19'ê Tîrmehê ji tunebûnê bihara gelê Kurd afirand
Şoreşa 19’ê Tîrmehê nûnertiyê ji hêvî û armancên gelan re dike. Bi pêşengiya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê rêya çareseriya aloziya Sûriyeyê destnîşan dike.
Şoreşa 19’ê Tîrmehê nûnertiyê ji hêvî û armancên gelan re dike. Bi pêşengiya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê rêya çareseriya aloziya Sûriyeyê destnîşan dike.
Şoreş berhemên herî pîroz ê gelan in. Gel ji bo maf û azadiyên xwe li hemberî serdest, dagirker û rejîmên dîktator û despot biparêzin şoreşan pêk tînin. Dema ku rejîmên serdest ti maf û azadiyên gelan nasnekin, di bin zext û înkarê de wan biçewisînin; çand, ziman û rêûresmên wan înkar bikin, wê demê ji derveyî şoreşan ti rêyeke din ji gelan re namîne. Ango şoreş dikeve asteke jênerger de. Vaye Şoreşa 19’ê Tîrmehê jî di bin van şert û mercan de û di bin ronahiya van rastiyan de, beriya 9 salan di sala 2012’an de çirûska pêşîn li Kobanê pêxist û gav bi gav belavî hemû herêmê kir. Şoreşa 19’ê Tîrmehê bi pêşengiya jin û ciwanan li cîhanê deng veda. Li ser mîraseke mezin a weke Berxwedana 14’ê Tîrmehê bi gavên bi ewle şoreş pêk anî, gav bi gav pêşket û îro jî bûye yek ji hêzên ku hêvî dide mirovahiyê û gelên bindest ên herêmê. Şoreşa ku xwedî mîraseke giranbuha ya dîrokê ye, berxwedan û serkeftinên pir giranbuha li gelên Rojava, Bakurê Sûriye, herêmê û mirovahiyê da qezenckirin. Şoreşa 19’ê Tîrmehê bû helwestek li hemberî rejîma faşîst a Baasê, bilindbûna hestên azadiyê ya gelan bû. Bi pêşengiya jin û ciwanan bi hêza gelên herêmê yên weke Kurd, Ereb, Suryan, Tirkmen û hwd... pêk hat.
Îro Salvegera 9'emîn a Şoreşa 19’ê Tîrmehê em pîroz dikin. Sîstema azadiya gelan a ku bi hizrên Rêber Apo hatî raçandin, di her alî de xebatên xwe yên avakirina sîstema netewa demokratik û berxwedana parastina hebûna xwe dimeşîne. Şoreşa Rojava di heman demê de bû şoreşeke ziman û perwerdê ya zarok û ciwanan. Îro perwerdeya netewa demokratîk li Rojava û Bakurê Sûriyê şîn û şênber dibe.Ev şoreş, bû dengê gelên bindest û demokrat ên cîhanê.
‘ŞOREŞA 19’Ê TÎRMEHÊ TEQÎNEKE ZÎHNÎ LI ROJAVAYÊ KURDISTANÊ ÇÊKIR’
Li ser vê mijarê Muşîra Minle Reşîd a ku cihê xwe di şoreşa 19'ê Tîrmehê de li herêma Efrînê de girtiye ji ANF'ê re axivî û di destpêka axxaftina xwe de şoreşa 19'ê Tîrmehê li hemû gelê bindest, şehîdên doza azadiyê û li Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan pîroz kir û got:" Şoreş û berxwedaniya 19'ê Tîrmehê berdewamiya berxwedaniya 14'ê Tîrmehê ye her wiha pêkanîna projeya Rêber Apo ye. Çewa li Ewropayê şoreşên weke Oktober, Feransa û h.w.d guhartinek di îdyolojiya civakê de çêkir li Rojhilata Navîn jî şoreşa 19'ê Tîrmehê teqîneke zihnî afirad."
‘BI SAYA ŞEHÎDAN ME GAVÊN MEZIN AVÊT IN’
Reşîd xuya kir bi saya şehîdan ji bo vê xakê gavekek mezin hate avêt û wiha domand: "Ji ber ku valahiyeke mezin di dewleta Sûriyeyê de çêbûbû û aloziya ku Sûriyê tê re derbas dibû her ku diçû kurtir dibû. Pêwîst bû ku projeyeke nû êdî were pêşkêşkirin bi taybet piştî ku di hundirî avaniya rêjîma Sûriyeyê de pir kes ên ku cihê xwe di deverên hesas digritin, dihatin kuştin. Her wiha di milekî din de pir hevalên me dihatin şehîd xisitin weke şehîd Rustem Cûdî piştî wê şehîd Xebat Dêrîk ji ber hewldana wan hebû ku çêwa wê xwedî li vê pirojeyê derkevin û artêşeke nû ji bo parastina gel ava bikin û li ser vê xakê sîstemeke demokratîk saz bikin. Piştî ku me gelek şahîd dan me dît ku pêwîst e em ji bo şehîdên xwe gavekî mezin bavêjin û cara yekem li Rojavayê Kurdistanê li gundê Diraqliya ya navçeya Bilbliê ya herêma Efrînê disbistana şehîd Fewzî ji bo fêrkirina zimanê Kurdî hate vekirin û li Helebê jî li taxa Şêx Meqsûd navenda Cemîl Horo ya çand û huner ji bo pêşketina çand û hunera Kurdî hate vekirin ji bo ku bandora çand û hunera Kurdî li ser civaka kurdî zêdetirî bandora helandin û asîmlasyona yê desthilatê kêm bike. Li ser vê esasê ev piroje bi pêş ket û piştî wê heza parastina civakî HPC'ê hate avakirin. Bi rastî jî dema ku gel derdiket bi bav û kalên xwe, bi dayikên xwe, bi zarokên xwe û bi jin û mêr parastina xwe dikirin cihê kêfxweşiyê û şehnaziyê bû. Me dît ku hemû bajarên Sûriyê hatin rûxandin û dizîn, hemû avahiyên bin erd û ser erd hatin xerakirin. Me bajarên xwe diparast. Ji ber ku dema gel derdikeve parastina axa xwe dike tê wateya ku mirov parastina mala xwe dike ku nahêle tu destdirêjî li ser xaka wan were kirin."
‘JI DESTPÊKA ÇIRÛSKA ŞOREŞÊ Û HETA NIHA TI CARÎ PARÇEBÛN NE QEDIYA’
Reşîd wiha domand: “Hikumeta Sûriyeyê di destpêka avabûna şoreşê de xuya kir ku ‘Kurdên ku niha bi şoreşekê rabûne û xwe bi rêxisitin dikin, dixwazin xaka Sûriyeyê parçe bikin’ lê di di wê demê me nameyek ji rêveberya Sûriyeyê re şand ku em tu carî parçebûnê naxwazin.Ji ber ku Rêber Apo her tim digot; ‘piştî ku şer li her derê û li Sûriyê rû da, wê Şam bibe navenda siyaseta cîhanî ji bo wê jî divê ku têkliya we bi hikometa Şamê re hebe û bi hev re vê projeya demokratîk pêşxînin û bibe nimûneyeke li her deverê’, lê dewleta Sûriyê têkliya me qebûl nekir. Ji ber destwerdana dewleta Îranê û destwerdana dewleta derve yên ku berjewandiyên xwe di herêmê de hene nexwestin ku hevpeyman di navbera Kurdan û hikumeta Sûriyeyê ve çêbibe. Ji ber yekbûn an jî hevpeymana me bi hev re nediket xizmeta dewletên berjewandperest her wiha ji wê demê heya Beşar El-Esad jî nexwast dest ji desthilatdariya xwe berde. Di meclîsa gel a Sûriyeyê de daxuyanî da xuya kir ku dest ji serwerî û dasthilatdariya xwe ya faşîst bernade. Ji ber wê em neçar man ku hêzeke xwe ya leşkerî ava bikin.”
Reşîd anî ziman ku armanca wan ne rûxandina rêjîma Sûryeyê bû lê armanca wan guhartinekek zihnî were çêkirin û wiha got:"Di demên destpêkê em her dem li kolan û qadan bûn ji bo maf û hiqûqên xwe biparêzin û di wan deman de her kes ji me re digot ji bo çi hûn bi siloganên rûxandina rêjîma Beşar bang nakin? bersiva me ew bû ku ger em bi rûxandina rêjîma Esad bang bikin wê demê tê wetaya ku em dixwazin lişûna wê desthilatdariyê desthilatdaiyeke din ava bikin lê hedef û armaca me ne ew e armanca me divê ku zihneyateke nû were avakirin ji ber wê li hemberî desthilatdaeiya dewleta Sûriyeyê û faşîzma wê me şereke îdeyolojîk meşand."
‘PERWERDE BERÎ HER TIŞTÎ BÛ’
Reşîd bal kişand ser girîngiya perdahiyê di wan deman de û got: “Niha sazî û deste hetine avakirin lê di wê demê de ne sazî û ne jî dest hetibûn avakirin. Ji ber wê me weke komîteyên akademî, civakî, aborî û h.w.d kar dikrin û her komîteyek bi karê xwe radibûn û hemû jî dadiketin nav civakê ji bo rêxistkirina civakê. Her wiha di milekî din de perwede dahatin dayîn û me hem perwede dikir, hem jî dida. Li ser vê esasî ku em îdeolojiyeke nû ji civakê re ava bikin. ji ber wê me di wan deman de ji kar zêdetir perwerde didîtin, li kêleka wê jî me ew perwerde dibir nava gel.”
‘GEL HEW ÊDÎ HIŞMENDIYA FAŞÎST QEBÛL DIKIR’
Reşîd wiha nirxand: “Heya sala 2012'an bi giştî rêjîma Sûriyeyê ji hundir bajara Efrînê hate biderxist. Ji ber êdî gel wê hişmendiya faşîst qebûl nedikir. Bi derketina rêjîmê re astengî her çû zêdetir bû, ji ber hin kom an jî hin alî dihatin û şerê me dikirin. Lê belê em dikarin bêjin salên 2012-2013 salên herî giran yên ku li ser Efrîniyan re derbas bû ku nayên ji bîrkirin. Ji ber ku hem di tevahî Sûriyeyê de û bi taybet di hundir Helebê de şerekî giran dihate kirin. Piraniya gelê Helebê derbasî Efrînê bû. Ji ber dorpêça giran û derfetên kêm li bajarê Efrînê şerek mezin li Efrînê qewimî. Dîsa li gudnê Qestelê û navçeya Şera û Şêrewayê êrîş pêk dihatin. Armanca wan jî tenê ew bû ku aloziya li Efrînê zêdetir bikin. Xwestin gel birçî bikin û vîna wê bişkînin. Ji dayikan bigire heta darên zeytûna li Efrînê li ber xwe da.
Di salên 2013'an de Rêber Apo nameyek ji me re şand tê de rexneya me kir û digot; ‘Li şûna ku hûn diçin dîplomasiyê bi dewletên Ewropî re çêdikin biçin bi derdora xwe dîplomasiya xwe pêşbixin.’ Li ser pêşniyara Rêber Apo êdî hêdî hêdî ketin nava lêgerîn û danûstandinan. Bi pêkateyên Kurd, Ereb, Suyan û hemû aliyan re hevdîtin kirin. Li ser vê bingehê me pêvajo bi gel da nasîn. Ji bo wê komîteyek hate vakirin û xweseriya demokratîk hate avakirin. Ev şoreşa Rojav wê bibûna nimûne.
Li aliyekî din şoreşa 19'ê Tîrmehê deskeftiyên herî mezin bi xwe re anîn; yek ji van destkeftiyan damezirandina Rêveberiya Xweseriya Demokratîk li her sê kantonên Rojavayê Kurdistanê bû. Her wiha rêveberiya xweser jî bi xwe destkeftiyên mezîn anî. Ji wan sîstema hevseroketiyê, pêşxistina zimanê dayikê û xurtkirina çand û hunerê bû. Şoreşa 19'ê Tîrmehê şoreşa azadî, demokrasî û rûmetê ye."
‘PROJEYA RÊVEBERIYA XWESER ZAYÎN Û VEJÎNEK NÛ BÛ’
Hêvîn Reşîd xuya kir ku rêverbiya xweser di demên herî zehmat de hate demizrandin û di wê demê de û heya niha çareseriya herî baş dane çêkirin û got: “21’ê Çileya 2014'an li herêma Cizîrê û 17’ê Çile li Kobanê rêveberiya xweser hate îlan kirin, 29’ê Çile li Efrînê hate îlankirin. Bi rastî di wan deman de me bi hestekî cuda hîs dikir, me dizanî ku pirojeya rêveberiya xweser çaraseriya herî baş û munasib bû. Rêveberiya Xweser di wê rewşa Sûriyeyê de ya herî guncav bû. Ji ber wê pirojeya Rêveberiya Xweseriya Demokratîk zayîn û vejîneke nû bû ku ber bi welat û avakariyeke nû ve biçe.
Em dikarin bêjin ku Rêbeberiya Xweseriya Demokratîk li Sûriyeyê modêleke nû bû her wiha di vê projeyê de gel fêr dibû ku çewa xwe birêve bibe û pêdviyên xwe çewa bi keda xwe bidest bixwe. Bi vî rengî ev piroje hat avakirin û di wan deman de gelek deste hatin avakirin. Cara yekemîn sîstema hevseroketiyê hat pêkanîn ji ber wê çewa molêla rêveberiya xweser li Sûryeyê modêlek nû bû sîstema hevseroketiyê jî modêleke nû bû. Di wan deman de min weke hevseroka meclîsa zagonsazê di nava xebatan de cih digirt."
Reşîd di berdewamiya axaftina xwe de xuya kir ku rêveberiya Xweser rêveberiyeke nerm bû û wiha domand: “Ji ber ku di Sûryeyê de şerke dijwar hebû. Pêwîst bû ku mirov sîstem û zagonên ku xizmetî wê civakê bike, çêke ku mirov karibe civakê ji wê kaosê rizgar bike. Gel li gorî wan biryar û zagonan birêve bibe. Zagonên me li gorî pêdiviyên civakê bû û ger rexnên gel li ser vê zagonê hebû ew biryar û ew zagon dihatin guhartin. Ji bo wê em dikarin bêjin ku rêveberiya xweser rêveberiyeke nerm bû, em bala xwe bidinê ku di dewletên din de dema zagon dihatin danîn an biryarek tê standin bi selan li ser wê zagonê kar dikin, lê belê ya rêveberiya xweser berovajî wê zihniyetê bû."
Hêvîn Reşîd de di berdewaniya axaftinê xwe de wiha got: "Piştî ku meclîsa zagonsaz hat demizrandin meclîsa rêveber hat avakirin. Di wê demê de sîstema rêveber a meclîsa rêveber ne sîstemke hevseroketiyê bû, lê tenê rêveber bû di kantonan Cizîr û Kabanê de rêveberê wê meclisê mêr bû, ya Efrînê rêveberiya wê jin bû.”
Hêvîn Reşîd diyar kir ku Rêveberiya Xweseriya demokratîk mafê hemû civakan li xwe digire wiha got: “Em dikarin bêjin ku Rêveberiya Xweser weke gurzekî ji gulan e her gulek bi reng û bêhna xwe, xwe dide îfadekirin. Ji ber ku her pêkhateyek mafê xwe heya bi reng, cil û berg , ziman û çandê xwe bide temsîlkirin. Rêveberiya xweser tu çand an jî tu pêkhate tune nekir. Ji ber ku sîstema em li nav mezin bûn, çandên cuda qebûl nekir. Ji wê Rêveberiya Xweser desteya çandê pêşxist. Di despêka avabûna rêveberiya xweser de pir aliyan xuya kirin ku temena vê sîstemê tenê 6 meh in. Em niha dibînin ku li hemû deverên Sûrî herêmên rêvebriya xweser a qadên herî bi ewle ûher diçe berferhtir dibine.
Jinan di şoreşa Rojava de rêgezên ku Rêber Abdullah Ocalan ji bo rizgariya jinan danîne, ji xwe re kirin bingeh. Rêber Abdullah Ocalan diyar kir ku ji bo biserketina şoreşên gelan, lidarketina şoreşa jinan şert e. Piştî 9 salan ji destpêkirina şoreşa Rojava di 19`ê Tîrmeha 2012`an de, li gel bûyer û pêşketinên ku li herêmê rû dane, jin bi rola xwe rabûn û rêgezên şoreşê bi ser xistin.
Rêber Abdullah Ocalan şoreşa jinan wek şoreşek çandî dibîne û di pareznameyên xwe de dibêje; ‘Pergalê ji demek dirêj ve, derfeta xwerastkirinê winda kiriye. Tişta pêwîst şoreşa jinan e. Çawa jî koletiya jinan kûrtirîn koletî ye, şoreşa jinan jî kûrtirîn şoreşên azadî û wekheviyê ye’.”
Yek ji jinên di Şoreşa Rojava de cihê xwe girt Hêvî Silêman ku di xebatên Yekîtiya Starê de kar dikir axivî û diyar kir ku amanca sereke ya Yekitiya Star pêşxistina jinan ji aliyên fikrî û zîhniyetê û bidestxistina mafên wê bû. Silêman got: “Me di destpêkê de komînên xweser avakirin ji bo jin pirsgirêkên xwe çaraser bikin û li kêleka wê jî me dest bi xurtkirina perwerdekirina jinan kir ji bo jin karibe xwe çewa di hundir civakê de birêxisitin bikin."
Silêman di berdewamiya axaftinê xwe de diyar kir ku jinê di her milekî civakê de xwe bi rêxistin kir, cihê xwe girt û wiha dewam kir: “Şoreşa 19'ê Tîrmehê şoreşa civakbûnê ye û beşek mezin li ser milê jinê bû. Bi rastî jinê di wê demê de roleke aktîv lîst û li cihê herî pêş jî cihê xwe girt. Ji ber wê em dikarin bêjin ku jinê di her mileke civakê de xwe birêxistin kir û bû pêşenga civakê."
Silêman diyar kir ku dema jin diçûn hilbijaratinên nênerên xwser bikin çaranûsa xwe diyar dikirin û wiha pê de çû:" Di wê demê de me li Helebê kar dikir li helebê jî me xwe weke jin bi rêxisitn kir û komînên xwe yên xweser çêkir û li wir me cara yekem hibijartinên xweser çêkirin ku jin biçin çaranûsa xwe diyar bikin û nûnerên xwe hilbijêrînin ji bo karbin hem di hundir civaka xwe de hem di hundir şoreşa xwe rol bilîzin û pêşegtiyê bikin û biçin çaranûsa xwe ya xweser diyar bikin."
Silêman bal kişand ser avakirina Kongra Star û got: “Piştî xebatên demdirêj, jinan di sala 2005’an de Yekitiya Star ava kir. Piştî pêşketina xebatên rêxistinî û firehkirina asoyên bi rêxistinkirina jinan, pêwîstî bi sîwaneke firehtir çêbû. Ji ber wê Kongreya Star di 25`ê Sibata 2016`an de ji bo hemû jinan ji hemû pêkhateyan bigire nav xwe hate avakirin. Şoreşa 19'ê Tîrmehê bû bingeha şoreşa jinan li Sûriyê û Rojhilata Navîn."
Hêvî Silêman anî ziman ku jinê bi sîstema hevseroketiyê re hê zêdetir xwe îsbat kir ku ew dikare di hemû milan de rol bilîze û bibe pêşenga civakê û wiha pêde çû: “Ji bo gihandina dengê rastiyê û şopandina şoreşa Rojav û Bakurê Sûriyê, bê navber dixebitin. Di qadên şer de, rastiya berxwedana li dijî çeteyan û dagirkeran ji raya giştî ya cîhanê re eşkere dikirin. Raya azadiyê şopandin û bûn sembola raghandina azad û heqîqetê.”
Li ser rolê ragihandinê ya di şoreşa Rojava de Rojnamevan Tolîn Hesen axivî û di serî de 19'ê Tîrmehê li gelê Kurd û li hemû rojnamevanan pîroz kir û got: “Ji ber nûçegihantî û rojnamevantî roleke xwe ya sereke di pêşxistin û serkefttina şoreşa 19'ê Tîrmehê de hebû gelek nûçegîhan hatin amadekirin. Gelek ji kesên kar dikir, ne rojnamevan bû, lê xwestekên wan ên kar hebûn.”
‘JI BER ZEXTÊN REJÎMÊ ROJNAMEVAN BI VEŞARÎ KAR DIKIRIN’
Rojnamevan bi dizî karê xwe dikir bê ku rejîm pê bihata hesîn. Ji ber ku dema rejîm bi vê yekê bizanibana, ew dem dihat wateya di dezgehên Kurdî de kar dike. Dema ku rejîm bi vê agahdar bibûna weke siyasî li mijarê dinêrî û dihatin girtin û rewşa girtiyên siyasî ya di zindanên rejîmê de jî diyar bûn. Ber bi pêla şoreşê ve dezgehên ragihandinê ANF, televîzyonên din ên Kurdî kar dikirin û hinek ji rojnamevanan nasnameyên dezgehên lê kar dikirin jî girtibûn. Ev jî kêfxweşiyeke din bû ku xwedî nasnameya dezgeheke Kurdî.
‘AJANSA HEWARÊ YEK JI DESTEKEFIYÊN ŞOREŞA 19’Ê TÎRMEHÊ BÛ’
Hesen destnîşan kir ku Ajansa Hawarê yek ji destkeftiyên şoreşa Rojavayê Kurdistanê ye û got: “Hêdî hêdî xebatên din ên ragihadinê hatin avakirin û yek ji wan dezgehan Ajansa Nûçeyan a Hawarê (ANHA) bû ku di sala 2013'an de bi awayekî fermî dest bi karê xwe kir. Ji bo wê nûçegîhanên ku di dezgehên din de kar dikirin, dikarîn bi awayekî fermî derbasî ANHA'yê bibin û di wir de karê xwe berdewam bikin. Ji bo wê jî ANHA bingeheke xwe ya sazkirina nûçeyan hebû; ji ber ku nûçegîhanên derbasî ANHA'yê dibûn, bingeheke wan a nûçegîhantiyê çêbûbû û dizanîn çewa tiştê ku di hundir Rojavayê Kurdistanê û bi taybet di hundirê Efrînê de bişopînin û çi bidin raya giştî."
‘ARMANC GIHANDINA DENGÊ CIVAKÊ JI BO RAYA GIŞTÎ BÛ’
Hesen ev nirxandin kir: “Di destpêkê de bi rastî zehmetî di aliyê naskirina weşanê de hebû. Tiştê ku tê dayîn tiştê ku neyê dayîn û tiştên pêwîst ku gel û raya giştî pê bandor bibe nedihat zanîn. Ji ber ku bi taybet Efrîn di dorpêçê de bû hem rêjîm hem jî komên artêşa azad li derdora Efrînê cihê xwe girtibûn. Ji ber dorpêç û ambargoyê pêwîstiyên karê ragihandinê sînordar bûn, ji bo wê amûrên di destê nûçegihanan de divê baş bihata parastin. Nimûne xebatên li 7 navçeyan bi kamîrayekê û kompiyoterekê dihate kirin. Ji ber ku nûçegîhanan tenê armancek danbûn pêşberî xwe ew jî gihandina rewşa gel ji raya giştî re. Ji ber rola ragihandinê di şoreşa Rojava de ew bû ku dengê şoreşê bighîne raya giştî. Ev jî zehmetiyeke mezin bû ku bikarî raya giştî agahdar bike û bandor bike.
Ajanda ANHA û televîzyona Ronahî TV di bûyerên li Efrînê qewimîn de xwedî rolên diyar ker bûn. Kesên ku di ragihandinê de kar dikirin pêwîst bû li gorî şert û mercên şoreşê xwe amade bikirana. Ji bo wê diviyabû li gorî van şert û mercan perwerdeya xwe bidîta û hêdî hêdî xwe di nava şoreşê de rêxistin bikira, ji bo wê em dikarin bêjin ku nûçehîhanên wê demê şoreşgerên yên li paş perdê bûn. Ji ber bihêzbûna karê ragihandinê ya li Efrînê û taybet xebatkarên ANHA’yê cara yekem dezgehên ragihandinê yên biyanî dîmenên ANHA'yê bi kar anî ji bo tiştê ku hundir Efrînê de dibe û bigihîne raya giştî ya cîhanê.”
‘JI BO PARASTINA GUND, TAX Û BAJARÊN XWE PERWERDE HATIN DESTPÊKIRIN’
Yek ji şervanên destpêkê yê Yekîneyên Parastina Gel YPG'ê ye û Ebo Semîr jî Şoreşa Rojava ya 19’ê Tîrmehê pîroz kir û got: “Parastina me di destpêka rûdana şoreşê de bi tifingan bû. Em dikarin bêjin ku weke şerê gelê şoreşgerî me parastin xwe dikir. Her kes gund, bajar û taxa xwe diparast, lê me diwast ku em zêdetir hêza xwe ya leşkerî pêşbixînin ji ber dibe ku di navbera me û rêjîma Sûriyeyê de şer rû bidin û wê demê em ê berê xwe bidin çiyayê Hewarê ya Efrînê û bi awayekî gerîlatî şer bikin. Her wiha civîn dihatin çêkirin û perwerde dihatin dayîn. Weke tê zanîn çekên me zêde tunebûn tenê me bi tifingan û qilêşên biçûk perwerde didîtin, ji ber wê me her dem digot; hêza me gelê me ye. Perwerde di şikeftan an jî di malên dostan de kir, her wiha ji ber ti rola rêjîma Sûriyeyê di hundirê Efrînê de tinebû û li gorî xwasteke gel me xwest ku hemû rejîm ji herêma Efrînê were derxistin. ji bo gelê me bi serbast bijî û maf û hiqûqê xwe bi hêsanî pêkbîne."
Semîr destnîşan kir ku ji bo pêşxistina asta leşkerî ya gel, akademiyên leşkerî vekirin û wiha domand: “Di sala 2011'an de hemû kal û xurtên me weke milîsan ji bo parastina herêmê xwe kar dikir di destpêkê de her gundiyek li gundê xwe destpê kir di her gundekî de bendên ji bo parastinê hatin avakirin. Ji bo bikarin bergirya şereke li herêmê biqewime, amadekariyên me hebin, kar û bar hatin zêdekiri.”
‘ME BI RUHÊ ŞEHÎD XEBAT Û ÇEKDAR YPG LI EFRÎNÊ ÎLAN KIR’
Ebo Semîr ev nirxandin kir: “Di destpêkê de hejmara hêza me tenê ji 15 hata 30 kesan bû û me bi navê YXK'ê kar dikir. Weke tê zînîn YXK'ê di sala 2004'an de hatibû avakirin, lê me di sala 2011'an de li Efrînê zêdetir berfereh kin. Ji ber wê di her gundekî Efrînê de nîqaş û gotubêj bi ciwanan re dihatin kirin ji bo tevlîbûna kerê leşkerî û parastina herêmê. Ji bo wê bi ruhê Şehîd Xebat Dêrîk û Şehîd Çekdar me amadekariyên xwe kir ku Yekîneyên Parastina Gel YPG'ê ava bikin. Di wê demê de perwerde û nîqaşên me zêde bûn. Armanca me ya destpêkê ew bû em çiyayê Kurdaxê biparêzin ji ber ew çiya cihê Kurda ye. Eger pişta Kurdan ne li çiyaya be wê binbikeve. Ji ber ku Kurd civakekî çiyayî û ferî çiya bûye.”
‘KALÊ 65 SALÎ JÎ WEKE ŞERVAN ŞER KIR’
Ebo Semîr anî ziman ku bi derfetên herî kêm wan serketinên mezin dest xist û wiha bilêv kir: “Me rêjîma Sûryeyê bi giştî ji Efrînê derxist û hêza me tam cihê xwe girt. Şer ji Qestelê destpê kir. Doşkayek me hebû lê guleyên wê tinebû. Her wiha qilêşên me hebû nêzî 5 hezar gule hebûn. Piştî serketina li Qestelê gelê me piştgirî da. Kalên 65 salî li gel me disekinî û şer kirin. Dayikan nan ji bo şervanan amade dikir. Piştî ku dijmin nekarî şer bi ser bixe, li wir hevdîtin pêk hatin û wisa şer sekinî.
‘BERXWEDANA ŞÊX MEQSÛD NIMÛNEYA ŞERÊ GELÊ ŞOREŞGERÎ YE’
Me êrîşî bendên çeteyan ne dikir û her wiha yên rejîmê jî, lê dema êrîş dikirin, me bersiva pêwîst dida.Bi avakirina Yekîneyên Parastina Gel (YPG) re gelek saziyên me yên leşkerî yên din hatin avakirin. Piştre şerê Helebê destpêkir. Rejîmê xwest bikevin Taxa Şêx Meqsûd. Ji bo wê hêzên Efrînê derbasî Helebê bûn. Li Taxa Şêx Meqsûd şer hate kirin û me rê neda ku dijmin bikeve taxê.”
‘YEKEM DIBISTANA ZIMANÊ KURDÎ HATE AVAKIRIN’
Piştî lewazbûna zexta rêjîma Sûryeyê gelê Efrînê xwestin zimanê xwe ya dayikê pêş bixînin, ji bo wê yekem car li Rojavayê Kurdistanê li gundê Diraqliya ya navçeya Bilbilê ya Efrînê dibistana Şehîd Fewzî ya zimanê Kurdî hat vekirin. Heman demê sala 2013'an li Rojavayê Kurdistanê yekem peymangeha ziman û wêjeya Kurdî bi navê şehîd Viyan Amara li Efrînê hate demizradin û di sala 2015'an de yekem zanîngeh bi navê zanîngeha Efrînê li Efrînê hate demizrandin.
Li ser vê mijarê yek ji mamosteyên destpêkê yên herêma Efrînê mamoste Pelda Reşîd axivî û 19'ê Tîrmehê li Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û hemû şehîdên têkoşîna azadiyê pîroz kir û wiha domand: “Bi avabûna dibistan yekemîn li Rojavayê Kurdistanê re me cihê xwe di şoreşa 19'ê Tîrmehê de lîst. bi saya mamoste Mehemûd zimanê Kurdî li Efrînê hate pêşxistin. Di destpêkê de em tenê 7 kes fêrî zimanê Kurdî bûn. Weke tê zanîn di destpêkê de metirsiyeke mezin ji aliyê gel ve hebû ku ger bi zimanê Kurdî fêr bibin wê rêjîm zextê û zorê li ser wan pêk bîne. Ji bo wê pir kes zarokên xwe nedişandin dibistanê. Ji bo wê em gund bi gund li Efrînê digeriyan ku bihêlin zarokên xwe fêrî zimanê Kurdî bibin. Piştre ji bo rêjîm agahiya wê çênebe em zimanê kurdî fêr dibûn, di mala de li çend gundan dibistan vekirin û bi rastî di wê demê de pêşketinên berbiçav hatin çêkirin. Her wiha hem em fêrî zimanê Kurdî dibûn hem fêr dikir. Li ser vê esasê navê zimanê Kurdî hêdî hêdî belav bû.
Pêşiya pêşketinê nayê girtin, pêşketin herikbar e. Ew herikbara hişt ku em serkeftinên mezin bides bixin. Me peymangehên şehîd Viyan Amara ava kir û xwendekarên ku refa 12'emîh d8 qedahd dikarî derbasî wê peymangehê bibe. Bi rastî di wê demê pêşektinên mezin di aliyê zimanê Kurdî û xwendekaran de çêbû. Arrmanca wê peymangehê tenê ew ku ziman û wêjeya Kurdî ji nû ve were vejîn kirin."