efrînê tê kirin ne li hemberî partiyekê ye. Tiştên ku niha li Efrîn, Girê Spî û Serêkaniyê tê kirin guhetina demografiyê ye. Dixwazin Kurdan, nasnameya Kurdan tasfiye bikin. Mesele ne hizb e, ne partî ye. Niha jî yên ENKS'ê derdikevin holê û dibêjin, 'Ti pirsgirêk li Efrînê nîne'. Gelo mirov ewqasî dikare bêwijdan bibe? Gelo mirov dikare ewqasî bêexlaq bibe? Li pêş çavên tevahiya cîhanê hatine belgekirin, êdî cih ji Fîlîstîniyan re tê çêkirin, ji yên Deraa re tê çêkirin, cih ji yên ji Idlibê re tê çêkirin û tuyê hîn bêje, 'tiştek nehatiye serê gelê Efrînê'. Ev bêexlaqî ye, ev axaftinên tên kirin. Divê mirov bi vî rengî şîrove bike; gelo ev Kurd e yan ne Kurd e. Gelo Kurdînî bi yên van gotinan dibêje re heye? Yan jî emîlekî dewleta Tirk e. Ji MÎT'ê dewleta Tirk pere werdigire, di bin navê 'em parastina Kurdan dikin'. Li Efrînê demografî tê guhertin, nasnameya Kurdan tê qetilkirin, tasfiyekirin. Ev rastî divê were zanîn. Li Serêkaniyê, Girê Spî heman tişt heye, xetere. Mesele ne hizbeke, ne partiyeke. Bila ev partiyên din fêhm bikin, bila mejiyên xwe bînin serê xwe. Mesele meseleya Kurdan e, êriş li ser Kurdan e. Divê ev bê fêhmkirin. Ev heta niha nehatiye fêhmkirin. Yan hatiye fêhmkirin, lê dest ji berjewendiyên xwe yên şexsî, pere û dolarên xwe bernadin. Divê gelê me bi vê rastiyê zanibe.
Êrişên pir dijwar heta niha jî dewam dikin. Li aliyekî şerê avê, li aliyekî dîtir avê qut dikin. Li aliyekî dîtir êrişî bajaran dike, şerê taybet dimeşîne. Yanî ji her milî ve ketine nava êrişê ji bo karibin vê şoreşê têk bibin. Lê belê li kêleka vê jî berxwedaneke bêhempa ya gelê me yê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê heye. Sîstemeke me heye, sîstema xweser. Em vê sîstemê divê xurtir bikin. Divê gel li derdora vê sîstema demokratîk bi pêş bikeve. Bi munasebeta 19'ê Tîrmehê em dikarin kêm û kurtiyên xwe jî bînin ser ziman. Rêveberiya me, divê gel li derdorê be. Divê gel bibêje ev rêveberiya min e. Kêm û kurtiyên me hene. Çi ne? Em divê girêdana xwe ya bi milet re xurt bikin, girêdana civakê xurt bikin, şoreşa xwe ya civakî temam bikin. Wê demê em ê karibin xwe ji van êrişan biparêzin. Me di destpêkê de got, Şoreşa 19'ê Tîrmehê xwe li ser hêza civakê da rûniştandin, ne li ser ti hêzê. Em bi hêzên derve ve nayên girêdan. Hêza civakê ji bo me esas e. Hêza gel ji bo me esas e. Şerek biqewime, şerê gelê şoreşgerî ji bo me esas e. Em bi hêza van nikarin xwe bidin girêdan. Gelek hêz berjewendiyên xwe yên şexsî dikin esas, berjewendiyên dewletê ji bo xwe dike esas. Hêzên derve polîtîkaya xwe heye, berjewendiyên xwe hene, li gorî wê nêzîk dibin. Wê destekê nedin te. Ji bo mirov piştgiriyê bide te divê tu xwe li ser erdê bike hêz. Hêza te ya siyasî hebe, hêza te ya rêxistinî hebe, hêza te ya civakî hebe alem mecbûre bê bi te re rûnê. Ya esasî çi ye? Hêza siyasî, rêxistinî û civakî li ser çi tê kirin? Li ser mukewinatên li hundirê Bakurê Sûriyeyê bi hevdu ve girêdayî bin, girêdana xwe pir xurt bikin, bi hevdu re têkoşîn bikin. Em nabêjin em eleqatê xwe bi hêzên ji derve re çê nakin. Na. Lê belê eger em bibêjin 'wê sedî sed piştgiriyê bidin me', na, divê em xwe nexapînin. Hêzên derve piştgiriyê nade te, ne saziyên fermî ne yanî. Ew dewlet in, berjewendiyên wan li Rojhilata Navîn hene. Rûs berjewendiyên xwe heye, Emerîka berjewendiyên xwe heye yên dîtir berjewendiyên xwe li herêmê hene. Nehatine tenê destekê bidin te û şoreşa te biparêzin. Şoreşa te bi civakê tê parastin, bi hêza te ya siyasî, leşkerî, bi şerê gel ê şoreşgerî tê parastin. Ji derveyî vê tu nikare şoreşê biparêze. Ev rastiyeke.
Di netîceyê de Şoreşa 19'ê Tîrmehê modeleke nû bû. Rêveberiya Xweser jî rêveberiyeke nû bû. Zêde em ne elimî bûn, tecrûbeyê me tê de tune bû. Cara yekemîn e dikeve meriyetê, pirsgirêkan bi xwe re diafirîne. Ji bo van jî em dibêjin, 'pirsgirêkên pêşketina sîstemê'. Ne bi zanebûn tê kirin. Ev pirsgirêk jî divê mirov çareser bike.
Bêguman mîrateya şoreşa 19'ê Tîrmehê ji bo me mezin e. Sîstemeke perwerdeyê ya ziman çêkir, zimanê Kurdî. Minhacek ji bo sîstemê terbiyê giştî da çêkirin. Hêzeke leşkerî ya ji hezaran kesî da çêkirin, rêveberiya xweser ku xizmetê ji civakê re bike da çêkirin. Sîstema şaredariyan da çêkirin. Sîstemên şoreşa jinê ava kir. Şoreşa 19'ê Tîrmehê şoreşa jinê ye. Şoreşa Rojava şoreşa jinê ye. Cara yekemîn e. Kî tê vê derê dibêjin, 'Em dixwazin bi YPJ'ê re rûnên, em dixwazin bi jinan re rûnên'. Ev tê çi wateyê? Xuya ye modeleke nû ye, cara yekemîn de di dîroka Rojhilata Navîn de şoreşeke wisa û hêza jinê esas digire û jin pêşenge ji vê şoreşê re, cara yekemîne çêdibe. Bi sedan jin jî şehîd ketin, di nava YPJ'ê de. Di tevahiya sîstema me de jin hevserok in. Hêza xwe heye, dikare siyasetê, leşkeriyê, aboriyê, karên civakî, çandî bike, dikare her tiştî bike. Ev yek ji bo alemê tiştekî nû ye. Di nava alemê de dibe ku rol dane jinan lê ne bi rengê jinan. Bi rengê zilaman rol dane jinan. Em Şoreşa 19'ê Tîrmehê weke Şoreşa Jinê şîrove dikin.
Ev hemû mîras in. Divê em van muktesebatên şoreşê biparêzin. Ev tiştên ku me qezenç kirine divê em biparêzin. Ne tenê em biparêzin, parastin bi tenê têrê nake. Divê em mezin bikin û em bikin milkê hemû civakan. Em karibin li Sûriyeyê û Rojhilata Navîn bikin milkê her kesî. Bi rastî jî çavê her kesî li vê şoreşê ye. Ji xwe 1'ê Mijdarê weke roja Berxwedana Kobanê hatiye ragihandin ku li her derê ji bo Kobanê çalakî têne lidarxistin. Ev yek nîşan dide ku gelên cîhanê jî hêviya xwe di vê şoreşê de dîtiye. Pêşketina vê şoreşê, naskirina şoreşê ji alemê re wezîfeya me ye. Di vê wezîfeyê de em hinekî kêm mane, divê em vê wezîfeya xwe baş pêk bînin. Em şoreşa xwe ya 19'ê Tîrmehê bi alemê bidin fêhmkirin. Şoreşa Bakurê Sûriyeyê baş bidin fêhmkirin, serketina li dijî DAÎŞ'ê baş bidin fêhmkirin. Dema ku me ev kir em ê hingî şoreşa xwe misoger bikin.
Gelê me divê baş zanibe şoreşa 19'ê Tîrmehê şoreşa wan e, rêveberiya xweser rêveberiya wan e. Dibe ku gelek propaganda li dijî rêveberiyê tê kirin, hinek hêz hene dixwazin rêveberiyê reş bikin. Em nekevin xizmeta wan. Kêm û kurtiyên rêveberiyê hene, gel dikare gilî bike, rexne bike. Rêveberî ji rexneyan re vekiriye. Lê belê em nekevin xizmeta hêzên derve. Tim û daîm li dijî rêveberiya me şerekî taybet tê kirin, reşkirin tê kirin em nekevin xizmeta wan. Eger niha aramiyek li Bakurê Sûriyeyê heye, sedemê ew e ku rêveberî heye, hêza leşkerî heye, parastin heye. Eger ev parastin xera bibe, ev rêveberî nemîne tiştek li Bakurê Sûriyeyê namîne. Divê em vê rastiyê zanibin. Divê gelê me piştgiriyê bide rêveberiyê. Rêveberî ji bo salên 2021, 2022'an projeyên xwe ji bo xizmeta gel bixe meriyetê. Divê miletê me zanibe ku krîzeke pir cidî heye. Dixwazim vê bêjim, ku gel jî zanibe. Em di salê de 220 milyon dolar pêşkêşî xizmeta civakî dikin. Em tenê dibêjin bila miletê me rehet be, bila xizmeta wan bê kirin. Lê belê heta niha jî hinek li dijî rêveberiyê tevdigerin. Ev xizmet ji kîjan alî ve tê çêkirin? Ji aliyê tiştên pêwîst ên jiyanê de tê kirin û rêveberî di ser re tiştekî ji xwe re nagire. Yanî pariyek jî bikeve destê me em ê parve bikin. Em ne weke hin hêzan e ku pereyê xwe li Swîsreyê veşêrin. Pereyê ku dikeve destê me em bi gel re parve dikin, pariyek nan jî be. Bila her kes vê zanibe. Divê alem li dijî van kesan derkeve ne li dijî rêveberiyê.Divê em vê zanibe, gelê me bi vê zanibe. Divê zanibe ku ev rêveberî çiqasî xizmetê ji gel re dike. Dibe hinek kêm û kurtî hebin, mirov dikare rexne bike, milet dikare rexne bike lê belê di netîceyê de rêveberiya vî gelî ye. Di dawiyê de xizmeta gel ji bo me esas e. Em dikarin vê sozê ji bo miletê xwe bide; rêveberiya me wê xizmeta gel bike, em ê nêzîkî gelê xwe bin. Kesên ku tehdeyê li gel bike, em qebûl nakin. Kî be jî, hêzên ji derve be, hinek kesên ku di nava me de bi navê cûrbecûr tehdeyê li milet bike qîma me nayê û em ê li ser bisekinin. Em ê şoreşa xwe ya 19'ê Tîrmehê biparêzin. Em ê şoreşa Bakurê Sûriyeyê biparêzin. Em serketinê ji bo miletê xwe dixwazin.
ANF | 'Şoreşa 19'ê Tîrmehê li ser mîrateya têkoşînê ya bi salan ava bûye' (anfkurdi.com)