Heyeta MSD'ê bi Serokkomarê Fransayê Macron re rûnişt

Navenda Çapemeniyê ya Rêveberiya Xweser ragihand ku heyeta MSD'ê bi Serokkomarê Fransayê Emmanuel Macron re hevdîtin kiriye.

Di daxuyaniya Navenda Çapemeniyê ya Rêveberiya Xweser de hate gotin, Hevseroka Desteya Rêveber a Meclîsa Sûriyeya Demokratîk (MSD) Îlham Ehmed, Hevseroka Meclîsa Rêveber a Rêveberiya Xweser a Bakur-Rojhilatê Sûriyeyê Bêrîvan Xalid û Hevserokê Meclîsa Rêveber a Rêveberiya Sivîl a Dêra Zorê Xesan El Yûsif bi Serokkomarê Fransayê Emmanuel Macron re rûniştin.

Li gorî daxuyaniyê, di hevdîtinê de li gel rewşa siyasî ya li herêmê bi taybetî krîza Sûriyeyê, her wiha pêniyarên çareseriyê hatin nirxandin. Di hevdîtinê de li ser rêveberiya Bakur-Rojhilatê Sûriyeyê û modela wê ya rêveberiya demokratîk nîqaş hatin kirin û ambargoya li dijî Bakur-Rojhilatê Sûriyeyê hate nirxandin.

Heyetê têkildarî têkoşîna li dijî DAÎŞ'ê agahî da Macron û qalê kir, ku girtina deriyên sînor bandoreke neyînî li herêmê dike.