MSD’ê di salvegera şoreşê de li hemberî dagirkeran banga yekîtiyê kir

Meclîsa Sûriyeyê ya Demokratîk (MSD) bi wesîleya salvegera 9’emîn a Şoreşa 19’ê Tîrmehê li hemberî dagirkeran banga yekîtiyê kir.

MSD’ê bi boneya salvegera 9’emîn a Şoreşa 19’ê Tîrmehê daxuyaniyek da.

MSD’ê di daxuyaniya xwe de wiha got: "Di 19’ê Tîrmeha 2012’an de gelê me li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê şoreşa xwe li dar xistin. Şoreşê ji Kobanê, Efrîn û Cizîrê dest pê kir. Ew kêliya ku bandoreke welatparêzî di nava sîstema rêveberî civakî de ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê de, hişt.

Şoreş ji tevgera şoreşgerî ya Sûriyeyê di Adara 2011’an de ne dûr bû û heta astekî mezin nûnertiya çand û hêviyên gelê Sûriyeyê di guhertin û veguhertina demokratîk de kir.

Şoreşa 19’ê Tîrmehê weke hewldaneke cîddî ji bo rizgarkirina gelê Sûriyeyê bû û derfet neda ku ji rêya xwe derkeve weke ku çawa li piraniya herêmên Sûriyeyê di bin bandora ajindeyên herêmî û navneteweyî de hate kirin û parçebûneke di civaka Sûriyeyê de bi rêya muxalefet û rejîmê de, çêkir. Tevgera ‘şoreşê’ li şûna ku bibe şoreşa ku gelek kes li hêviya wê bû di nava 10 salan de alozî kûr kir û ev alozî bû sedem ku zemîn ji rêxistinên radîkal re were dayîn ku derkevin holê. Ev rêxistin ji aliyê QSD’ê ve bi hevkariya Hêzên Koalîsyona Navneteweyî ya li dijî terorê, hatin tunekirin.

Em MSD salvegera 9’emîn a Şoreşa 19’ê Tîrmehê li gelê xwe pîroz dikin. Şoreşa ku wêneyeke diyar di nûnertiya armanc û hêviyên gelê Sûriyeyê de bi rêya guhertina demokratîk û pêkanîna veguhertina siyasî ji sîstemeke hişk û navendî ber bi sîstemeke ne navendî û demokratîk di sîstema Rêveberiya Xweser de, dike. Sîstema Rêveberiya Xweser bi tena xwe nimûneya ber bi çav ji biryara  navneteweyî ya 2245’an re ye û armanca wê pêkanîna sîstemeke demokratîk e. Di heman demê de şerê fikrên radîkal û rêxistinên terorîst dike. Em bang li hemû pêkhateyên gelê Sûriyeyê û hêzên xwe yên niştîmanî û demokratîk dikin ku li hember berjewendiyên her kesê ku dixwaze welatê me Sûriyê parçe bike yan jî dagir bike û di serî de AKP’ê, yekîtiya xwe ava bikin. Em piştrast dikin ku rizgariya ji aloziyê û bidawîbûna zehmetiyên gelê Sûriyê dê bi rêya diyalog û lihevkirina siyasî di navbera hêzên muxalefeta niştîmanî û hikûmeta Şamê de be.

Em sersaxiyê ji malbatên şehîdên Sûriyeyê re li tevahî herêmên Sûriyê ji Qûneytra û Horan û heta Qamişlo ji kesên ku parastina pêkhateyên Sûriyeyê li hember terora DAIŞ’ê û El-Nusra re, dixwazin. Nexasim şehîdên QSD’ê ku wêneyeke niştîmanî ji tevahî Sûriyeyê re nîşan da ku ew hêza ku dikarin ku xwe bispêrinê."