ROJAVA-SÛRIYE
Hemû Nûçe
-
YPG’ê nasnameya şervanekî xwe yê şehîd eşkere kir
Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya YPG’ê diyar kir ku şervanê wan Dêrsim Mûnzûr (Mistefa Mihemmed Mistefa) di 3’yê Tebaxê de, di encama qezayeke perwerdehiyê de şehîd bûye. -
Li Til Rifetê bi hezaran kesan êrişên dagirker protesto kirin
Li navçeya Til Rifetê ya Şehbayê bi hezaran kes li dijî êrişên dagirker ên dewleta Tirk meşiyan. -
Dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê gundên Şehbayê bombe dikin
Dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê gundên kantona Şehbayê bombe dikin. -
Gelên li Qamişloyê qetlîama Sefawiyê şermezar kir
Gelên li Qamişloyê qetlîama li Eyn Îsayê ya li dijî malbatekê şermezar kir. -
Meclîsa Leşkerî ya Til Temir: Dewleta Tirk û çeteyên wê jîngehên sivîlan dikin hedef
Meclîsa Leşkerî ya Til Temir li ser êrîşên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê yên li ser gundewarên Til Temirê daxuyanî da û got ku wan di çarçoveya parastina rewa de bersiv dane, wesayîtek hatiye rûxandin, 2 çete hatin kuştin 2 jî birîndar bûne. -
Dewleta Tirk dibistana gundekî Zirganê bombe kir
Dewleta Tirk a dagirker bombe li dibistaneke ya gundê Zirgan a dikeve bakurê Til Temirê barandin. -
Meclîsa Leşkerî ya Minbicê, bîlançoya êrîşan eşkere kir
Meclîsa Leşkerî ya Minbicê, ragihand ku artêşa Tirk û çeteyên wê di meha Tîrmehê de zarokek qetil kirin, 4 sivîl birîndar kirin û got: “16 çeteyên Mertala Firatê kuştine.” -
QSD’ê li ser komkujiya Sefawiyê daxuyaniyek da
Fermandariya Giştî ya QSD`ê komkujiya li gundê Sefawiyê şermezar kir û bang li civaka navneteweyî kir ku binpêkirina mafên mirovan ji aliyê dewleta Tirk ve bişopîne. QSD`ê diyar kir ku dewleta Tirk di şer de israr dike. -
Ji Dayika Arîfa ya Efrînî 'Efrîn': Pirtûka 'Ji Bihiştê ber bi Dojehê ve'
Arîfe Bekir a bi pirtûka bi navê ''Efrîn: Ji Bihiştê ber bi Dojehê ev' zilma gelê Kurd a li Efrînê ya dema rejîma BAAS, guherîna li Efrînê ya bi Rêveberiya Xweser ve û rewşa bajêr a bi dagirkeriya Tirk re vedibêje. -
Dagirkeran li Zirgan û Til Temirê 2 jin birîndar kirin- NÛ BÛ
Hate diyarkirin ku di êrîşa dewleta Tirk a dagirker ya li ser gundê Til Werd a Zirganê û Til Temirê de 2 jin û du leşkerên Şamê birîndar bûne. -
Cenazeyê şehîd Îbrahîm Tûrgût hate veşartin
Yek ji Fermandarê Partiya Komunîst a Şoreşger Îbrahîm Tûrgût, bi merasîmeke li Goristana Şehît Xebat Dêrik hate veşartin. -
Dagirker hewl didin êrişî Til Temirê bikin
Li Til Temirê ya ku dewleta Tirk a dagirker bi awayekî sîstematîk êrişî wê dike, van rojan tevgera dagirkeran a li derdora wê zêde bûye. -
Dewleta Tirk Til Temirê bombe dike
Dewleta Tirk a dagirker piştî li Eyn Îsa ji heman malbatê bav û 3 zarok qetil kir û şûnde, gundê Derdare ya Til Temirê bombe dike. -
Dewleta Tirk li Eyn Îsa komkûjiyek pêk anî
Artêşa Tirk a dagirker mala Xelef Zeyd Îsa a li gundê Sefawiyê yê rojhilatê navçeya Eyn Îsayê kirin hedef û ji malbatê 4 kes hatin qetilkirin. -
Fuara pirtûkan a Rojava li gel astengiyan jî eleqeyek zêde jê re heye
Fuara Pirtûkan a Şehîd Herekol ku hewl tê dayin her sal li Bakur-Rojhilatê Sûriyê were danîn, li gel astengiyên TC-PDK-ENKS-rejîma Baas, propagandaya reş û bihayê yê zêde yê kargoyan jî didome. -
Di êrîşa Eyn Îsayê de sivîlek birîndar bû
Dewleta Tirk a dagirker rêya M4 a girêdayî Eyn Îsa û navçeya Şera ya Efrîn bombe kir. Li ser rêya M4 sivîlek birîndar bû. -
Li Bakur-Rojhilatê Sûriyê jiyan ji bo 5 deqeyan rawestiya
Ji bo kesên ku di êrîşên qirker ên 3'yê Tebaxa 2014'an de li Şengalê şehîd bûbûn werin bibîranîn li Bakur-Rojhilatê Sûriyê jiyan ji bo 5 deqeyan rawestiya. -
Li Amûdê û Tebqayê dagirkeriya dewleta Tirk û îxaneta PDK’ê hat şermezarkirin
Şêniyên bajarên Amûdê û Tebqayê yên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê daketin qadan û êrîşên dagirkerî yên dewleta Tirk a li ser Başûr û Rojavayê Kurdistanê û îxaneta PDK’ê şermezar kirin. -
Rêveberiya Xweser a Efrînê: Rêveberiya Xweser a Şengalê nas bikin
Rêveberiya Xweser a herêma Efrînê bang li civaka navnetewî kir ku çarenûsa Êzidiyên dema Fermana 73’an de hatin revandin û wenda ne diyar bikin û bang li NY kir ku Rêveberiya Xweser a Şengalê nas bikin. -
Dewleta Tirk li Til Temirê jinek û kurê wê birîndar kir
Dewleta Tirk a dagirker bi topan li Til Temirê da. Di vê êrişê de jinek û kurê wê birîndar bûn. -
PYD: Qirkirina li Şengalê parçeyek ji qirkirina gelê Kurd e
PYD`ê got qirkirina etnîk ku li dijî Êzidîyên li Şengalê pêk hat, parçeyek ji qirkirina etnîkî ye ku li dijî gelê Kurd bi giştî tê kirin. -
TEV-DEM: Li dijî qirkirinê têkoşînê mezin bikin
Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) di salvegera 7’an a qirkirina li Şengalê daxuyaniyek da û diyar kir ku xwestin Kurdan di qirkirinê re derbas bikin, banga xurtkirina têkoşînê kirin. -
Dayika Şehîd Zagros: Erdogan ji şehîdên me jî ditirse
Dayika şehîd Şiyar Zagros a cenazeyê kurê wî li Goristana Şehîd Avesta Xabûr e got: “Ger ku Erdogan û çeteyên xwe, ji cenazeyên şehîdên me netirsiyabana şehîdgehê me xira nedikir in.” -
Civîna salane ya QSD’ê bi dawî bû
Civîna salane ya meclîsên leşkerî ya QSD’ê vê sibehê dest pê kiribû. Piştî nîqaş û biryaran civîn bi dawî bû. Piştî civînê hate diyarkirin ku di rêziknameyê de hin guhertin hatine û kirin û berdevkê QSD’ê jî guheriye. -
Civîna QSD’ê ji çapemeniyê re girtî didome
QSD’ê û koalîsyona navnetewî ragihandin ku ew ê xebata hevbeş ya ji bo ewlehiya herêmê bidomînin. Di van kêliyan de civîn bi rengê ji çapemeniyê re girtî berdewam dike.