Trump li dijî protestoyên koçberan Muxafizên Neteweyî xist dewrê
Serokê DYE'yê Donald Trump li hemberî xwepêşandanên şermezarkirina operasyonên dersînorkirina koçberan, ferman da ku 2000 Muxafizên Neteweyî bişîne Kalîforniyayê.
Serokê DYE'yê Donald Trump li hemberî xwepêşandanên şermezarkirina operasyonên dersînorkirina koçberan, ferman da ku 2000 Muxafizên Neteweyî bişîne Kalîforniyayê.
Li banliyoya Paramount a Los Angelesê ku nifûsa xwe Hispanik e, êvara Şemiyê di navbera polîsan û xwepêşandêran de bûyerên tundiyê destpê kirin.
Berdevka Qesra Spî Karoline Leavitt diyar kir ku Trump ji bo 'dawîanîna li anarşiyê' ev biryar wergirtiye û rêveberên eyaletê yên ji Partiya Demokrat bi 'kêmmayinê' sûcdar kir.
Waliyê Kaliforniyayê Gavin Newsom jî ev destwerdan weke 'Sorkirin û bi armanca xwepêşandanê' pênase kir. Newsom bang li xwepêşandêran kir ku bi rengekî aştiyane bimînin û got, "Tundiyê bi kar nînin, rê nedin wan."
Ajanên Muxafaza Gumruk û Koçberiyê (ICE) sibeha Şemiyê li nêzî firoşgeha Home Depot li hev kom bûn. Piştî ku xwepêşandêrên şermezarkirinê li herêmê civiyan, rageşî bilind bû. Di encamê de gelek kes hatin binçavkirin.
Rayedarên polîsên federal diyar kirin ku kesên tevlî tundiyê bûne hatine tespîtkirin û wê bêne girtin. Wezîrê Parastinê Pete Hegseth jî ragihand ku eger pêwîstî pê hebe wê Hêzên Deryayî yên li Camp Pendletonê jî bixin dewrê.
Tê payin ku yekîneyên Muxafizên Neteweyî di nava 24 saetan de bi cih bibin.