Li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Şoreşa Rojava hate pîrozkirin
Li gelek bajarên Bakur û Rojihilatê Sûriyeyê salvegera 9’emîn a Şoreşa Rojava hate pîrozkirin.
Li gelek bajarên Bakur û Rojihilatê Sûriyeyê salvegera 9’emîn a Şoreşa Rojava hate pîrozkirin.
Bi dehan şêniyên navçeya Tirbespiyê bi hemû pêkhateyên wê li qada Azadî ya rojavayê navçeyê pîrozahiya salvegera Şoreşa 19'ê Tîrmehê li dar xistin. Qad bi alên YPG, YPJ û QSD'ê hate xemilandin.
Şahî bi deqeyeke rêzgirtin dest pê kir. Ji rêveberên PYD'ê yên navçeya Tirbespiyê Hediya Şemo axivî û diyar kir ku Şoreşa 19'ê Tîrmehê ji bo pêkhateyên herêmê xaleke girîng bû ku li hemberî terorê bûn yek û civakeke demokratîk ava kir.
Hediya Şemo diyar kir ku Şoreşa 19'ê Tîrmehê bi şoreşa jinê tê naskirin, jinan di hemû qadan de bi taybet di qada leşkerî de pêş ket û teror têk bir.
Ji fermandarên YPG'ê Baran Omerî jî got, ew hêzên leşkerî ji bo parastina gel û xaka xwe amade ne xwe feda bikin û her buhoseke dagirkirî rizgar bikin. Baran Omerî soza têkoşînê bi şehîdên şoreşê re nû kir.
Piştî axaftinan Koma Şehîd Xebat a girêdayî navenda Çand û Hunerê ya Hêzil a Tirbespiyê, hunermendarê Kurd Ebdurehman Bavê Emîn û Koma Şehîd Zîlan a ji Dirbêsiyê, hunermend Danîş Botan, Baran û Nûrî Elî stran gotin.
Şêniyan li ber stranan xelekên govendê gerandin.
ÇILAXA
Bi heman armancê li Geraca navçeya Çilaxa jî şaniyeke bi beşdarbûna bi dehan şênî ji pêkhateyên Kurd, Ereb û Suryan hate lidarxistin. Cihê şahiyê bi alên hêzên leşkerî û saziyên sivîl û pankartên bi nivîsên "Bi rihê Şoreşa 19'ê Tîrmehê em ê dagirkeriyê têk bibin û serkeftina şoreşê misoger bikin" û "Bijî biratiya gelan" hat xemilandin.
Piştî deqeya rêzgirtin, bi navê Rêveberiya Xweseriya Demorkatîk Murad Şemo axivî û diyar kir ku serkeftina Şoreşa 19'ê Tîrmehê berhemên fedekariyên bi sedan şehîdan e.
Şemo banga hevgirtinê û piştgiriya Rêveberiya Xweser li şêniyan kir.
Di şahiyê de bi navê PYD'ê Sirûr Şetê jî got, Şoreşa 19'ê Tîrmehê berhema Berxwedana 14'ê Tîrmehê û girtîgehan e û diyar kir ku pêkhateyên herêmê Kurd, Ereb û Suryan serî ji siyasetên fitneyê re danaxin ku projeya Rêveberiya Xweser dikin armanc.
Piştî axaftinan şêniyan li ber stranên Koma Agirî ya ji Amûdê û gelek hunermendên kurd xelekên govendê gerandin.
ŞEHBA
Şahî bi dirûşmeya "Bi rihê 19`ê Tîrmehê em ê dagirkeriyê têk bibin û serkeftinê misoger bikin" ji aliyê Meclisa Kantona Efrînê ve hate lidarxistin.
Şahî bi beşdarbûna bi hezaran şêniyên herêma Efrînê li qada kampa Serdemê ya gundê Til Sosîn a navçeya Ehdasê ya Şehbayê hate lidarxistin.
Qada şahiyê bi wêneyên Rêber Abdullah Ocalan, alên YPJ, YPG, Kongreya Star û pankartên bi nivîsên"Bi rihê 19`ê Tîrmehê em ê dagirkeriyê têk bidin û serkeftinê misoger bikin"," Bi şerê gelê şoreşgerî û bi wêrekiya gerîla em ê dagirkerî û xiyanetê têk bibin" û " Bêyî azadiya Rêber Apo projeya neteweya demokratîk temam nabe" hate xemilandin.
Şahî bi rêzgirtinê dest pê kir, piştre bi navê Rêveberiya Herêma Efrînê hevseroka Melisa Rêveber a Herêma Efrînê Şîraz Hemo axivî û salvegera Şoreşa Rojava pîroz kir û ev xal lê zêde kir:"Piştî dagirkirina bajarê Efrînê berxwedana gelê Efrînê li kantona Şehbayê derbeyên mezin li dagirkeriyê xist, bi saya berxwedana gelan siyasetên dewleta Tirk ku hewldana têkbirina vîna gelan dike, têk çûn."
Şîraz Hemo ev li gotina xwe zêde kir:"Gelê şopdarê rêya şehîdên xwe bin û şoreşan li dar dixin, siyaseta dijmin çawa be jî tu kes nikare wan têk bibe."
Şîraz Hemo ev nirxandin kir:"Bi rihê berxwedana 19`ê Tîrmehê em li ber xwe didin û ji bo parastina destkeftiyên Şoreşa Rojava em şer dikin, Efrîn yek ji destkeftiyên Şoreşa 19`ê Tîrmehê ye û dê bimîne jî, ji ber ku em bi rihê berxwedana 58 rojan li Şehbayê li ber xwe didin û heta rizgarkirina Efrînê em ê berxwedanê berdewam bikin."
Bi navê Koordînasyona Kongreya Star a Herêma Efrînê Elîf Şêx Mihemed axivî û salvegera Şoreşa Rojava pîroz kir û got: "Ev şoreş temsîla rihê rastîn ê berxwedana li dijî tevahiya şeklên terorê û tundrawê dike ku bi pêşengttiya jina têkoşer û ciwanên şoreşger pêk tê û di sedsala 21`ê de ji mirovahiyê re bû meşeleya hêviyê û kaniya azadiyê."
Paşê hunermend Hisên Xanê û hunermed Newroz Silêman çend stran gotin, koma Kampa Serdem a Govendê çend govendên foklorîk pêşkêş kirin.
Şahî bi stranên hunermend Rêzan Bekir û Mihemed Belko û gerandina govendê bi dawî bû.
DIRBÊSIYÊ
Meclisa Navçeya Dirbêsiyê bi boneya nêzîbûna salvegera Şoreşa 19'ê Tîrmehê şahiyek bi diruşma "Bi rihê Şoreşa 19'ê Tîrmehê em ê dagirkeriyê têk bibin û serkeftinê misoger bikin" li dar xist.
Şahî li geraca navçeyê hate lidarxistin. Cihê şahiyê bi wêneyên rêber Abdullah Ocalan, wêneyên şehîdan, alên YPG, YPJ û pankartên bi nivîsên"Bi rihê Şoreşa 19'ê Tîrmehê em ê dagirkeriyê têk bibin û serkeftinê misoger bikin" hate xemilandin.
Şahiya ku bi sedan kes beşar bûbûn bi deqeyeke rêzgirtin dest pê kir. Bi navê Rêveberiya Xweser Zeyneb Murad axivî û got, serkeftina Şoreşa 19'ê Tîrmehê berhemên Berxwedana 14'ê Tîrmehê û berxwedana gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyê ye.
Zeyenb destnîşan kir ku Şoreşa 19'ê Tîrmehê di hemû qadan de serkeftin pêk anîne û xwedî roleke sereke di navairina sîstemeke demokratîk de ye.
Zeyenb Murad banga hevgirtin û berxwedanê li hemberî dijminên Rêveberiya Xweser û parastina destkeftiyên şehîdan kir.
Piştre komên Rimêlan, Reqa, Koma Botan a ji Qamişloyê stran li ser Şoreşa 19'ê Tîrmehê gotin.
Şahî bi gerandina xelekên govendê li ber stranan bi dawî bû.