Şêniyên Minbicê 2 şehîdên Meclîsa Leşkerî ya Minbicê veşartin
Şêniyên bajarê Minbicê bi merasîmekê şehîd Îbrahîm Edhem El-Mihemed û Xalid Mehmûd Ebdullah, veşartin.
Şêniyên bajarê Minbicê bi merasîmekê şehîd Îbrahîm Edhem El-Mihemed û Xalid Mehmûd Ebdullah, veşartin.
Bi beşdarbûna bi dehan şêniyên Minbicê, li goristana şehîdan a li başûrê bajêr merasîm hate kirin.
Li goristana şehîdan, Meclîsa Leşkerî ya Minbicê merasîmek leşkerî lidar xist. Piştre berdevkê fermî yê Meclisa Leşkerî ya Minbicê, Şervan Derwîş got: "Van şehîdan tiştên xwe yên herî giranbuha ji bo ewlehiya vî welatî û azadiya vî gelî, feda kirin."
Piştre, Hevserokê Meclîsa Malbatên şehîdan li Minbicê, Rebî Iz El-Dîn got:" Şehîdan em fêr kirin ku çawa jiyaneke bi rûmet bijîn û bi rûmet bimirin."
Hevserokê Meclîsa Qanûnsaz a Minbicê, Mihemed Elî El-Ebû li ser navê rêveberiyê axivî û hemû şehîd bibîr anîn.
Piştî axaftin bidawî bûn, nasnameya her du şehîdan ji aliyê Endamê Meclisa Malbatên Şehîdan, Mihemed El-Şêx ve hat xwendin û radestî malbata şehîdan hate kirin.
Hêjayî gotinê ye ku Îbrahîm Edhem El-Mihemed duh di encama hedefgirtina dewleta Tirk gundê Ewn El-Dadat a bakurê Minbicê şehîd bû, her wiha Xalid Mehmûd El-Ebdullah dema ku erka xwe ya leşkerî bicih dianî, di encama qezayeke trafîkê de şehîd bû.